Astengê Makezagonî Li Pêşîya Perwerdehîya Zikmakî

Article

 

Di rojeva Tirkiyê de ev bû demeke dirêj ku derbarê amadekirina makezagoneke nû de minaqeşe didomin. Ev minaqeşe bi bangawazîya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan dest  pê kir. Piştî vê bangewazîyê, ji teref gelek kesan,partî û sazîyan  ve daxuyanîyên piştgirî hatin beyankirin. Lewra  di amadekirina makezagoneke nû de heme bêje hemû kes mutabiq in. Lê di  naverokê de ev mutabiqtî  mixabin nîne.

 Lewra daxwazên her kesî ji hev cuda ne. Em ê  jî di vê mijara derheqe makezagona nû  ya ku bê amadekirin de fikrên xwe bînin ziman. Di vê mijarê de gelek daxwazî û pêşnîyazên me jî hene. Lê belê bi taybetî em ê li ser astengîyên li ber ziman û perwerdehîya zikmakî bisekinin.

                      1- Astenga yekem di beşa 2yan a makezagona  niha ya di merîyetê de de ye û tê de wiha tê gotin: “…zimanê fermî Tirkî ye.” Di beşan 4’an de jî guhertin û pêşnîyaza guhertina vê beşê jî hatîye qedexekirin.

Ji vê qanunê re îtiraza me ev e: Li Cumhurîyeta Tirkî nêzî 25 milyon kesên Kurd dijîn. Di Herba Cîhanê ya Yekem de welatîyên Kurd  ji bo rizgarkirina vî welatî bi dujmin re şer kirine û di ber vî welatî de canê xwe dane. Ji bo vê qasî em dibêjin:  Bila zimanê Kurdî  jî bibe zimanê fermî ya duyem. 

2-Astenga  duyemîn beşa 42’an e. Di vê beşê de ev asteng wiha derbas dibe. “…Ji welatîyên “Tirk” re (bala xwe bidnê ne ji welatîyên  Tirkîyê re) ji bilî zimanê Tirkî  tu ziman di sazîyên perwerdehî û hînkirinê de wek zimanê zikmakî qet nayên  xwendin û hînkirin. “  Di dewama beşê de ji bilî zimanê Tirkî hemu zimanên din jî bi zimanê biyanî tên qebûlkirin. 

Di van beşên makezagonê de xweş tê fêhmkirin ku ji bilî nasnameya Tirk û zimanê Tirkî ve tu nasname û zîman nayên qebûlkirin. Li vî welatî ne Tirk tenê dijîn. Heke wê makazagoneke nû bê çêkirin bila hebûna welatîyê din jî bê dîtin û derbarê ziman û hemû mafên mirovahîyê de heqê wan bên dayîn.

Di debarê nivîskar de

Têhev

1

Gotar

Ê Berê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.

    Zêdetir