‘Eşq û Evîna Resûlullah (s.ʿe.w.)

Article

Muşrikê Mekkê di hesabekî gelekî şaş de bûn. Wan digo qey ewê kâribin nûra Xuda bi tefînin. Lewra bi her awayî bi Resûlê Xuda re mucadele dikirin. Hem teʿde lê dikirin û hem dı xwestin psîqolojîya wî xera bikin.

Me’lûm e zarokê Pêxemberê me (s.ʿe.w.) Qasim û ‘Ebdullah hê pir biçûk bûn li Mekkehê wefat kirin. Resûlê Xuda (s.ʿe.w.) ğemgîn bu, kezaba wî di şewitî. Lê belê kêfa muşrika di hat. Ji bona ku zarokên wîyî kurîn sağ ne di man, muşrika mizgîn didan hev. Dıgotin “Muhemmed kordunde (ebter) ma! Piştî ew bimre wê navê wî bê te jibîr kirin.”

Xuda Te’âlâ mizgîn dida Hebîbê xwe: “Bi rastî me kewser (xêra pir) daye te. Vêca ji Rebbê xwe re limêj bike u ji bo wî şerjê bike. Bi rastî ê ku ji te di keribe û hez ji te nake, ew e yê warkor û kordunde!” (Kewser:1-3)

Xuda Te’ala çiqas rast gotîye! Lewra piştî çend salan Resûlê Xudê bû hakimê tevê ‘Erebîstanê. Xelkê Mekkê tev bûn Musliman. Serokê muşrikân hatin jibîr kirin. Navê wan, bi xerabî hew di pelê dîroknama de man. Kesî ‘eslê xwe ne gihande wan. Lê însana navê Pêxemberê me Mûhemmed, Mustefa, Ehmed, Mehmûd, Yasîn û Taha li zarokên xwe kirin. Navê Resûlê Xuda di azan û qameta de, di limêj û du’a de bi selewata hate xwendin.   

Sal û heyam bûrîn lê qedr û qîmetê Resûlê Xuda (s.ʿe.w.) qet kêm ne bû. Muslimanê her heyamî hez kirina hebîbê Xuda ji hev re mîras hiştin. Li ser hesreta wî hêstir barandin. Hez kirina wî ji ser ya ewlad û ‘eyalê xwe, ji ser ya dê û bavê xwe re girtin. Neʿt û qesîde û mewlûdên şerîf hatin nivîsandin ji dil û zimanê ‘aşiq û şa’irên evîndar. Ji dewra Resulullah (s.ʿe.w.) heta iro, bi her zimanî şiʿr û helbest hatine gotin û nivîsandin. Hz. Hessen b. Sabit û Ka’b b. Zuheyr li ser ‘eşqa wî gotin û dest pêka şiʿrê nivîsandin ji boyî ‘aşıqên Pêxember (s.ʿe.w.).

Çi hozan û hunermendê Muslimanên heyî, çi ji ‘Ereba, çi ji Farisa, çi ji Kurd û Tırka û çi ji qewmên dî, gotin û şiʿr û helbestên xwe bi pesindana Hebîbê Xuda, neqişandine. Hesret û evîna dilê gelên Musliman, bi qesîdeyên li ser Resûlê Xudê (s.ʿe.w.) li ser zimana hatiye gerandin:

 

“Kân kânîya sidq û sefa, kânî Muhemmed Mustefa!
  Kânî şefîʿê pir vefa, kânî Mûhemmed Mustefa!”

 

Carna jî wekî Şêx ‘Elaeddînê Xeznewî, kul û ğemên dilên xwe, şîkâyetên ji dewr û zemanê xwe bi zimanên şiʿrê ji Resulullah (s.ʿe.w.) re gotine:

 

“Em zelîlin em feqîrin, ya Resûlellah meded!

  Em esîrin pir heqîrin, ya Hebîbellah meded!

 

  Derdê me derdek ğedar e, çar teref bûne neyar e

  Hey hewar sed car hewar e, ya Resulallah meded!

 

  Kengî carek em bibînin, şûr li ser van bihejînin

  Hukmê şer’ê dîs bibînin, ya Hebîbellah meded!”

 

Bi sed sala muhbetâ dilê xweyî li ser Resûlullah (s.ʿe.w.) bi zimanê Melayê Bateyî, di malê xwe de, di kom û civatê xwe de me anî ziman:

 

“Ber tû bada her zeman û an û hîn

  Ey Mûhemmed sed hezaran aferîn

  Ey şefîʿê daruyê her ʿilletê

  Dîde û bînahîya vê ummetê

  Destegîr û musteğasê herdû kewn

  Bo gunehkârân penah û pişt û ʿewn”

 

Weki pêşî me got, muşrikê Mekkê di hesabekî şaş de ne. Muşrik û bêdînê vî zemanî jî di hesabekî şaş de bûn. Wan neyartî bi Hz. Mûhemmed (s.ʿe.w.) û dîne Hz. Muhemmed (s.ʿe.w.) re kirin. Wan jî di go qey, ewê kâribin navê Hz. Muhemmed (s.ʿe.w.) ji nav me rakin û bidin ji bîr kirin.  

 

Belê wuha ne bû. Çawa ku Muslimanên berî me ʿeşqa Resûlullah (s.ʿe.w.) ji me re hedîgar hiştine, me jî îro âlâ evîna Pêxember bi gund û gund, bi bajar û bajar hildaye û vê alê em dewrî neslên xweyî nû dikin. Vaye bi hezaran zarok û pîrek û pîr û ciwan, li meydana em her sal mewlûda wî bi hev re pîroz dikin:  

 

“‘Îde û cejnê lı ‘âlem daye roz

   Hâte dunyê Mustefâ lew sed pîroz!

 

   Sed pîroz, hat vaye mizgîn ey bira!

   Sed pîroz, hat xâtemê peyğembera

 

   Sed pîroz, hat xwedyê Qur’âna-Kerîm

   Hate rêzânê sirâtel-musteqîm

 

   Sed pîroz, hat serwerê me, lê selât

   Sed pîroz, Heq da me, ev şêrîn xelât”

 

Belê, va me dît bê kî “ebter”e. Gelo navê Resulê Xuda hate jibîr kirin yan ê neyarên Resûlê Xuda? Bera îdî însanên îro jî ji xwe re ders û ʿibretê bigirin. Neyartîya bi Xuda û bi Resulê wî re, ne kârê ʿaqilaye. Kî xwe bi Xuda girti be ew her ‘ezîz bûye û kî jî, xwe kirîye neyarê Xudaw Resûlê wî, ew her zelîl maye. Lewra Xuda hakimê mutleq e li ser kâinatê û qedr û rûmetê hebîbê xwe Hz. Mûhemmed ti carî li ʿerdê nahêle. Wî ji Hebîbê xwe hez kirîye û hez kirina wî xistîye dilê me de. Dinya me, dilê me bi nûra wî ronî kirîye.

                Emê di dawîya gotina xwe de, pesn û wesifdana Hebîbê Xuda (s.ʿe.w.) ji zimanê ʿaşiqê mezin Melayê Cizîrî godarî bikin:

 

“İsmê te ye mektûbî di dîwanê qidem da
  Herfek qelemê ‘ilmê bi teqwîmê reqem da

  …

 Mîm metle‘ê şemsa ehed ayînesifet kir
 Lami‘ ji ‘Ereb berqê li fexxarê ‘Ecem da

 …

 Erwahê muqeddes şebê qedran te dixwazin
 Nûra te ye misbahê di qendîlê Herem da

 

 Da weqtê lîqayê bi te hey bin di beqayê
 Min neqdê dil û can di fenayê bi selem da

 …

 Minnet ji Xudayî ko bi ‘ebdê xwe Melayî
 İksîra xema ‘işqê, ne dînar û direm da”

Di debarê nivîskar de

Têhev

18

Gotar

Ê Berê Niʿmeta Herî Mezın Îman E
Ê Li Pey 15ê Temmûzê, Yê Xwedê Ew Rûreş Kırî

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.