MULAḤEZEYEK DİGEL MELAYÊ CEZERÎ 2

Article

 

Newaya mutrib û çengê fiğan avête xerçengê

Were saqî ḥeta kengê neşoyîn dil ji vê jengê

Ḥeyata dil meya baqî binoşîn da bi muştaqî

Ela ya eyyuhes-saqî  edîr ke’sen we nawilha

 

Eya Melayê Min! Jîn hespê xwe geh di meydana kêf û şahiyê de, geh di hevraz û terrazinên huzn û ğemgînîyê de dibezîne. Elbette însan di destpêka xulqiyetê de li ser fitreteke pak û paqij diwelide. Lê car heye ku di meydana îmtihanê  de mirov di lewite. Bi borîna dem û dewranê re eger însan ji mehbûbê xwe dûr bimîne dilê însan qilêrek nebaş digre. Paqîjî û tetmînkariya qelban jî her bi zikrê Heq Te‘ala ye. Di vî warî de bo tekamula qelbê însan pêdivî bi hişyarkerên heqîqetbîn heye ku wî li ser fitreta wî a di hengama “ehda elest” de vegerîne. Lewra jîn û meşğûlîyetên jînê hişê mirov di tewirînin. Mutrib dema ku di dinê de çengê bigerîne û awazan bi nuhurîne qêrîn û feryadek dikevit erşê ‘ela. Birca Xerçengê di kelije, erd û asîman li ser îsyankariya însan dilerizin, car heye tên ğezebê. Êdî Heq Te‘ala  li benda tewbeyek xas e da ku ‘ebdê xwe bibexşîne. Lewra aveynê jîna ebedîya sudmend û şad û bextewar ji tewbeyeke xas û vexwarina ava ku li gorî wezna wehya îlahî bi awayeke pak û paqij hatiye xuliqandin pêk tê. Nexasim di vê esra helaket û felaketê de herî bêtir em muhtacî meya baqî û weḥya sermedî ne. Saqîyê ku dê ava ḥeyatê dilop bi dilop dawerîne kaseya me û qelban pê bişo em baş dizanin her resûl û nebî ne. Hê ku ruh di wicudê de ye û em jî li ser xwe ne lazim e em bi eşq û evîn û zikrek bi coş û xurûş ji vê avê têr vexwin, kirasê xwe ê ku digel gelek zenb û gunehan li bedena me lefiyaye em ji wî kirasî derkevin û kirasê texqwa û îxlasê li xwe kin, li pêy heqîqetê bigerin û bibin heqîqetbînên tobedar. Lewra Xaliqê ‘alemê Tewwab, Rehîm, Rehman û Kerîm e. Hêja ye ku mirov bi noşîna meya baqî noqî beḥra evîna îlahî bibe û tê de bi ajneberî li ser pêlê wê beḥrê bimeşe. Digel vê elbet di nav sînorê helaliyê de kêf û zewqa evîna beşerî jî hedîyeyek Rebbanî ye bo me.

Ku katib dêmî cedwel kit şikestexet muselsel kit

Ji yek ḥerfan mufessel kit kî yê vê muşkilê ḥel kit

Dizanî rûd û ûd ewwel çi tavêtin surûd ewwel

işq asan numûd ewwel we lê uftad-i muşkilha

Eya Seydayê min! Belê hunermend di hunera xwe de xwîya dibit û bi eserê hunermendîya xwe dipesinit. Her Xweda ye ê ku bo me dibêjit: “De çavê xwe biqulpînin û vegerin li ‘erd û asîmanan mêze kin, ma gelo mimkûne ku hûn kêmasiyek tê de bibînin.” Li  vir hiş dighê meqamê ḥeyretê, aqil ji dewrê der tê û diçe warê sikutê. Her tişt di cîhê xwe de li ser ḥîkmetekî hatiye damezrandin. Ê ku xulqiyetê dide elbet çêtir bi xulqiyeta mexlûq dizane.  Lewra hem damezrînêr û hunermend, hem jî serkaniya hunermendiyê ew bi xwe ye. Bi sirrê emrê “kun fe yekûn” her muşkîlat ḥel dibit. Eger xetkêşê dêm û biriyan, aferînerê bisk û keziyan ji rengvedana siya cemal û kemala xwe misqalek li ser mexlûqat bide tecellîkirin sirrê eḥsenul-xaliqîn di cihê xwe de rûdinê. Êdî her muskilat di bin vê sî û sîwanê de ḥel dibit. Ji  xwe di eweliyata xulqiyetê de wek wezîfa ‘ubudiyetê barê mes’uliyetê li pişta me bar bû. Car caran zewq û sefayên dunyewî vê mes’uliyetê bi me didin jibîrkirin, em di kêf û zewqa muweqet de xerq dibin. Di destpêkê de dengê rûd û ‘udan me mest dikin. Lê çawa ku li dinayê dawîya her zewqa nameşrû ax û oxek bi jan e her wiha ‘emrê vê xewnê jî kin e. Lewra destpêka evîna fanî û derewîn kêf û zewq bit jî dawîya wê fîrqet û ax û elem e. Mirov di axir de tê dighê ku barê evîna rast barek giran e. Sebr û teḥemmulek dûvdirêj û domdar di vê rê de bo salik lazim e digel ‘ubûdîyeta bo mehbûbê heqîqî.

Ji mihra wê şefeq se’dê şîrîn le’lê şeker  we

Dinalim şubhetê re’dê  ‘ecîb im lê ji vê ce’dê

Kî dil ra tab-i her çîneş bi kufrê mîbered dîneş

Zî tabî ce’dî muşkîneş çi xwun uftad-î der dilha

Eya Melayê min! Xwedê reḥma xwe li we bibarîne. Em dizanin ku gelek rist û surûdên we ‘arifan remz û mecaz in. Çavên ji îrfanê dûr di mebesta we tê nagihên. Seyda! Min bi xwe ji van beytan fêm kir ku dunya digel her tiştê xwe fanî ye. Bes di destpêkê de mirov bi ḥubba wê, bi xweşkahîya wê dixape. Çawa ku Îbrahîm li sitêra mêze kir û got: “La uhîbbul-afilîn.” Xweşkahî û xemla dinê û zewqên dunyewî jî ber bi zewalê ve diçin. Digel vê mirov wek jehra di nav hunguv de pê dixape, ewil xwe şîrîn û xweşik nişan dide, xwe di xemilîne li ber însan, dil diherrişîne, wekî donê li ser sêlê tu agirek bidî ser yek bidî binî dil dihelîne, mirov wê ebedî zen dike û bi qewlê wê yê ku ne tu qewle dixape. Her wiha evin û evîndariya dunyewî jî wihareng e. Ḥetta car heye mirov pê ji daîra dîn jî derdikeve. Lazim e di nav sînorê hudûllah de mirov sînorek di mabyena xwe û wê de dêyne û ji ḥudûdê wê ê ku ji ḥeram, ḥelal û munkeratan pêk hatiye derbas neke. Dibê salik hespê xwe ê muḥebbet û meweddetê di meydana ḥelalîyê de bibezîne. Eger hespê salik ket sînorê munkerat û ḥeramîyan êdî sirrê evînê ku awaza xwe ji rud û ‘uda roja eḥda elest wergirtibû pûç dibe û mirov ber bi helaqê ve dimeşe. Lazim e salik her zewq û kêfa dinyewî digel hezar mehbûbên dinyewî bike qurbana yek nîşanek zewqa uxrewî. Lê em dizanin ku dunya di heman demê de meydana îmtiḥanê ye. Eger mirov şaşiyek bike lazime mirov baş bizanibe ku Rebbê wî zêde ji mirov û toba mirov ḥes dike. Em baş dizanin birîn û elemên ku bi sebeb gunehkariyê li qelbê însan peyda dibin tenê bi dermanê tobê dicebirin. Ji xwe li dinya derewîn hemî êş û elem û qeḥr û xemên bo meḥbûbên fanî tenê remz û nişan in bo evîna meḥbûbê ebedî. Bes lazime di sînorê meşrûîyetê de bin. Wê deme dê birînên dil bicebirin, xwîna nepak ji dil vebikşê û xwîna pak û surûdên se‘adeta ebedî di bağê bihiştê de li dewsê konê xwe vedin digel ḥor û ğilmanan.

Di vê taqê di vê xanê me ‘eyş û êminî kanê

Kesê dest dit ji dewranê nîhalek vê gulistanê

Der  ağûşeş çu mîared kî ez dil caneş buspared

Ceres firyad-i mîdared kî ber bendîd-i meḥmîlha

Seydayê Min! Na di vê dinya fanî, xapînok û pîr‘ebok de em nikarin pişta xwe bi tu soz û qewlê wê ve girê din. Em baş dizanin ku felek bavê kesî nîne. Ewil umîdê dide însan, demarê ğurûra wî mist dide. Bes di axir de wî li ser piştê li erdê datîne. Madem heqîqet wihareng e lazim e mirov jiyana xwe ya fanî bi zikr û îbadetê bo Îlahê ‘Alem biborîne. Di vê danûstanê de jiyana fanî bi a ebedî vediguhere. Bo vê tîcaretê ne lazime ku mirov ji kêf û zewqên dinyewî dev ber de. Her wekî şopgerê we Ûstad Bedîzzeman gotiye: “Daîreya helalî bo kêf û zewqê kafî ye.” Em dê di hengama jiyanê de ji hemû nî’metên helal îstîfade bikin. Her wiha em dê evîn û evîndarên xwe jî di vê rê de bimeşînin da ku ew jî di jîneke ebedî de digel me bin. Em dê di meydana îmtihanê de alîkariya hev bikin li ser heq û heqîqetê. Ji ber ku di vê jiyanê de hevgihîna mexsed û miradan ne mimkûn e em dê di oğira seadeteke ebedî de dest bidin hev, dinya xwe bifroşin bi axreta xwe. Ew dem dê di destê me de se’adetek ebedî bimîne. Na eger em xwe bi evîn û evîndarîya fanî ku ji hubba fanîyan pêk tê bixapînin ew dê di destpêkê de zewqeke muweqqet di bedêla ax û waweylayên ebedî de bidin me û paşê jî dê me deverû li erdê xin. Madem me ebedîyet dibê; lazim e em vê jiyana fanî wek mer’eya çandina tovê seadeta ebedî bi hesibînin û ‘emelê saliḥ tê de bajon. Ma dinya bi xwe ne cîhê koç û koçvana ye? Ta nuha kesek muqîm li ser maye gelo?

Bi Quranê bi ayatê eger pîrê xerabatê

Bebêjit secde bîn Latê murîdên wî dibin qatê

Murîd er bê beser nebwed zî fermaneş bider nebwed

Kî salik bî xeber nebwed zi resm û rah-i menzîlha

Seydayê min! Nuha rê tevlihev bûn e. Heq û batil tevlihev bûne. Erê rast e di dewra we de şêx û meşayixan rê nedidan kesên muteşeyyix û riya rast nîşanê murîdê xwe didan. Pîrê xerabatê di dergahê xwe de rûdiniştin wek sitêrka sibê pêşî li murîdên xwe vedikirin, di şeva tarî de wek qendîlê dişewitîn, dora xwe ronî dikirin, li ser Qur’an û sunnetê dimeşiyan. Lê nuha rengê jiyanê ne wisa ye. Ji lew eger murîd bê pirs sual bibûna tabi‘ê wan dikaribûn bigihêjin riya ḥeq. Elbet nuha jî salikên riya ḥeq hene, ne ku em înkar dikin. Lê çawa ku di firtûnaya zivistanê de mirov nikare tenê bi girtina derî û pencereyan qani’ bibe. Lazim e hemî qulik û derz jî bên girtin da ku sirr û serma nekeve hundir û mirov nexeniqe. Her wiha di vê ‘esra felaket û heleketê de jî lazim e mirov tenê li gorî beyana kitêb û sunnet û selefê saliḥ bimeşe ku riya rast her ya wan e.

Ji vê zulmat û deryayê ji mewcan qet xeber nayê

Şikestî keştiya bayê  ‘ecacê wê şefeq dayê

Ji ‘herfan mah û sal-i ma nehat der şeklê fal-i ma

Kuca danendi ‘hal-i ma Sibikbaran-i saḥîlha

Eya seydayê min! Li hember temmamê tarî û zulumatên di şeva tarî de ku wek ba û bablîsok bi ser mirov de tên, perr û baskê mirov dişkênin û mirov li ser piştê li erdê dixin tenê bo mirov pişt û penah her mehder û alîkariya Rebbê mirov e.

Seyda! Ez dibêm mebest ji keştiya bayê ev ‘umrê fanî ye ku li ber bayê felekê vir de wê de diqelibe. Mewc û pêlên ku nuha dengê xwe qut kirine ew jî hîssîyatên me yên qelbî ne. Eger em derûnê xwe ji zikr û fikrê Heq Te‘ala dagirin dê li ber ba û bablîsok û bela û musîbetên dunyewî keşitya ‘umrê me bi sebr û sebatek berdawam li ser îsitîqametê bimeşe û bi her mewc û pêlekî re bi ber perrava selametê ve bimeşe. Eger em bi meşa di riya heq de li gor sunnet û wehya Îlahî bimeşin; êdî pêdiviya me ne bi ḥerfan ne jî bi tîr û rimên fêlbazan dimîne. Ma Rebbê me nabêje: “Qed eflehel-mu’mînûn” digel “la teqnetû.” Sersebebê sebeba her ew e emê xwe digel hemû daxwazên xwe yê maddî û manewî her bispêrin Wî. Ew dê di her muşkîlatî de bighê hawara me û muşkîlatên me ḥel bike. Car heye fereca me di nedan û pêknehatina daxwazê de ye. Eger daxwazên me li dinyayê pêk nehatin em bawerin dê li axretê pêk bên.

Seyda! Erê rast e yê têr ji yê birçî hayîdar nîne. Bes xwedîyê me bi her hal û karê me dizane û ji şehdemara me neziktîrî me ye. Elbette dê di encamê de evîna me bibe serî û em dê bighêne wisleteke ebedî. Beşer û xesletên beşer elbet ji halê meyê batin hayîdar nînin bes xweda Agah û Besîr e. Di her hal û karî de “tewekkeltû Te’alellah”.

Me ra ji ewwel çi bir xamî kişand axir bi bednamî

Ji rengê  Se  yû Camî ji şuhret pê ḥesîn ‘amî

Bi deng û bang û awazî dibêjit neğmeya sazî

Nihan key maned an razê ki ez û sazend-i meḥfîlha

Eya Seydayê evînê! Elbette qelem ji bîr nake. Çi qenc û çi neqenc her çi ku bi zarê qelemê bi kevit ser kağiz nayê jibîrkirin. Haşa we kella dûrî we bit. Navê we hîç ema hîç bi bednamî nehat û nayê zikirkirin. Hem  tu, hem Mewlana Camî, hem Hafizê Şîazî hem jî ‘alim, edîp û ‘arifên Rebbanî ê wek we hîç ji bîr neçûn. Navê we bi saya qelema we ji kûrahîya dîrokê reng veda û nuho bi sedan kes ji surûd û helbestên we sûd werdigrin. Ristên ku we nivîsîn li ser zarê evîndaran wek surûdên evînê dest bi dest digerin. Mela di xutbeyan de xutbeyên xwe bi beytên we dixemilînin. Mizgîn li we! Hûn di qada dîrokê de bûn îlhama evîna zelal û pak. Em baş dizanin li dinê derdê we ne şan û şuhret bû. Lewra mubtelayên bi şan û şuhreta derewîna fanî mukafata xwe di heyata xwe de werdigrin û her wekî ku tunebûn her ji bîr diçin. Ê ku bi bîr tên jî bîranîna wan her bo lanet û bednamîyê ye.

Seyda! Ma bîranîna Huseyn û Yezîd yek e gelo? Di vî warî de şopvanê we Şêx ‘Ebdurrehmanê Extepî Yezîd û Huseyn wihareng bi bîr tîne: “Ah di vê mahê muḥerrem da Huseynêm bû Şehîd / Musteḥeqqê le’n û teqbîḥê ebed bûye Yezîd”

Seyda! Digel ku hûn mubtelayê nexweşîna şuhretê nebûn jî  Rebbê ‘alemê wek xelata qelemê şan û şuhret jî kir nesîbê  we ku nuho bi hezaran belkî bi milyonan kes bi rehmet we bi bîr tînîn, Fatîhe û Yasînan bo we yadigar dişînin. Ehlê tewhîdê hem bo xwe û hem bo we rehmetê ji Xweda dixwazin. Di kêleka Medresa Sor da her roj agirê helebstên we tê dadan û dilê evîndarên heq û heqîqet pê dikelije. Sed reḥmet li gora we bî! Hûn di bihişta Rebbanî de li tenişta hûr û ğilmanan her şad û bextewar bin.

Ji ‘Hafiz Qutbê Şîrazê Mela fehm er bikî razê

Bi awazê ney û sazê bibî ber çerxê perwazê

Tuzed mîn hubbîh es-sefwa bîhî ehl ul-hewa neşwa

Meta ma telqe men teḥwa de‘îd-dunya we-eḥmilha

Eya Seyda! Mertebeya însan di riya rêveçûna jiyanê de ber bi ‘alama Ebedî ve ye. Rêwîtiya însan di qada jiyanê de di mabeyna merteba “e’layî îllîyyîn û esfelê safilîn” de tê û diçe. Yanî hem ji însan payeberztir, hem jî ji însan bêrûmettir tu mexlûqek dî nîne. Elebette qenc warisê qenca ne. Bi riya werasetê ala qenciyê ji wan werdigrin û her berz dikin

Seyda! Her wekî ku hûn jî ji me çêtir dizanin; ‘alim warisê enbîya ne. Ala ‘ilm û îrafnê ji wan werdigrin û li ser şopa wan di rêka wana muqeddes de  ber bi meqamê herî payeberz ve dimeşin. Elbette di vir de sînorê payeberzîyê nîne. Her kes li gorî ked û kesb û ‘emelê xwe yê qenc di meqamekî  de  nefesa xwe ya dawî dide û dighê Rebbê xwe. ‘Hafizê Şîrazê, Mewlana Camî digel we û gelek ‘alim û ‘arifên berî we li meqamekî sekinîn û nefesa xwe ya dawî dan. Bes ji ber ku we li pêy xwe gelek surûd û awazê xweş, nesîhet û şîretên Rebbanî hişt û însan piştî we hêj jî ji berhemên îstîfade dikin; em hêvîdar in wê berhemên we wek sedeqeyek carîye meqamê we ber bi berzîyê ve bimeşînin.

Hezar rehmet li gora we bî Seyda! Rebbê ‘alemê me û we tev de biğefrîne û di meydana heşrê de li ser meqamekî payeberz ku meqamê razîbûna Heq Te‘ala ye di bin ala Muhemmed Mustefa de bicivîne. 

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

22

Gotar

Ê Berê LI SER KILAMA FILÎTÊ QUTO Û ‘EMÊ ETMANEKÎ
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.