CIWANTÎ

Article

Ciwanên bi aqil, ji kesên pîrên nezan bi qenctir in ( Hz. Elî)

Ciwantî ne karê bi ‘emr e; karê rih e ( Necîp Fazil Kisakurek)
 
Ciwantî çi ye? Ciwantî ber bi ku derê ve diçe?
Ciwantî di heyata însan de merhale û pêvajoyeke herî muhîm e. Însan di vê dewrê de him di xêran de, him jî di gunahan û him jî di xerabiyê de gelekî rê û mesafe diçe. Ciwantî hewce ye ne bê kontrol û eletexmînî be.
Xwedayê Teala wiha hişyar dike: Hûn kû de diçin? Ev çûyîn hetanî kû derê ye? (Tekvîr, 81/26)
Ciwantî îroj gelekî ber bi xerabiyê ve çûye. Hewce ye ciwan muhîmtiya ciwanîyê bizanibin. Dibe ku îroj ciwan in; lê ew ê sibe du sibe pîr û kal bibin. Heger ciwan îroj ‘emrên xwe di rêya xerabiyê de xerç bikin, sibe di destên wan de dibe ku tu tiştek nemîne.
Ciwan ji bo civakê gelekî muhîm in. Ciwan bingeh û asasê civakê ne. Heger îroj ciwanên xerab û nebaş bên mezinkirin, civakeke xerab û nebaş wê bê avakirin û înşakirin. Heger bingeh û asasê civakê nebaş be, civakê wê hilweşe.
Hewce ye ciwan ji zarokatiyê pê ve bi her awayî werin perwerdekirin û ji bo baş bên mezin kirin, tedbîr bên sitandin.
Ji bo vê yekê sebeba hebûna xwe ango em ji bo çi hatine xuliqandin, em diçin kû?Xulase hewceye em heyata xwe lêpirsîn bikin. Ciwanên di roja me de pirsgirêkên wan ên herî muhîm ev e: Haya wan ji armanc û sedema xuliqandina wan tune ye. Mixabîn îro exlaqê ciwanan bi fîlm, rojname, kovar, televîzyon, kompîtur û bi tiştên mîna wan xera dikin û wanan ji manevîyat û exlaqa baş dûr dikin.
Ciwan di vê dewrê de hewce ye gelekî baldar bin û li maneviyata xwe dîqet bikin. Heger ciwan li tewrê xwe nenêrin dibe ku ber bi xerabiyê ve biçin. Ji bo vê yekê ev wext û çax ji bo ciwanan gelekî muhîm e.
Ciwan heger bi bîr û bawerî û nirxên Îslamê bên mezinkirin, dibe ku civakek bi hêz û saxlem bê avakirin. Heger ciwan li gor qeyd û bendê Îslamê neyên perwerde û mezinkirin wê ji bo civakê bibe ciwanekî bêexlaq û xwedî pirsgirêk. Wê feydaya wî ne ji wî re, ne ji malbata wî re û ne jî ji civakê re hebe. Ciwanên ku bi nirxên Îslamê mezin dibin bi her awayî feydeya wan digêhêje him malbata wan, him civakê û him jî dighêje der û dora wan. Xelasiya ciwanan, xelasiya malbatan û xelasiya civakê encak wê bi îslamê pêk bê.
 

Di debarê nivîskar de

Têhev

3

Gotar

Ê Berê ÇIMA XWENDINA KITÊBAN MUHÎM E?
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.