ÇEMÊ CAMÊR

Article

 

                Pêşîyan gotiye ‘Av avahî ye’. Çi dera ku av lê he be; li wê derê heyat he ye, li wê derê şînahî heye û ew der şên e.

                Av, çavkanîyeke tebî’î pir camêr e. Xwedayê Rehman, dilnermî û nefsbiçûkîyeke wisa daye avê, ji serê çîyayan, ji zozanên bilind û ji asîmanan diherike; lê li kêder çal û kortikekî hebe, li kêder dereke nizm hebe, heta bin axê jî, av xwe berdide wê derê. Kîjan zîrûh mihtacê avê be, av xwe dighînê û wê têr dike.

                De ka werin îro em ji we re çîroka avê bêjin. Carek ji caran, rehmet li dê û bavên hazir û guhdaran.

                Hebû tunebû, li welatê şêrîn bajarokekî pir xweş hebû. Ev bajarok bi şînahîya xwe pir navdar bû. Di nava vî bajarokî de çemek derbas dibû. Ji xwe bajarok, seranser li dora vî çemî hatibû avakirin. Hinek xelqê vî bajarokî li ber ava çem cotkarî dikin; hinek ji wan bi ava çem heywandarî dikin; hinek ji wan ji ava çem masîya digrin pê xwe xwedî dikin… Welhasil, çem ji bo wan giranbihayeke pir mezin e. Giranbihayeke mezin ku bê ked û bê xebat bi dest xistine.

                Sal û meh bi vî awayî derbas dibin. Qismekî însanên vî bajarokî, qîmeta çemê xwe nizanin. Çi bermahîyên wan hebin, çi qirş û qalên wan hebin davêjin çem. Hinek ji wan, avên hemamok û tiwaletên xwe berî ser çem didin. Ava ku pê baxçeyê xwe av didin, serî lê ber didin bi alîyeke din ve diherike. Nizanin teserrûf çiye?

                Xemsarîyên van însanan, çem dixeyîdîne. Lê dîsa gunehê çem bi wan tê, ji ava xwe rojekî kêm nake. Lê belê êdî tê halekî wisa, heta av di nava bajarok de derbas dibe, şolî dibe, dikeve halekî din.

                Li vî bajarokî însanekî saf û salih heye. Xelqê bajarok jê re dibêjin ‘Feroyê Dîn’. Navê wî Ferhed e, lê ji ber ku saf û bê kîn e, tiştekî navêje dilê xwe, vî navî lê danîne.

                Xelqê bajarok dinhêrin roj bi roj ava çem kêm dibe. Ji bo kêmbûna çem bi hevdû re xeber bidin, piştî limêja înê, li ber derê mizgeftê dicivin. Li ser meselê wiha xeber didin:

Yek ji wan dibêje:

-          Ava me her diçe kêm dibe, ehwalekî avê heye. Ez dibêjim gundê serya me, avê li me digrin.

Yekî din:

-          Min jî seh kir ku gundê kêlekê, lûla xistine bin ‘erdê. Ji çemê me avê dibin gundê xwe. Em vê yekê qebûl nakin.

Yekî din:

-          Bi texmîna min malên li jor avê li me digrin. Evêya sebebê şer e. Em vê yekê qet qebûl nakin.

Yekî din:

-          Mala min jî li jor e. Em avê nagrin. Çi karê me heye bi avê. Em jî weke we, li gor îhtîyacê xwe avê dişuxlînin.

Xeberdanên wan, wiha didomin. Tu kes qebehetê di xwe de nabîne. Kî bi kî dikaribe, qebehet davêje ser ê din. Li ser van gotinan, Ferhed xeber dide:

-          Gelî cema’et! Çemê me ji me xeyîdîye. Qebehetê li cîhekî din negerin. ‘Ewil li xwe binhêrin. Hûn nabînin av şolî ye. Te’ma avê xerabûye. Av kêm dibe.

Hinek ji wan, bi vê xeberdanê dikenin. Dibêjin:

-          De Feroyê Dîn e loo. Çi bêje pê dikeve. Vêca çem çawa dixeyîde.

Çend roj di ser de derbas dibe. Her diçe ava çem kêmtir dibe. Çend kes li hevdû dicivin, dibêjen em ê herin li çavkanîya çem binhêrin, ka li kêder av disekine, çi ehwalê ava me heye’

                Ber bi çavkanîya çem diçin. Lê gundekî ku avê li wan girtibe yan jî avê bi alîyê xwe ve bikşînin nabînin. Heta cîhê ku av jê der dikeve diçin. Dinhêrin devê qulika ku ava çem jê dertê teng bûye. Tehtê mezin, xwe nizim kiriye bi ‘erdê ve. Ava xwe jî ji ber vê yekê kêm kiriye. Ew çax gotin a Feroyê Dîn tê bîra wan. ‘Av ji me xeyîdî ye.’

                Belê, em gazinan ji rabûna bereketê, ji kêmbûna av û baranê nekin. Sebebê van pirsgirêkan kirin û xemsarîyên me ne. Ger em bi van nî’metan re xiyanetê bikin, nî’metên Xweda ‘adilane teqsîm nekin; wê ji me bixeyîdin û terkê dîyar bikin. Ew çax divê gazinan jî em ji xwe bikin.

                Çîroka me çû dîyaran, rehmet li dê û bavên hazir û guhdaran.

Di debarê nivîskar de

Têhev

12

Gotar

Ê Berê DARA GÛZÊ
Ê Li Pey SEROKTÎYA ÇEQEL

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.