Ev Çibû Hat Serê Evan Jaran

Article

Lê lê daye!

Ev çibû hat serê me oldaran

Ev çibû hat serê van bajaran

Ev çibû hat serê evan jaran

Çima îro kesên bi navê gelê Kurd tevger dikin

Ji herkesî pirtir gelê Kurd qir dikin

Di dîroka me ya nêz û dûr mînakê evana pir in

 

Lê daye!

Di van çend salê kû em têda ne

Xweyna me pir bûye erzan e

Li ba vê rêxistina mûrteda bê iman e

Di pişti komkûjiya şeş û heftê cotmehê

Ji Amedê bigre heta Xanika gûndê Hezexê

Digel vê Çebeqçûr û Wan û Edenê

 

Dayê!

Gelek komkûjî’yên bi xayîntî pêk anîn

Şerê xweyê gemmar li tax û kolanên me danîn

Xortên naşî dane pêş û xwe ji şer hilanîn

Lo heval, dek û dolabê evana pir in

Xebat û şûğl û karê wan tim vir in

Hêvîdar im gelê min êdî li pey wan nerin

 

 Ax!

Dîsa ji dîroka mey nêz li Amedê

Gûndê Heftgermê li mezra Baqewsê

Bi teqemenîya xayîna ji gûndê herbêcin

Şazdeheb însanê  welatê min

Bi komkûjîya bê sînorî

Goştê laşê me kirin parî parî

Ax daye…

 

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

6

Gotar

Ê Berê Ziman û Jiyan
Ê Li Pey Ey Gelî Xorta!

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.