NALÎN Û ŞÎKAYET

Article

`Işqê ji herdÛ çeşman ewwel di dil eser kir
Lê zerre zerre axir sotin kir û sÎrayet
şaki s-silahi herdem bi kuştina Melê bit
Gazindeyan ji kê kim ji kê bikim şikayet (M.C.)

 

însan im, 

    loma dikalim, dinoşim feyza hikmetê

        bi bereket

            birîna deftera min.

 

li pey tolhildanê nanalim,

    bi nal im ji destê muxbeçeyê

        lêlêyê; xweliya te me, welîya min

 

êşên teze, taze taze dipalim cana!

    hûr hil dikim, kûr diçalim

        hubûba min, rondika min

 

wext westiya, dinalim hêj,

    tu necebirî yek zerreyek

        rîwayeta min, înayeta min

 

deng girîya, zuwa hişk bû, xemrê bazda ji camê

    tu nerm nebû, tu aş nebû

        girîya min, gilîya min

 

rondik qerisîn, xem reqisîn, xaîb im loma

    tu germ nebû, tu nerm nebû

        tilîya min, gulîya min

 

mem wenda ye, xezeb zad e,

‘işqê mala xwe ava kir, 

    ma kî xuya ye? li ber perdê kê xuya kir?

        kezeba min, sohtîya min…






 

Di debarê nivîskar de

Têhev

10

Gotar

Ê Berê Fatîheya ‘işqê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.