HEBÛNA ME Û PÊXEMBERÊ ME

Article

 

Wextê li ser vê dinyayê û li ser vê kâinata bê ser û bînî difikirim, ‘eql û fikrê min disekine. Heye di nav kâînatê de, dinya ne bi hukmê zerreyekê be jî. Di nav hewqas cismê ‘ezmana de, bê dinya çawa biçûk be; li ser dinya me jî, însan hewqas biçûk e.

Wextê ez, li ser dinyayê û ‘ezmana û li ser mezinbûna kaînatê difikirim, li pêş ber mezinbûn û ‘ezemeta Xwedê Te’âlâ jî, hewqas ez di heyretê de dimînim. Xaliqê ‘erd û ‘ezmana û kâînatê tevî Xweda Te’âlâ, di nav hewqas tiştê heyî de, însan ji xwe re muxatab qebûl kirîye. Qîmet daye însan, û rutba eşrefê mexlûqatîyê daye wî.

Wextê ez vê heqîqetê fa’m dikim, dilxweş dibim. Li pêş ber vî qîmetê kû Xaliqê Kâînatê daye me însana, ez kêfxweş dibim. Lê belê ji ber kû ev qîmeta mezîn, Xweda Te’âlâ daye me însana, ez mehcûb dibim, fedî dikim û ditirsim. Lewra Xwedê Te’âlâ, ev qîmet ji cem xwe daye me, ne kû me ew heq kirîye. Ez difikirim kû ev nî’metê Xwedê Te’âlâ, bi lutfa xwe dane me, hinek mesûlîyetan li me bar dike.

Gelo Xwedê Te’âlâ, ji me çi dixwaze; çi li me bar kirîye; ez dixwazim bi‘elimim. Hinek pirs di serê min de diçin û tên; ez dixwazim bersîva van pirsa fêm bikim:

Li ser vê dinya mezin ez çima dijîm? Lazim e ez çawa bijîm? Wê dawîya min çawa be? Çima însan qeflo qeflo têne dinyayê, muddetekî dijîn û duvre dimirin? Evê kû dimirin, çi li pêşya wan e? Piştî mirinê jîyan heye gelo? Di vê jîna xwe de, tiştê em dikin, ma wê hîsabê wan, ji me wê were pirsîn?

Di vê nuqtê de, pêxemberên Xwedê di hewara min de tên. Ez di‘elimim kû ew ji âlîyê Xwedê Te’âlâ ve, ji nav me însana, hatine neqandin û ji me re, bi qasîdî hatine şîyandin. Xwedê Te’âlâ, bê ji me çi dixwaze, bi wesîta wan ez di‘elimim.

Wextê ez li ser vê wezîfa pêxembera difikirim, hurmeta min ji wan re zêdetir dibe. Lewra di nav hewqas însana de  ew hatine hilbijartin. Xwedê Te’âlâ, bi wasîta wan, bi însana re dikeve irtîbatê û fermanê xwe, bi devê wan ji însana re dibêje. Tiştê em nabînîn ew dibînin, tiştê em nizanin ew dizanin. Ez fêm dikim, Xweda Te’âlâ, bê çiqas qîmet û rutbe daye wan. Lê belê hewqas barekî giran jî li pişta wan kirîye.

Xwedê Te’âlâ, di her dewrê dîrokê de, li her cîyî, ji her gel û milletî ra, ji kerem û rehma xwe, pêxember şîyandine. Wan pêxembera, bi zimanê gellê xwe, teblîğa dînê tewhîdê kirine. Ji bona însan, rîya rast bibînin; û li gorî dînî Xweda Te’âlâ bijîn; û bi şeytan nexapin; ji wan re rêberî kirine. Di vê oğirê de şev û roj xebitîne, te’de dîne; hetta hinek ji wan şehîd bûne.

Di nav van peyxemberên piroz de, Hz. Mûhemmed (s.’e.w.) ji tevê însana ra hatîye şîyandin. Xwedê Te’ala, ew kirîyê xatemê pêxemberan. Ye’nî heta qîyametê, pêxember di piştî wî de, wê neyên. Wextê ez jîn û jîyana Hz. Muhemmed (s.’e.w.) dixwuynim, û li ser difikirim; ez gelekî heyret dikim, û lê heyran dimînim.

Xwedê Te’ala, ev însanê mubarek, ji nav tevê însanan neqandîye. Qîmet dayîyê, û ew kîrîye xwedyê rutba herî mezin. Ev zatê mubarek, ji me re bûye mîsala herî xweşik. Xwedê Te’ala, ew ji guneh û xerabîyan muhafeze kiriye; ew bi terbîya xwe terbîye kirîye. Ji bo însana teva, di her mijarê de ew kirîye rêber.

Îro di ser çardeh qernaye kû ji ser derbas bûye, lê belê hêjî sunnet û rêza wî nû û taze ye. Em di her mes’elê de, wî li pêşya xwe dibînin. Em li mala wî dinêrin, em dibînin kû ev bavekî herî qenc e. Ji zarwê xwe teva hes dike, ferqê naxe nav keç û lawan. Zarwê xwe, xweş terbîye dike; wan bi rizqekî helâl xwedî dike. Ew ji bo pîrekê xwe jî, exlaqxweş û nerm bû; tu carî li wan nexistîye, û ew ne êşandine. Hurmet daye wan, ji wan hes kirîye, û di kârê wan de alî wan kirîye. 

Wextê ez li heyata wî ya civakî û îctîma’î dinêrim, dîsa jî lê heyran dimînim. Lewra ez dibînim kû ew ji cîrana, ê herî qenc e. Cîranê wî, her car jê xweş mane. Her car ji destê wî îkram û qencî dîtine, li cem wî hizûr dîntie. Hetta carna, cîranê wî yên nemisliman, bi qestî te’de didan wî. Lê wî dîsa jî, qencî bi wan dikir, hetta ku cîranê wî di bin fedîyê diman. Wî xwarina xwe, gepa xwe, bi cîranê xwe re pâr kirîye; ne hiştîye, cîranê wî birçî razên.

Ew xweş heval bû, ji hevalê xwe re. Ji wan re rast bû, âlîkar bû, fedakâr bû. Îhtîyacê wan ji bo bibîne, ji destê wî çi bihata, teqsîr nedikir. Her çiqas pêşî ew ne maldâr bû jî, lê piştî bi dîya me Hz. Xetîce re zewicî pê de, hâle wî xweş bû. Lewra Hz. Xetîce, mal û mulkê xwe tev, teslîmî wî kirîye. Wî, ev mal û mulkê pir, tev di ber dînê Xwedê da, di oğira muhtaca de xerc kirîye. Lewra kesê kû dibûn misliman, gelek ji wan feqîr bûn, hinek ji wan xulam bûn. Hetta hinek kesê maldâr, piştî dibûn misliman, malbata wan ew ji mal û mulkê wan mehrûm dihiştin. Tiştek di destê wan de, nedima. Ev mislimanê wuha ne hindik bûn. Van mislimana, bi alîkârîya Hz. Muhemmed (s.’e.w.) û hinek mislimanê maldâr idâra xwe dikirin. Çi li Mekkê, çi li Medînê Hz. Muhemmed (s.’e.w.), her tim îhtîyaca hevalê xweyî misliman, di ser a xwe re digirt. Hetta carna xwarina mala xwe, daye muhtaca; û xwe û malîyê xwe, birçî hiştiye.

      Ji alîyê îqtîsad û aborîyê ve jî, wexta ez li Hz. Muhemmed (s.’e.w.) dinêrim, ez dîsa lê heyran dimînim. Ez dibînim ew, dirust e, kesî naxapîne. Bi helâlî dişuğule, bi helalî îdara xwe dike, û bi helalî xerc dike. Ne ça’v birçî ye, qene’etkâr û çe’vtêr e. Tîcaretê helâl dibîne, û tîcaretê bi helalî dike. Lê tu carî heqê kesî naxwe, û kesî meğdûr nake. Qerdê hesen, ye’nî deyn dide însana; lê ji wan tiştekî zêde nastîne. Ji her new’ê fayîzê xwe dûr digre; û mu’amela fayîzê meni’ dike.

Kû wî sozek dida, li ser wê soza xwe dima. Her çiqasî, ji wê sozê zirar jî dîtiba; dîsa jî, ew jê nedizîvirî. Şiteğalîya wî her dem rast bû, û sened bû. Ji vir û xapandinê nefret dikir, û ew ‘elametê munafiqbûnê didîtin. Ji zimanê wî, ji destê wî, kesekî zirar nedidî. Ji emanetê kesî ra, welewkî ê dijminê wî jî ba, xayîntî  nedikir.

Ji âlîyê jîna sîyasî yû ‘eskerî ve, wexta ez lê dinêrim; dîsa lê heyran dimînim. Ji bo kufr û zulum rabe, bi şev û bi roj, bê tirs xebitîye. Di vê oğirê de, gelek te’de û îşkence dîtine. Dinya tevde, lê bûye neyâr, û hatîye ser wî; lê dîsa jî, ew netirsîye, û bawerîya wî ya bi Xwedê, nehejyaye; û ji de’wa xwe, gav bi şûn de neâvêtîye. Li pêş ber tehdîdên zordestan wî ev gotîye: “Hûn rojê bidine destê minî rastê; û heyvê jî bidine destê minî çepê; dîsa jî ez ji doza xwe navegerim!”

Ne gotîye ez şexsekim, bi tenê me; ma wê çi ji destê min bê. Ew bi ‘ezm û qerarek mezin, bêsekin xebitîye. Ne bêpîlan şiğulîye, ew li gor pîlan û kaîdena şiğulîye. Wî negotîye; çawa be ez pêxemberim; ezê ji xwe, serketinê bi destxim! Wî, îmkanê dest û ‘eqil çi hebe, tev seferber kirîye. Ji bo însanê heta qîyametê werin, kû bixwazin serfîrazîya xwe bistînin; û xwe ji bin zulm û zorîyê xelas bikin,  rêbertî kiriye, rê şanî wan daye.

Teblîğa xwe, ji tevê însana re birîye. Ji bo reng û qewm û qebîla însanan, ne kes mezin dîye, û ne kes biçûk û kêm dîye. Kî de’weta wî qebûl kiribe, wî ew ji xwe re kirîye bira û heval. Lê belê, kî jî neyartîya Xwedê û dînê Xwedê kiribe, dixwaze bera ew ji malbata wî be jî, wî ji xwe re ew neyar qebûl kirine. Hevalê xweyî Misliman, tev dane ser hev; bi wan re ‘eleqedar bûye. Ew bi tenê nehiştine, ew kirine cema’et û bi hev re hereket kirine.

Kuştin, ezyet, îşkence, zindan û hîcret… Ew û hevalên xwe, bi van teva îmtîhan bûne. Lê belê vana, ew qet sist nekirine, û ew ji rêya heq nevegerandine. Welatê xwe, mal û milkê xwe, xwedîyê xwe berdane; çûne ğerîbîyê, xwe bi cî kirine. Li wir jî, ji destê munafiq û, yehûdî yû qebîlê muşrîk gelek xayîntî û neyartî dîtine. Lê dîsa jî, ji doza xweyî heq, dûr nebûne.

Piştre dewrekî nedirêj de, bi bawermendê xwe re, dewleta xwe ava kirîye, qanûn û hukmê xwe danîne. Bi ‘edaletê hukum kirîye. Tu carî, ji heqq û ‘edaletê te’wîz nedaye; iltîmasî ji kesî re nekirîye. Gotîye “Heger qîza min Fatime jî dizîyê bike; ezê destê wê jêkim!”  Wî, îdarevanê xwe li gorî ehlîyet û lîyaqatê hilbijartine. Qumandarê wî carna ji eşrafa bûn; carna ji ğulama bûn; carna ji yextîyara bûn, carna jî ji ciwana bûn. Lê belê, ew tev jî, hêja bûn; û ehlê kârê xwe bûn.

Ew mêr bû, bi cesaret bû… Tu cârî, ji dijminê xwe, neditirsîya. Jimara leşkerê wî, hindik ba yan jî pir ba, dîsa jî ferq nedikir. Ew dîsa, li pêş ber dijminê xwe, li ser pîya bû. Carna zefer distand, carna meğlûb dibû; lê wî zanibû, ev tev îmtîhanê Rebbul’alemîn in. Di meğlûbîyatan de, ûmîda xwe wunda nedikir; sist nedibû. Di ğalîbîyetan de jî, meğrûr nedibû; û ji serxwe ve nediçû. Wextê zefer distand, yan jî derek fetih dikir, wî şikir dikir ji Xwedê re; secde dikir. Lewra zanibû, ev tev bi alîkarîya Xwedê Te’ala çê dibûn.

Dewleta wî, di demeke hindik de, berfireh bû; gelek ‘erd û bajarê ‘Erebîstanê ketine bin hikmê wî. Hatina dewleta wî jî, zêde bû. Lê wî dîsa, bi şiklê feqîra, jîyana xwe domand. Ew, ne li ser doşekê nerm û dîwana; ew li ser hesîra diraza. Şiklê hesîrê di wechê wî yê muberek de çê dibû. Lê wî, ji vî hâlê xwe qed şikâyet nedikir.

Li Mekkê bindest bû; lê li gorî Medînê, zikê wî bêtir têr bû. Di gel kû li Medînê hukumdarê dewletê bû; lê carna ji birçîna, kevir bi ser nava xwe da girê didan. Wî, heskirna dinyayê nexiste dilê xwe; û ji bo dinyê mal nedaye ser hev. Hem ne hiştîye ehlîbeyta wî jî, mal bicivîne.

Di nav hewqas kârê zor û giran de, wî tu cârî, ‘îbadetê xwe, îhmal nekirîye. Limêj, ronîya çe’vê xwe didît. Limêjê xwe, tev bi cema’et dikir. Ne tenê limêjê ferz dikir; ji bo riza û şikrê Xwedê, zêde zêde limêj dikir. Bedena wî rehetî nedî, bi şev hindikî diraza. Pirê şevan, heta kû lingê wî ji mana ser pîya, diwerimîn, dirêj dirêj limêj dikir; secde dikir, du’a dikir. Di rojan de jî, gelek caran bi rojî bû.

Hz. Muhemmed (s.’e.w.), çima hewqas xwe diêşand; hewqas zêdê ta’et û ‘îbadet dikir? Çima her û daîm, di zikr û fikra Rebbê xwe de bû? Halbûkî gunehê wî tunê bûn; xetayê wî jî, Xweda tev ‘efû kiribûn.

Xweda jê hes kiribû, ew ji xwe re hebîb qebûl kiribû. Ew ji dinyê rakiribû, biribû ser ‘ezmana; wî ji Sidretul Munteha derbas kiribû, ew gihandibû meqamê kû Cebraîl (‘e.s.) nikaribû çûbayê. Gelek ayetê Xwedê dîtibûn kû kesî ew nedîtibûn.

Hz. Muhemmed (s.’e.w.), ev zanibû kû ev dinya, ne warê ebedî ye. Dinya ne warê îstîrahetê ye. Ew, warê ‘îbadetê ye; warê kar û xebata ji bo Xwedê ye. Cihê îstîrahet û zewq û sefayê cenneta Rebbul’alemîn e. Wî ji Xweda, maldârîyû dewlemendî bixwesta, Xwedê Te’ala, elbet wê bidayê. Lê belê, wî ev nexwest. Heger bixwesta; Xwedê Te’ala, wê ‘umrekî pir dirêj bidayê. Lê dîsa wî nexwest. Lewra wî zanibû, ev tev fanî ne. A qenc, rizaya Xwedê Te’ala ye; heyata ebedî ya li cenneta Xweda ye. Wî jî, ev xwest… Wekî her însanê fanî, wî jî rojekî rûhê xwe, teslîmê ‘Ezraîl (‘e.s.) kir û çû cem Refîqê E’lâ!

Di debarê nivîskar de

Têhev

22

Gotar

Ê Berê XWENDIN LÊ ÇAWA?
Ê Li Pey KURD MUSLUMANTÎYÊ JI XWE RE ŞEREF DIBÎNIN

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.