
Kelijî
Bilq veda Behra Reş
Soremirrî bû
Ji jor de lehiya xwînê tê
Sitranên şînê
Bi nuhrîne eya dewran
Xwîn vedireşe Behra Sipî
Li ser kelekên kelakvana
Di gerdena Îslambolê de
Zivistan e
Berf e
Sar e…
Av cemidîne di çeman de
Ji asîman agir dibar e
Li ber tirba Eyûb Sultan
Digel sitranên mêrxasî
Tu awaza jîndarî û nûvejînê
Bi nuhrîne eya dewran
Şahidin pêlê behrê
Kî berx e kî beran e
Ziviztane
Berf e
Sar e…
Sal diborin
Meh diborin
Bêhna ğurbetê li ber pozê min
Bêhna hesretê
Bêhna wesletê
Bi sala ye li bendê me ez
Kemîn ji xwînê ye
De rabe keko!
Kar û barê xwe bike
Gur harin halo
Lê berxê çê kifşe di kozê
De rabe keko!
Zivistan e
Berf e
Sare…
Bêhna barûdê tê
Hêzên Calûdî şopê digerînin
Roj roja pêkanîna ‘ehdê ye
Şahidî eya Îslambol
Dê bi xwîna xwe binvîsim ez
Yeko yek
Şertên peymana ehda elest
Li milekî min
Vedibeşire Eyûb Sultan
Li ê dî hembêza xwe ya germ
Vekiriye bo min Hezretî Yûşa
De rabe keko!
Zivistan e
Berf e
Sare…
Bi sala ye li bendê me ez
Li ser baskê milyaketan
Ji jor de bi rehm
Pelê berfê dadikevin erdê
Demarê nav milê min mist didin
Li bin sîbera Qur’anê
Şahidê îmana min
Sî û sê gule
De rabe keko
Zivistan e
Berf e
Sare…
Ji qelbê min
Dilop bi dilop dadiwerive xwîn
Milyaket xwînê dişon
Kînê hiltînin
Ala rengîna tewhîdê
Vediguhêzim ber destê we
Êdî dem dema wesletê ye
Bi xatirê te eya dunya
Kar û barê xwe bike
De rabe keko
Zivistan e
Berf e
Sare…
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.