DEMA NÛR

Article

Şev tarî, ewr tarî û bi hemî rengê xwe kâînat tarî bû. Rengê demsal û îqlîma sar û zivistan bû daîm. Bawerî û qinyet gelek zeîf, rastî û durustî mîna cewher pir bi hejmar bûn. Însan gelek zalim û gelek dijwar bû. Lewra qanûn li gorî hêza însan bû. Merivekî jîr, merivekî xwedî ‘eşir û maldar, gotina wî qanûn bû. Li aliyê din merivekî feqîr, merivekî jar û mezlûm, pêşeroja wî nexûya bû. Jiyana mezlûman û dilê însanên bêxwedî di destê çend zalim û zordestan de bû. Ew dem demeke bêroj bû, demsaleke bêbihar bû. Pişta mezlûman ji ber zulmê tewiyayî bû, her dem çavê wan şil bû. Bi girîn bû, bi hêstir û bi huzun bû. Lê belê ka çareserî? Ka ew merivê birûmet û xwedî dilşefqet? Ka ew mêrxasê ku li hember zulma zaliman bisekiniya? Lewra ew karekî mezin bû û ji wî karî re bes mêranî lazim bû, hêz lazim bû, eşq û evîn lazim bû.

Rewşa kaînatê ev bû. Halekî nexweş bû. Mekke, Medîne, Hînd û hemî welat seranser di nava reşî û cehaletê de bû. Şîrk û pûtperestî, bûbû navê jiyanê. Dilovanî û dilnermî, şefqet û merhametî gelekî biha bû.

Sal, 571a Mîladî, ji mehan Nîsan, ji rojan duşem bû. Qelbê biharê bû. Xwedayê mezin û dilovan, yek perçe nûr avêt ser kaînatê. Ev nûra mezin, ji şikefta Hîrayê veda û girt ser Mekkê, ser cîhanê û ser dilê mezlûman. Ev nûr, nûreke ji rehma îlahî bû. Ev nûr, wê rengê jiyanê biguherîne, wê evîna mezlûm û bindestan serbilind bike. Wê dilê jar û feqîran xweş bike, hêstirên çavê dayikan û giriyê rebenan bide sekinandin. Ev nûr, wê bibe destê mezlûman, hewar û qêrîna bêkesan. Ev nûr, wê rê li ber zalim û zordestan bigre.

Xwedayê meyî mezin û dilovan; ev nûra pîroz ne li ser xwedî hêz û xwedî maldar ava kir, ne li ser serok û rêberê pûtperestan ava kir. Bes xwediyê vê nûra pîroz, Mûhemmedê yetîm bû. Şivan û feqîr bû. Dema serok û rêberên Îran, Bîzans û civaka Mekkeyê pê hesiyan, gelekî şaş û maş bûn. Lewra Mûhemmed, yek ferdek feqîr bû, hêzeke wî ya li ber çavan tunebû. Heyret û şaşitiya wan rêberan li cihanê bela bû.

Û roj bi roj, meh bi meh, sal bi sal ev nûr, pir mezin bû. Ew tarîtî, ew reşîtî, ew pûtperestî û bêdînîtî ji dilê Mekkeyê, ji erda Medîneyê û ji temamê çola Erebistanê derket. Navê jiyanê bû Îslam, bû ‘edalet, bû hêvî û bû rengê azadiya mezlûman. Ev çend sal in,  çend demsal û çend bihar in ku ev nûr bûye sitara mezlûman, bûye mizgîna azadiya rebenan. Ev nûr bûye eşq û evîna ketiya, bûye bingeha azadiya temamê milletan û bûye taca serê şoreşger û musted’efan. Ev nûr bûye îzzeta aliman, bûye şûrê mêrxas û ‘adilan û bûye şerefa serdar û peşîvanan. Lewra xwediyê vê nûrê, Pêxemberê axir zeman e, navê wî Mûhemmed Mustefa ye. Îmamê hemî pêxembera ye, hem îmam û hem serwerê ‘alim û serdara ye.

Ev nûr, nûreke bê mîsal û bê hempaye. Dem derbas dibe, ev nûr mezintir dibe, li ber dil geştir û xweştir dibe. Ev nûr, bi borîna ewqas salan, bes şewq û bereketa wê zedetir dibe. Ê ku nesîb ji vê nûrê girtibe, bextewar û dilşad e, dil û evîna wî wek bihara cennetêye. Lê yê ku ji vê nûra pîroz bêpar mabe, dilê wî dibe wek zivistaneke dijwar.

Dûa me û hêvîya me ya herî germ ji Rebbê me, ev e ku me layiqî vê nûra mezin bike. Me û temamê milletê me, malbat û cîranê me, hem dost û hem hevalên me, bi vê nûra pîroz bide xemilandin. Me û hemî musulmanan ji vê nûra şêrîn re bike yar û xizmetkar. Û ummeta Îslamê bighîne serfirazî û zafereke bişan. Lewra demeke pir dirêj e ku misulman dilbirîn in, dilêş û çavhezîn in. Bêkes û bêhêz in. Esîr û girtîn in. Şerpeze û perişan ın. Bêhêvî û bêsitar in.

Ji ber vê yekê ya Rebbê me! Em xwe dispêrin te! Ummeta Îslamê ‘ezîz û serbilind bike, îxtîlafên di nabeyna Misulmanan de rake. Qelbê misulmanan li ser mehebbet û biratîyê ava bike!

Ya Rebbê me! Ev dem dema Nûrê ye! Dema bihar û dilxweşîyê ye. Wan zivistanên reş, em pir êşandin, me gelek derd û elem kişandin û bi vî rengî em birîndarin. Êdî nûra xwe li ser me bibarîne. Dil û çavên dayikan ronî bike, mucahîdên Îslamê serferaz bike. Weke dema ‘esra se‘adetê, bi destê mezlûman bigre û wan ji bin zulmê azad bike!  Zalim û zordestan tarûmar bike û yekîtî û qûweta zaliman ji hev belawela bike, amîn.

Di debarê nivîskar de

Têhev

3

Gotar

Şêxmûs BATERGÎZÎ

  • DEMA NÛR
  • RENGÊ AZADÎYA ME
  • NÎŞANA ME
  • Ê Berê RENGÊ AZADÎYA ME
    Ê Li Pey

    Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.