DI DÎROKÊ DE RÊÇ Û ŞOPA KURDAN

Article

Binyat û xîma însaniyetê, li ser bawerîyê ava bûye. Însanê ewil li ser rûyê erdê bi cî bûye, Adem (sxl) bavê însana û Pexemberê însana yê ewilî ye. Her wiha li gor dînên semawî, vê mijarê de tu nakokî û îxtilaf jî nîne. Qur’an derbarê Adem de (sxl) wiha ferman dike

“Paşê Rebbê wî ew hilbijart, toba wî qebûl kir û rêka Hîdayetê nîşanê wî da”. (Ta ha: 122) 

Ji xwe çaxê însan bê bawerî mane, yan jî bi baweriyekî şaş jiyana xwe domandine, Pêxember ji wan re hatine şandin. Her Pêxemberê hatiye şandin, hemandemî pêşîvan û rêberên qewmên xwebûne. Qewmên guhdariya Pêxembran kirine, bi aramî jiyana xwe domandine. Qewmên guhdariya Pêxemberên xwe nekirine, pirranî helak bûne û tekçûne. 

“Gelî yên ku bawerî anîne! Xwe ji (bêemriya) Xwedê biparêzin û gotina rast û durist bibêjin”. (Ehzab: 70)

“Xwedê wê kar û barê we li hev bîne û li gunehên we bibore. Kî bi gotina Xwedê û Pêxemberê Wî bike, wî serkeftineke mezin bi dest xistiye”. ( Ehzab: 71)

Tûfana Nûh Pêxember (sxl) jî, bûye helak û ezaba qewmê neguhdar. Çend kesên bawermend tenê, li ser rûzemînê, bi emrê Xwedê, bi bawerî û bi keştiya xelasiyê ji tofanê hatine parastin.

“Dema fermana Me hat û av ji tenûrê fûriya, Me ji Nûh re got: ji her texlîtên heywanan cotekî û ji bilî yê ku derbarê wî de fermana Me heq bûne;  ji malbata xwe û wanên ku bi te bawerî anîne jî li keştiyê siwar bike. Ji xwe ji hejmareke hindik pê ve tu kesî bawerî pê ne anîbû”. (Hûd: 40)

 “Hate gotin:  Eya erdê! Ava xwe daqurtîne. Ya esmano! Tu jî vekêşe. Av kêm bû û çikîya. Ferman bi cih hat, keştî jî li ser Cûdî rawestiya û hate gotin: Bila dûrbûna ji dilovaniya Xweda ji civaka zaliman re be”. (Hûd: 44) 

Ev çiyayê “Cûdî” yê ku ji bo Nûh Pêxemberî bûye vehewîngeh çiyayeke li bakurê Kurdistanê ku îro dikeve nava sînorê bajarê Şernexê. Her wiha bêjeya Şernex jî peyveke hevdûdanî ye ku ji bêjeya “Şehr û Nûh” pêk hatiye. Şehr bi me’neya bajar e. Nûh jî bi me’neya nû ye. Me’neya wê: Bajarê Nû ye. Yanî bajarê Nûh Pêxemberî (e.s.) li gorî ayeta 29’em a “Sûretê el-Mu’mînûn”  ev cihekî pir mubarek, pîroz û bi xêr û bêr e. Pîroziya wî ji duaya Nûh Pêxemberî tê ku wiha gotibû: “(Xwedayê min!) Min li cihekî pîroz deyne. Tu yî çêtirînê mazûvanan”. Eger tûfan, ‘am û tam be, bi îhtimaleke pir xurt welê ye. Ev dever “Dergûşa Şaristaniya Mirovatiyê” ye. Her wiha ji vê derê mirov li çar aliyên cihanê belav û zêde bûne. 

(Wergera Qur’ana Pîroz bi zimanê kurdî. Weşanên bang, sûretê Hûd tefsîra ayeta 44’an.)

Însanîyet cardin bi van bawermenda, li ser rûzemînê cara duyemîn bi cî dibe û li çar aliyê dinyayê, ji derdora çiyayê Cûdî belav dibe. 

Gor agahiyên zimanzanan, zimanên sereke ên li dinyayê têne bikaranîn,  bingeha wan zimanan de, hevokên bi kurdî pirr in. Evana bi me dide zanîn, Kurdî zimanekî qedîmî û bi bandore. 

Ji agahiyên lêkolîneran tête fêhmê Kurd; milletên li ser rûzemînê dijîn, ji milletê herî kevintirîn û qedîmî ne. Paş tûfana Nûh Pêxember, (sxl) li ser rûzemînê, cih û wargeh û avahî, ewil li Kurdistanê hatine avakirin... 

Ji xwe paş tûfanê, ji nû ve dinya hatiye avakirin û ev avahî û wargehên hanê jî, li derdora çiyayê Cûdî ava bûne. Çewa tê zanîn, çiyayê Cûdî li Kurdistanê, çiyayekî herî meşhûr û binav û deng e. Pêre bi zêdebûna însana, li ser rûzemînê bi navên cuda qewm û netew çêbûne û her yek li welatekî bi cî bûne. Ew welat jî, bi navê wê netewê hatiye binavkirin. Her wiha welatê kurdan jî, bi navê Kurdistan hatiye binavkirin û Kurdistan jî bûye bingeh û dergûşa însanîyetê.

Kurd: li gor pirrê lêkolîneran di Rojhilata Navîn de netewek xweser û binecih e. Her wiha Kurdistan, di Rojhelata Navîn de giranî û giringiyeke mezin jî heye. Digel vê yekê, ji gelek Pêxember û baweriya re bûye cih û wargeh. Nûh Pêxember li Cizîrê, bav û pêşîvanê tevê Pêxemberan Îbrahîm Pêxember li Herranê, Yûnis Pêxember li Nînewayê, Eyyub Pêxember li Rihayê, Zulkif Pêxember li Erxeniyê û çend Pêxemberên cihê wan baş ne diyar li Kurdistanê ji qewmên xwe re pêşîvantî kirine. Silavên Xweda li ser tevan be.

Beriya Îslamiyetê Kurd

Di dîrokên kevnar de, her çi baş nediyar be jî bi navên cuda cuda, medenîyet û kevneşopiyên Kurdan gehiştine roja me ya îro. Belê her wiha, em nikarin yekayek daynin li ber çavan.

Beriya Îslamiyetê Rojhilata Navîn, li ser erdnigariya Kurdistanê, du hêzên desthilatdar hebûn; Bizans û Sasanî. Ji xwe ev herdû hêz, dijber û raqîbên hevbûn. Her tim di navbera wan de, şer û herb çedibûn û ev şer jî li ser erdê Kurdan çedibû. Her û tim di şerên desthilatdaran de, Kurd dihatine talankirin û kuştin.

Li ser vê mijarê em dikarin ji seyda îstîfade bikin. Seyda gelek caran fitûhatên sehabeyên Pêxember li mizgeftê, navbera mexrib û îşayê de ji gundiyan re dixwend. Bi taybet ji fetha Diyarbekirê dirêj dirêj behs dikir.

Seyda wiha digot: Rûmet û pîroziyên Kurdan,  di bin piyê  Bîzansê xaçperest û Sasaniyên agirperst de dihatine binpêkirin. Ne dirok û ne jî çanda xwe, ne dikarîn biparêzin, tenê yek mafê wan hebû, xizmetkarî û koletî. 

Li gor dîrokzana çaxê Misilman bi bîzans û Sasaniyan re dikevine şer, kurdên derveyên bajêr tev bi dilekî xweş pêşwaziya Misilmanan dikirin û dibûn alîkarê Misilmana. Misilman hem Bîzansiyan û hem jî Sasaniyan bindest û mexlûb dikin. 

(Dibe ku ev alîkariya Kurdan, ne bi sîleh û çek be, belê alîkariyeke stratejîk û abûrî be.)

Ev gotinên seyda bi me dide zanîn, ku ew îddiayên hinek nezan, bi qest avêtine pêş û dibên “leşkerê Îslamê, di vî şerî de Kurd qetlîam kirine” ji rastî û heqîqetê dûre û bê bingeh e.

Seyda wiha digot: Ji xwe kîjan dever, teslîmê Îslamê dibûn, Misilmanan îdareya wan, ji wan re dihişt û mezin û pêşîvanên wan bê rûmet nedikirin. Bona vê yekê, pirrê deveran şer nedikirin û şertên Misilmanan qebûl dikirin. 

Bi darê zorê, kesek misilman nebûye û kê xwestiye, li ser dînê xwe maye. Lewra hezar salan zêdetir e, li vî welatî Misilman,  Mesîhî, Êzîdî û Mûsewî li her deverê welêt, li gund û bajaran, di kuçe û kolanan de, cîrantiya hevûdu kirine. Bi rêzika însaniyetê, bi zibare û paletiyê alîkariya hevûdu kirine. Di şîn û hewariyan de, xem û kederên xwe, lihev parve kirine. Cejn û kêfxweşî, li hevûdu pîroz kirine. Her yek di perestgehên xwe de, bê tirs îbadetên xwe kirine. 

Ji xwe eger zordarî li ser dîn û baweriyan hebûya, li vî welatî, ji bilî Îslamê, yek bawerî ne dima. Lewra Îslam pirr bihêz û qewet bû. Ji xwe çaxê hêz û qeweta Îslamê kêm dibe; van dusedsalên paşî de, ev bawerî dikevine talûkê û xeterê. Lewra hêza Îslamê ji tevê baweriyan re eman û ewlehî bû.

Kurd bi Îslamiyetê pêşketine

Paş mexlûbîyeta Bîzans û Sasaniyan, Kurd bi Îslamê xwedî rumet bûne û ta roja me ya îro çand û edebiyata xwe bi vî awayî parastine û pêş ketine. Pirr alim û zanyar û şexsiyetên navdar ji Kurdan rabûne û pêşîvantî û şêwirmendî ji gelên din re jî kirine. Îro jî em bi wan şexsiyetan serbilind in. Ji xwe çand,  edebiyat û şexsîyetên navdar, bi Îslamê ji Kurdan re bûne mal. Eger em van şexsiyetan ji nava Kurdan rakin, tiştekî bi nav û deng ji Kurdan re namîne.

Şexsîyetên Kurda ên navdar

Sehabe Caban Kurdî: 

Gelo dibe ku CABAN; bi kurdî GAVAN be. Ji ber ku (g) û (v) di erebî de tune, CABAN hatibe gotin. Îhtîmalek din jî heye ku ev sehabe li çolê gavanê heywanên xwe bûye û paşê cerdevanan ew û tevê heywanên wî talan kirine û bi koletî firotine bazirgana. Paş hingê baziganên koleyan wî bi koletî li bajarê Medînê firotine misilmanekî. Gavan Kurdî çaxê Misilmanan nasdike û edaleta Îslamê dibîne Misilman dibe. Piştî ku Misilman dibe cewhera wî derdikeve pêş û dibe sehabeyekî Pêxember. Û ji koletiyê jî azad dibe. Paş hingê Pêxember (sxl) bi walîtî wî dişêne Bazen ê (Bazin). Bazen nêzê Şam û Mûsilê ye. Yanî nêzê devera ku Kurd lê dijîn. Hal ev e ne Bîzansiyan û ne jî Sasaniyan ji bilî koletî û gavantiyê ji kurdekî re rewa û layîq ne didîtin. Belê Îslam ne li gavantî û ne jî li kurdîtiya Gavan Kurdî dinêre. Pêşîvanî û walîtiyê jê re rewa û layîq dibîne û wî dike walî...

Di debarê nivîskar de

Têhev

20

Gotar

Ê Berê ÇÎROKA JIYANÊ
Ê Li Pey Bi Rastî Qet Ez Nebûme Fedayê Dildara Xwe

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.