DOTMÎR

Article

Bi çirkeçirka çerxên ‘erebeyê yên cotê hespan, li beyara mîrektiya bavê xwe diherikî dotmîra xemgîn. Her carê ji ber kevir û bixurçkan, ‘erebe li alî diket û carde jî rêya xwe digirt û dajot. Bi dengê siwarê mîrektiyê û bi qerwaşa ji biçûkahî de heval, li jûra ‘erebeyê de rêwî bû Dotmîr. Rûyê Dotmîrê li şibakeya hilmgirtî ya ji sirra sibê bû. Qerwaşê jî bi deste dotmîra xwe girtibû û hedûra wê dikir. Lê belê ne di bala wê de bû, ne dengê siwarê dilrast, ne jî gotinên qerwaşa heşpak û dengê cote hespên boz. Çavê wê li hilma şibakeyê, di xewn û xeyalên biçûkahiyê de dilîst.

Li behareke gulgîn, bi destê bavê xwe girtibû û li rasta qesra mîrektiyê dimeşiya. Gul û gîha li bejna wê bû. Bi tiliyên xwe yên nazenîn, tayê gîhayê şeh dikir. Û bi pêlava xwe ya şîrîn pêl tertikê axê dikir û giran giran dimeşiya. Hişk bi destê bavê xwe girtibû. Her carê bi alîkariya bavê xwe li ser nigan dima û dimeşiya. Kulîlk û pinpinîkên beharê li dora wê direqisiyan û hatina dotmîra biçûk gazî dikirin. Bayê beharê her mûyên porê wê yên li ser milên wê şeh dikir û li ber bê dixist. Gul û gîha dihat maçîkirina xeftanê wê ya sorgulîn. Û bi meşa dotmîra biçûk, xeftan li paş dihişt û bernedida.

Şal û şapikê gewr, bejna bavê dotmîra biçûk xemilandibû. Taca wî ya zêrîn a bi almas û mircan, bi tîrêjên sibê dibiriqand û bala dotmîra biçûk dikişand. Û şahiyeke wê ya din jî di hembêza bavê xwe de, pêgirtina taca serî bû.

Dîsa dotmîra biçûk betilîbû û gîhaştibû şahiya xwe û çûbû hembêza bavê xwe. Li destê bavê xwe, tiliyên wê li biriqandina taca serî bû û ligel bavê xwe dimeşiyan. Bavê wê, bi her gavî re ji çîrok û serpêhatiyên mîran digot û rê li ber dixist. Dotmîra biçûk jî bêkêmanî tevlî gotinên bavê xwe dibû û encam dianî.

Hêdî hêdî xwe gîhandin kevirê siwarbûnê yê qesra mîrektiyê. Bîstekê li ser kevirê siwarbûnê bîna xwe dan û carde dotmîra biçûk li nav gul û gîha geriya. Bera pê pinpinîkên rengîn da. Pinpinîkên rengîn, cihê her cûre kulîlkan dizanibûn û li wan datînin. Dotmîra biçûk jî ji kulîlka zer û spî ya beybûnê qefdek çinî û diyarî bavê xwe kir. Mîr ango bavê wê got; “roja me ya reş wusa be dotmîra min.” Û çû rûyê keça xwe ya şîrîn.

Dotmîrê rûyê xwe dabû şibakeyê û hilma paceyê jê biribû. Di xeyala xwe ya gel bavê xwe de, jê hebû bavê wê, wî maçî dikir. Belam bi dengê siwarê cote hespan hişyar bû. Rûyê wê yê xemgîn li şibakeyê dabû der. Bi bergeriya qerwaşa heşpak bi ser xwe ve hat. Hîn di jûra ‘erebeya ji mîrata mîrektiyê mabû de dihejiyan û dimeşiyan.

Bîsteke din bi dengê sekna hespan xwe gîhandibûn kevirê siwarbûnê ya qesra mîrektiyê. Belê ji qesra stûnzêde mermer tenê kevirê siwarbûnê mabû. Ew jî li dû herifandina mîrektiyê, li cî nemabû û hatibû perçekirin mîna dilê Dotmîrê. Di nava perçeyên kevirê de gîhayê hêşîn hişk bûbû. Û li dewsa mîrektiyê bablîsok, bi keramperan bê serî digeriyan. Şûnwar, li şûnê nehiştibûn û kiribûn bêndera bêkesan.  

Siwaro li ber kevirê siwarbûnê sekinî. Bi bejna tewandî destê xwe avête deriyê jûra ‘erebeyê û derî vekir. Siwaro got; “kerem kin, dotmîra min.”

Dotmîr, bi pişta lepikên xwe yên hevrîşim, hêsrên xwe paqij kir. Û ligel qerwaşa heşpak, ji pêlikên erebeyê dadiket xwarê. Çavê wê ziq li dewsa mîrektiyê bû. Kela dile wê difûriya û çavên wê tijî dibûn. Lê divê wekî dotmîrekê li cem xelkê hêsrên xwe veşartiba. Lê wekî ti carî dotmîra dilnerm, vî carî jî hêsrên xwe nikaribû veşarta. Û xwe dispart hevala xwe ya qerwaşa dilsoz.

Hêdî hêdî ji pêlikan dadikete xwarê. Kitana wê ya binê xavika sor a şemrexî pêlikên ‘erebeyê dimalt. Û li paş bi hesteke giran dadiket xwarê. Axirê xwe ji pêlika dawiyê jî xelas kir û tevlî pûşê hişk bû. Dotmîr, xwe sipart qerwaşa xwe û ber bi kevirê siwarbûnê ve meşiyan. Kitana wê jî heya kevirê siwarbûnê, her cûre stirî, qirşûqal wekî kevaniya herî jêhatî malişt.

Dotmîrê li dewsa mîrektiyê nêrî û heya çav çavan dibîne li dûr, nêzîk gerand. Lê belê ji dewsa wê ti tiştek nemabû. Lê hîn di guhê wê de hîrehîra hespan, dengê çivîk û zarokan... Lê tiştek nemabû wekî bayê sor bi ser wan de hatibe û ji dewsa wan tiştek nehiştibe. Çavê xwe li rûyekî nas, tişteke bîrê digerand. Lê mixabin her tişt xerîb dihat. Û ji qerwaşa xwe re; “Ez li wir ketibûm xwarê. Min li vir bera berxikan dida. Min li vir, xwe ji dayika xwe vedişart.” Û her wekî din digote.

Qerwaşê jî bi xemgînî ew guhdarî dikir û di nav re qirşûqal û stiriyên kitana wê dineqand. Dotmîrê henek û hevaltiya ligel bavê xwe ramand. Û ew gotinên bi şîret ku her demê bavê wê li derdora kevirê siwarbûnê digote, hate bîra wê. Û bi carekê ve wekî ligel bavê xwe be dubare kir;

Ger dê hebûya me padişahek
La‘iq bidiya Xwidê kulahek

Te‘yîn bibûya ji bo wî textek
Zahir vedibû ji bo me bextek

Hasil bibûya ji bo wî tacek
Elbette dibû me jî rewacek

 

Û dotmîrê li dû ev bendên ji zanyar û helbestvanê ji bavê xwe jiberkirî, destê xwe da kevirê siwarbûnê, ber xwe ve hat. Û bi dawîtirîn careke din li rasta qesra mîrektiyê nihêrî. Hey wax qesra stûnzêde mermer, bûye beyara sêwîzaran. Bûye bêndera bêkesan.

Niha şewq û şemala taca serê bavê wê hate bîrê:

Hey taco! Tu bû rewaco! Tu çûyî, hate xwarê stûn û text. Li me bû wêran û şevtariya bêbext.

Di debarê nivîskar de

Têhev

6

Gotar

Ê Berê MEŞA LI EWRAN
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.