Li Kurdistana Bakûr Du Rêxistinên Sereke

Article

Li Kurdistanê du rêxistin ên sereke hene. Rêxistinek jê Ummî ye, yanî girêdayê bi dayîka xwe û bi welat û gelê xweve ye. Bi exlaq û çand û huner û jiyana xwe weke gelê xwe ye û gel bi xwe ye; bi her awayî û li her cih û warî de fitrîye û tebîî ye. Bi ti awayî ji gelê xwe ne cuda ye. Bi kêf xweşîya gelê xwe kêf xweş dibe û bi xemgînîya gelê xwe jî xemgîn dibe.

Rêxistina li Kurdistanê ya din jî Xelk e, sekûler e. Ji exlaq û çand û jiyana gel cuda ye, tebîî û fitrî nine. Rêxistinekî sûnî û hormonîye.

Rexnevan ên xelk di her platformê de Ummî ya bi ne Kurdistanî rexne dikin. Belê nabînin êş başkanên wan û purê endamên wan li Kurdistanê nikarin bê terciman bi Kurde kî re biaxivin. Belê Serok û tevê endam ên Ummîya li tevê Kurdistan ê bê terciman digerin û bi hemû devok û zarava yên Kurdî fêm dikin û diaxivin. Her çiqas endamên Ummî ya tev Kurd bin jî belê Xelk; ewana kurd na hesibênin. Her wiha çiqas endamên Xelk, zêdetirê wana ne Kurd bin jî belê xwe bi raya giştî re Kurd dane qebûl kirin û Kurdên weka wan nefikirin, yan ne Kurd yan jî xayîn dihesibênin.

Gotara Ummî ya çiye? Dibên "biratiya ummetê". Ummet kîye? Kurd, Tirk, Ereb, Ecem û netewên din. Gotara Xelk ê çiye? " halklarin kardeşliĝi". Halklar kîne? Cardin Kurd, Tirk, Ereb, Ecem û netewên din in. Zahirê de weka hev tê dîtin. Belê heqîqetêde encam ne eve. Ummet çiye? Umm dayîk e. Ummet; wate ya hemêza dayîk ê ye. Dayîk umm e, mala meriv umm e, gundê meriv umm e, bajarê meriv umm e, welatê meriv umm e. Kesê ku meriva vedixwêne bal hemêza dayikê/ummetê, pêwîste gel guhdarî bike. Zarên ji yek dayikê û ji pêsîra yek dayîkê şîr mêti; pêwiste tev li derûdora dayîkê û hemêza dayîkê kom bibin; ma gelo ev ne tiştek tebîî ye. Iro ewên zarokên vê dayîkê berdane hevûdû ji hevûdûra kirine dijmin; ma ne xelkin? Yanî kesên biyanî ne, kesên ne ji we ne, ew kesin ku ummet/dayîka xwe terk kirine û bûne xelk.

 

Em werin ser pirsgirêka "halkların kardeşliĝi". Halk; yanî xelk. Xelk tê çi wate yê? Xelk yanî yên başqe, yên din yên xeynê te, yên ne ji we, yên ne ji hevûdû, yên biyanî. Gelo yên ne ji te, yên ne ji we û yên ne ji hevûdû ma tu dikarî ji hevûdûra bikî bira? Ji xwe eva ne fitrî û ne jî tebîîye.

Di debarê nivîskar de

Têhev

17

Gotar

Ê Berê
Ê Li Pey Li Kurdistana Bakûr Du Rêxistinên Sereke (Nû)

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.