DARA GÛZÊ

Article

                Li Tetwana Bedlîsê gûzên pir xweş hene. Axa bi bereket, hewa zozanan û bayê gola Wanê… Ev tev dana Xweda ne. Ji xwe ne hewceye em behsa însanên Bedlîsê bikin. Însanên merd û bawermend, wek Îdrîsê Bedlîsî, Fexreddînê Exlatî, Xewsê Hêzanî, Se’îdê Nûrsî (Kurdî) ji vê axê derketine.

                Belê, ezê ji we re çîrokekê bêjim. Hûn dizanin meqseda me ji çîrokan ders û tefekkur e. Di çîrokên me de herem, şexis û hadîse temsîlî ne. De werin îro jî em herin Tetwanê.

Li gundê Dargûz, du bira hebûn. Navê wan Seyîdxan û Bedirxan bû. Ji bavê wan ji wan re dareke gûzê mabû. Li gor texmînan ‘emrê dara wan di dora sed salî de bû. Dema bavê wan wefat dike, wesîyet dike ku her sal ji dara gûzê para feqîr û sêwîyan jî derxin.

Birayê biçûk Seyîdxan însanekî çav têr û xwedî qene’et; lê birayê mezin Bedirxan însanekî çav birçî ye. Ji salê carekî dema gihîştina gûzên dara wan tê, gûzên xwe diçinin, her yek ji xwe re têra mala xwe berhev dikin. Seyîdxan, li ser wesîyeta bavê xwe, qismekî ji gûzan dide malbatên feqîr û mihtac. Ev li xweşa Bedirxan neçe jî, dîsa Seyidxan weke xwe dike.

Wê salê jî dîsa dema çinîna gûzan tê. Bedirxanê çav birçî ji xanima xwe re dibêje:

-          Hermet! Ji min re çend tûrik hazir bike, ji sibê pêda ezê herim dest bi çinîna gûzan bikim. Ji xwe îsal dara gûzê tima ye. Hê ku birayê min ê bêhiş, gûzên me li gund bela nekiriye em têra xwe bikşînin malê. Wekî din cehnema wî be. Zivistana dirêj birçî jî bimîne ‘eleqa min jê tune ye.

Li mala Seyidxan jî gotûbêjeke bi vî rengî çêdibe. Seyidxan ji xanima xwe re wiha dibêje:

-          Hermet! Dema çinîna gûzan hat. Hemdê Xweda be. Dara me, îsal, ji salên din zêdetir girtîye. Bereketa Xweda ye. Tu divê qey Xweda para feqîra di serde dide me. Darên xelqê ewqas nagrin lê dara me di şûna pelan de jî gûz girtine.

Dar ‘eynî dar e, gûz ‘eynî gûz in lê nêrîn cuda ye. Bedirxanê çavbirçî darê vala dibîne, Seyidxanê çavtêr darê tijî dibîne.

Dibe sibe, hê rojê neavêtîye Bedirxan û xanima xwe dest bi berhevkirina gûzan dikin. Tûrikê xwe heta devê tije dikin, berê xwe didine malê. Çend roj li ser hevdû bi vî awayî gûzan dikşînin. Tûrikên gûzên xwe di ‘embarê de bi rêz dikin. Ji bo kesek nebîne jî, çend torbê genim davêjin ser wan.

Bedirxan û xanima xwe jî, ji bona têra malê gûzê xwe dikşînin. Qismekî jî li feqîr û sêwîyan bela dikin.

Êdî hêdî hêdî dawîya gûzan tê, lê hê çavê Bedirxan têr nebûye. Ra dike tûrikekî û diçe nava baxçe. Nîyeta wî ewe ku çi gûzên mabin, tevî berhev bike û bikşîne malê. Heta niha, ji birayê xwe Seyidxan sê qat zêdetir gûz berhev kiriye lê belê hê nefsa xwe qayîl nekiriye.

Bedirxan li der û dora dara gûzê bi se’etan diçe tê, hê binê tûrik tije nake. Bi kîjan gulîyê darê ve gûzekî mabe bi awayekî xwe dighînê û davêje tûrikê xwe. Piştî yeqînî tîne ku êdî heba gûzan nemaye, nîyet dike ku here malê. Careke din serê xwe bilind dike, li darê dinhêre. Bi gulîyekî jor ve gûzek biber çavên wî dikeve. Bi gûzê re xeber dide:

-          Bi navê Xwedê ez te li ser wî gulîyê bi tenê bihêlim ji min re şerm e. Xîreta min qebûl nake. Gûza delal! Ava ez hatim. Ezê te jî ji wê der daxînim.

Bi gotina xwe re dike hire hir. Şekala xwe derdixe û berê xwe dide serê darê. Pêlî vê gulîyê dike, pêlî wê gulîyê dike, gav bi gav xwe bi bal gûzê dikşîne. Tê nêzîkî gûzê, lê destê wî nagihêjê. Bedirxan çavan sor kiriye, jê tirê temamê malê dinyayê di hundurê wê gûzê de ye. Hemleyeke dawî dike. Destê çepê davêje gulîkî zexm û ev car ji dil destê xwe dirêj dike. Bi destê rastê gûzê digre lê dema giranîya laşê xwe dide bi alî gûzê de, gulîyê destê çepê dibêje ‘qirç’. Gûz di destê Bedirxan de û Bedirxan ji jor de dikeve. Dema li ‘erdê dikeve zingînî ji serê wî diçe. Bi axînê re, malî û birayê wî tên li hewara wî.

Xanima Bedirxan ‘ewil di gihîje serê. Dinhêre bûye laş û li ‘erdê ye. Gûza destê xwe dirêjî xanima xwe dike. Xanima wî dinhêre gûz sivik e. Fêm dike ku gûz pûç e. Lê difetile:

-          Hey mal mîrat! Ev tev ji bona gûzeke pûç bû.

Ev gotin, zingînîyeke din jî ji serê Bedirxan tîne. El hasil, Bedirxan dibine ba hekîm. Bi çend cîyan hestîyên wî şikestine. Bi mehan ji nav doşekê nikare derkeve.

Rojekî Bedirxan di nava livînê xwe de raketîye. Ji nişkava qêrînî bi xanima wî dikeve. Bi tirs radibe, radike gopalê xwe ber bi ‘embarê diçe. Dema menzerê dibîne, pê re li çoka xwe dixe. Lê xwe jibîr dike ku çoka wî şikestîye. Pêre jî dibêje:

-          Agir bi mala min ket, agir bi mala min ket.

Nebi xanima wî ava mislixê vekirî hiştîye, avê di ser derdanê wê de avêtîye. Ava ku herikî ye girtîye binê gûzen wan. Gûz di bin avê de mane.

Çavbirçîbûn û têrnebûna nefsê, malik li meriv xera dike. Temamê malê dinyê ê meriv be, bi qedrê gûza pûç nîne.

Çîroka me çû dîyaran rehmet li dê bavên hazir û guhdaran.

Di debarê nivîskar de

Têhev

12

Gotar

Ê Berê SÊ HEVAL
Ê Li Pey ÇEMÊ CAMÊR

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.