Halê Mu’mina Ğerîbe

Article

Halê mu’mina bê çiqas ğerîb e? Lewra mu’min gelek dem û carî, di hâlê nexweşîyê de ne. Zulm û zordestîyê dibînin ji neyarên Xudayê Te’âlâ. Hetta gelek carî îmana wan, bi her new’ê musîbetê giran, tê te ceribandin. Mu’min digel ku dostê Xuda’ne jî, dîsa jî gelek carî bindest û ze’îf in. Xizanî û feqîrî, barê sitûyê wane tu di bê qey.

Mu’min, di her dewrê dîrokêde bi jimarî ji neyaran kêmtirin. Bi hêz u quwweta xwe jî, tu demî ji neyâra ne li pêşin. Zalim u zordaran her û daim li mu’mina te’de û ezyet kirine. Ew xistine heps û zindana, xwîyna wan rijandine, ew şehîd kirine.

                Gelek carî mu’min bi tenê mane bi sere xwe. Hetta malbata wan jî ew bi tene hiştine. Gelek mu’min heta ji dê û bavan, xwuşk û biran û malîyên xwe hatine terikandin. Mu’minê maldar û dewlemend, gelek caran mal û mulkê xwe, ji ber ku mu’minin, wunda kirine. Wekî Hz. Mus’ebê kurê ‘Umeyr (R.X.L.), berî îmanê bîne, di halekî gelekî xweş bu. Ji malek gelekî dewlemend bu. Cilê rojekî li xwe bikira, roja dî ew cil li xwe ne dikir. Belê ku îman anî u kete nav sefê mu’mina, malbata wî, lê b û neyar; ew bi tenê hişt. Heta bi diya wî jî, ew ji ewladî û mîrasa xwe mehrûm kir. Wihareng mînakê wekî Hz. Mus’ebê kurê ‘Umeyr (R.X.L.), di dîroka Îslamê de pirin.

Wekî dîrokê kevin, di vê sedsala em têde dijîn, mu’minê li de’w û doza îlahî bûne xwedî, dîsa mustez’efin. Yekî bi xwaze, jîn û jîyana xwe, li gorî dînê Xuda bi domîne, em dinêrin dinya lê di be neyâr. Wekî ku ronîya çe’va Hz. Muhemmed (S.’E.V.) di hedîsa xweyî mubarek xeber daye:

“Wê zemanekî wiha bê ser insana, ku însanê li ser dîn sebir bike, ewê  wek insanê ku pizotê agir di destê xwede digire.”(Tirmizî, Fiten 73)

Îro jîn û jîyana îslamî, digel ku hewqas zor û zehmet bûye, ku wekî pizotê agir meriv dişewitîne, lê dîsa jî mu’minê vê dewrê, xwe ji de’w û doza Xuda ne dane alî. Nexwasim ev serê 30 salîye, di vî ‘erdê ku em têde  dîjîn, mu’minê muwehhîd têkoşînek gelek giran didin. Li ber hêzê batilî bi mal û can, berxwedanek ‘ezîz didin. Ji boy reng u şî’ârê Îslamî her û daîm, li ser welatê me bijîn her tiştê xwe kirin feda.

Di ber doza pîroz de, gelek ‘ezîzan, ji teref neyarên Xuda, hatin şehîd kirin. Gelek ‘ezîzan, hatin hepiskirin, ku nêzî çarêka sedsalekî di zîndana de ne. Lê belê wan ‘ezîzan, ji Xuda xwe qet dûr nekirin; bêtir nêzîkî Xuda bûn. Heps û zîndan, wekî Hz. Yûsuf Pêxember (‘E.S.) wergerandin medreseyan. Gelek ‘ezîzan, muhacir bûn; terk-î welat bûn. Lê dîsa jî, ciyê ku çûnê, ew der ji xwer kirin ciyê jîn û jîyana Îslamî.  

Însanê îro, wek ku ji agir direvin, wiha ji dînê Xuda direvin. Lê ew mu’min, ticarî jê narevin. Bil’ekis wan xwe ji dîne Xuda’re kirin sîper. Di nav însanê ji Xuda ğafil dijîn, mu’minê muwehhîd, tu dema Xuda jibîr nekirin. Her û daîm ew bîr anîn, hetta ev ‘eşqa xwe li meydanê gund u bajaran jî qîr kirin. Bi zimanê Melayê Cezerî wiha dibêjin:

 

Tu dizanî bi Xudê min tu xeyalî şeb u roz

Bi xeyala xwe mudam min tu li balî şeb u roz

 

Belê, ev halê mu’mina, em karin çawa bînin ziman? Ev çiye, ku mu’mina di her şert û imkânê zor û teng de, li ser piya dihêle? Ev cesaret û mêranî, ji ku tê mu’mina, ku serî li ber her dijminê Xudê radikin? Vê hêz uquwwetê, ji ku distînin, ku qîma xwe bi her new’ê îmtîhanê giran tînin. Çawa çê dibe ev tenêtî, ev bêkesî û ev bê îmkânî mu’mina nikâre têxe bêhêvî û buhranê?

Belê, emê kurt bêjin, bê ev çiye. Ev hêz û quwweta di dilê mu’minade “ʿeşqa îlahî” ye bê şek. Mu’minê muwehhîd, bi her zerrêyê xwe ‘aşiqê Xudane, evîndarê Resulê wîne. Lewra ew tiştekî nabînin ji ğeyrî Xuda û Hebîbê wî. Ev ‘eşqa Xudayî hiş û ‘eqlê wan sitendîye bê şek. Hew ‘eşq kâre însana wihareng li pey xwe bi meşîne. Hosteyê şî’r û nezmê Mela Ehmedê Cezerî, ev heqîqet, bê çıqas xweş anîye ziman:

Zerreyek ‘işqê giha kî û ji ‘eqlê xwe nebir ?

Kullû men sadefehû dahîyetu’l-‘işqî helek

 

Weh çi ‘işq û çi selamet herdû dûrin ji yekê

Kullû men yeslukû hubben subule’n-nârî selek

 

Ahê bêgavî ji dil tên me ji pêta di ceger

Bes tu bê feyde nesîhet ke me dil bûye pelek

 

 

Melâ, rast gotîye; xweş gotîye bê şek. Kê ku nesîbê xwe ji ‘eşqê girti be, ew di ‘eşqê de ğerq bûye û nema jê vegerîyaye. Lewra ‘eşq û selamet ji hev gelekî dûrin. Kê ku rêya ‘eşqê ji xwe re hilbijartiye, ew ketîye rêyek ji agir. Ewê zor û zehmetê têde mutleq bibîne. Ew dilê wayî ji ‘eşqê di şewite, nesîheta qet qebûl nake. Kî ji ware çi bibêje jî, ew ji rêya xwe na vegerin. Wan mal û canê xwe firotine Xuda, li pêş berî Cennetê. Xwezîya me bi wan mu’mina ye. 

Di debarê nivîskar de

Têhev

20

Gotar

Ê Berê
Ê Li Pey Niʿmeta Herî Mezın Îman E

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.