Di Dîroka Îslamê da Dewletên Kurd / Dewra ‘Ebbasîyan -2

Article

13- MEZYEDÎYAN (1012-1150): 138 sala hebûna xwe parastine. Destpêkeka Koçerin. ‘Hîlle ji xwe re navend girtine. Di kona da jîyane. Mezhebê wan; şî’î-îsna-‘eşerî ne. Jibo vê yekê di nav Kurdê Sunnî da zêde nehatine qebûlkirin û naskirin. Wan jî teqiyye kirine, xwe ‘Henefî dane nîşandin. Carna bi Kurdê din û Tirkara şerrê giran kirine... Mezyedî, ji nesla Kurdên ‘Ennazî tên. Lê dirokvana eva veşartine. Xanedanê Mezyedîyanî pêşeng û damezîran; Ebul ‘Hesen Sened-du-Dewle ‘Elî, eslê xwe da nebyê Sur’habe. Sur’hab jî lawê Damezrînerê ‘Ennazîyan, ‘Ebul Feth Mu’hemmedê lawê ‘Ennaze...
Surhab di 1047an de dimire. Navê lawekî Sur’hab, “Fulane ye”. ‘Elîyê Mezyedî, ji nesla Fulane ye. Kunya wî bî temamî: Ebu Dubeys (1) ‘Elîyê l. Fulane l. Sur’hab. Lawê ‘Elî Dubeys 1. , 63 sala (1017-1081) Serokatîya Mezyedîyan dike. Xanedanê Mezyedîyan îlhaq dikin.

 

Ji nesla Mezyedîyan du malbatê Wezîra yên mezin derketine. Yek; Mala Ebul Cebr e. Mîrê Batîxayê ne. (Li jor derbas bûn). Yek jî; Malbata Cuheyrîyane. (Bi ‘erebî; “Benû Cehîr”, “Benû Cuheyr” derbas dibin). Malbata Cuheyrîyan (Fahrud-Dewle Ebû Nasr Muhammed îbnî Cebîr) hem jî ‘Ugaylîyan, hem ji Mirdesîyan, hem ji Merwanîyan û hem jî ji ‘Ebbasîyan ra wezîrtî kirîye. Dîrokvan bi “bêbextî” şecera van malbatan dişkênîn û ‘Ereb nişan didin. Ya Rastî, Him şecera ‘Ennazîyan, him ya Mezyedîyan, him jî ya van malbatan di çavkanîyên rastî de li hev tên.

 

14- BEGÊ ŞEBANKARÊ: (1056-1355) 299 sala jîyane. Şebankar, heremeke Navenda wê: Daraceberd e. (Darabcird). ‘Erdnîgarî: Lorîstan û Hosnabad (Furg/Fars). Kurd, Sunnî û Şafî’î ne. Hesenweyhê “Ramanî” 1056an da li vir Mîrîtîyek avakirine. Bi navê Fazluyê/Fazlewîyye/Fadlewîyye jî derbas bûye. ‘Ereba Fazlun, Ğerbiya jî Fazlûye gotine. Muhtemelen bi Kurdî Fazlo an jî Fazlê ye. Lewra navê Xanedaneke wan jî “Maho ” derbas dibe. Xanedan: 14 Xanedan in.

1: Ebul ‘Hesen Fazlun’ê lawê ‘Elî l. Hesenweyh l. Eyyub (1056-1071: 15)

Fazlun ji alê Selçûqîyan ve hat kuştin. (‘îdam kirin).

6: Muzafferud-Dîn Muhammedê l. Xusrev (1220-1260: 35 sal)

Muzaffer jî alê helaguyê Moğol ve hate kuştin.

10: Hukumdar Celaluddîn Tayyîb Şahê nebyê Muzafferuddin. (1266-1282)

Teyyîb Şah jî ji alê Îlhanlîya ve hate kuştin.

14: Melik ‘Erde-Şêr’ê l. Fulan (1289-1355: 66 sal) Şebahkar di vê dîrokê da ji alîyê “Mizafferîyan ve hat îşğalkirin.”

 

15- HEZARESPÎYAN (LORÎSTANA MEZIN) (1155 - 1424): 269 sala dom kirine. Kurdin. Sunnî – Şafî’î ne. Hezarespî jî, ji nesla ‘Hesenweyhîyane. Mirê Şebankarê ji Yehyayê lawê ‘Hesenweyh dest pêdikin. Mîrê ‘Hezarespîya ji Fazlun in. Paytext: Îc/Îzac/Malamîr e. ‘Erdnîgarî: Hemedan, Xuzistan (1394an de) Xanedan: 15 Xanedan derbas bûne.

1: Atabeh Ebu Tahîr (1155-1204: 14 sal) (Di nesla 9an de nebyê Fazlê)

2: Atabeg Malîk Nusred-Din Hezaresp. (1204-1252: 48 sal). Navê Xanedanê ji vî tê.

15: Qiyasud-Dînê lawê Kawus (1424). Eva Emaneta 1396an de bendeyî Têmurîyan dibe.

 

16- XURŞÎDÎ: (LORÎSTANA PIÇUK) (1152-1597): 455 sala hebûna wan berdewame. Kurdin. Sunnî-Şafî’î ne. Sedsala 16an de bûne Şî’î-Îsna ‘Eşerî. Paytext: Xurremabad. ‘Erdnîgarî: Xurramabad, Sultanîye, Delar. Xanedan: 26 Xanedan derbas bûne. Ya 14an pîreke (jine)

1: Şucauddîn Xurşîd (1127-1224:97 sal: ‘Heta 1152an Welîyê Selçûqîyanî Lorîstanê bû. (24 salan). Duvra 1152an de xweserîya xwe ‘îlan dike. Xanedan nevê xwe ji vê hildide.

2: Seyfuddîn Rostem 1. (1124-1225:1 sal)

14: DEWLET XATÛN (1316-1317: salek): Dewlet Xatûn, qîza Mîrê Lorîstana Mezin Nusretud-Dewle Ahmedê 1. me. (1296an de mîr bû.) Dewlet Xatûn bi mîrê Lorîstana piçûk Îzzud-Dewle Ahmed ra (1296-1316 da mîr bû) zewicî. Mêrê wê dimire. Salekî fîîlî îdara Xurşîdîyan dike. Duvra birê xwe, Îzzud-Dewle ‘Huseyn 2. tîne dewsa xwe û ferağet dike.

Têmurîya û Şahê Safevîya kêmî 7 xanedanê Xurşîdîya kuştine. Hinek sirgûnî Turkîstanê kirine.

Xanedanê 25an Şah-Werdî (1585-1597) ji alê Safevîyan da tê kuştin. Emaretê îlhaq dikin. ‘Huseyn Xanê lawê [Şah Rostem 3. (1542-1576 mîrê Xurşîdane)] dikine. Welîyê Lorîstanê yê tevî.(1597)

Xurşîdî di dewra Muhemmedî Beg da (1576-1585) bendeyê Osmanîyan dibin. Safewî erîşî wan dikin û ilğa dikin.

‘Elî Merdan Xanê Feylî (Ji Xurşîdîyane), heta 1725an serdermandarê arteşê (leşkerê) Safevîyane. Bi Efğan û Osmanîyan ra ‘herb dike.

Di dewra Osmanîyan da Gurcîstan jî tevî eyaleta Lorîstanê dibe. (1584-5an de) Duvra dikeve bin destê Safevîyan.

 

17- EYYÛBÎYAN: (1171-1341): 170 sal hukum kirine. Împaratorîya Kurdane di dîroka Îslamê da. (Eyaleta Hisn-Kehfa (HasanKeyf)) ‘hetanî 1524an dewam kirîye. Bi vî hîsabî 353 sala dewam kirîye. Sunnî-Şafî’îne. Paytext: Misir e. ‘Erdnîgarî: Eyyubî Împaratorîyeke ji 12 eyaletan çêbûye. Eyalet: Misir, Şam, Haleb, Ba’albeg, Kerek, “Meyafarqîn-Sîncar”, Hısn-Keyfa, Amîd, Yemen, Busre, ‘Hama, Xums, Banyas, Subebye. Bi gorî sînorê dewletê îro, ‘Erdnîgarîya Eyyubîyan: Misir, Lîbya, Başûrê Tûnûsê, Nubye/Sûdan, Yemen, Hîcaz, Ûrdu, Filîstîn, Lubnan, Surîye, Rojhilata başûrê Anatolîyayê.

77 Xanedanê Eyyubîyan derbas bûne. 10 Xanedanê pêşyê Împarator in. 67ê wan jî Mîr û Milûkin.

1: Melîk’un-Nasir Ebul Muzaffer SALA’HUD-DÎN ÛSIF (Sela’hattînê Eyyubî) (1171-1193: 21 Sala)

77: Melîk Suleymanê 2yem (1524:1) 1524an de ‘Hısn-Keyfa îlhaqî Osmanîyan dibe. Melîk Suleyman jî dibe Sancaq Begê Ri’ha’yê Duvra wefat dike. Xanedanê mayî Sancaq Begtîya Mêrdînê dikin.

 

18- ÎS’HAQÎYAN: (1517-1591): 74 sala hebûna xwe parastine. Navend: Reşt e. Li nîvekî Geylanê jî ‘hûkum kirine. ‘Hetanî 1534a Sunnî-Şaf’îne. Duvra dibine Şî’î- Îsna- ‘Eşerî. Emir Dîbac şî’î ye. Carna Xweser bûne, carna jî bendeyê Safevîya bûne, di 1534/35an da bendeyê Osmanîyan dibin. Duvra Safevî dest didine ser wan. Emîr Dîbac dikujin. 1558an de Lawê Dîbac Mahmud dibe Xane (Begê Began) Reştê. 5 Xanedan derbas bûne.

1: Emîr Dîbac (1517-1535: 18 Sal)

5: Muhammed Emîn (1583-1591: 8 Sal)

Kurdên Îshaqî, ji nesla Geylanîyan in.

 

19- ŞÊĞÊ GEYLANÎ: Gêylan li başûrê Be’hra ‘Hezarê eyaletek bû. Kurd di vê dewra ‘Ebbasîyan da çûne wir. Di 941an de (Di dewra Kurdên Musafirriyan de Welîyê Erdebîlê Muhemmedê lawê Musafire. Di 928an de Welîyê Curcanê (Curcan jî eyaleta kêleka Geylanê ye) Mekan-Şêr-dilê lawê Selare. (Ji Kurdan Selarî) 960î da Nasîrê lawê Merzûban (Kurdên Merzûbanî) Welîyê Erdebîlê ye. Erdebîl jî ew çağ di sînorê Geylanê da ye, navenda Kurda ya girîng û her dem jibo Kurdan biqîmete. Koka şêğê Geylanî û Şêğê Erdebîle yeke. (Navekî Erdebîlê jî KELHORAN e)

1277an da Şêğ Tacud-Dîn Îbrahîm Zahid (r.a)  li ser Postê Şêğê Geylanîye. Şêğ Tacud-Dîn Kurde. (1219-1301: 82 sala ‘umur kirîye.) Şecera wî wihaye: Şêğ Zahîd Gêylanî b. Ruşen b. Emîr b. Bilbil b. Şêğ Bîdar-el Kurdîyîs-Sîncarî (li gundê Şêyxanber)

Kalê Cuneydê Beğdadî û Şah Îsmaîl jî; Şêğ Îs’haq Safîyud-Dîn e. Şêğ Îs’haq Safîyud-Dîn ji Şêğê Erdebîlê ye. 1277an de diçe Dergahê Şêğ Zahid. Dibe mirîde wî. Duvra dibe zavayê wî. (Keça Şê Zahid Fatimayê re dizewice). 1301ê da ku şêğ Zahid wefat dike, Şêğ Îs’haq Safîyud-Dîn derbasî ser postê wî dibe û dibe Xelîfê wî. Ku Şêğ Safîyud-Din wefat dike, Lawê wî, Şêğ Sadrud-Dîn derbasî dewsa wî dibe. Şêğ Sadrud-Dîn Nebîyê Şêğ Zahidê Geylanîye.

Şahê Îranê ji nesla Şêğ Sadreddînin. Nesla Şêğ Safîyud-Dîn ‘heta Şah Îsma’îl wiha dewam dike: Ji van ra Şêğê Safewîyan jî tê gotin.

1: Şêğ Îshaq Safîyud-Dîn (1301-1334:33) (Zavayê Şêğ Zahidê Kurdî)

2: Şêğ Musa Sadrud-Dîn (1334-1393:59)(Nebyê Şêğ Zahid) Sunnî

3:Şêğ Xoce ‘Alauddîn ‘Elî Sultan (1393-1429:36) Sunnî

4: Şêğ Îbrahîm b. ‘Alauddîn (1429-1447:18) Sunnî

5: Şêğ Cûneyd b. Îbrahîm (Cûneydê Beğdayî)(1447-1460) Pêşîyê Sunnî ye Duvra Caferî

6: Şêğ Hayder b. Cûneyd (1460-1488)

7: Şêğ Sultan Yar-‘Elî b. Heyder (1488-1493)

8: Şêğ Îsmaîl b. Heyder (1493-1501) Piştî 1051an de şahtîya xwe îlan dike. Dibe “Şah Îsmaîl”. Împaratorîya Safewîya ava dike. (Heta 1925an şahê Îranê ne farîsin. Di dewra Peslewîyan de Faris dibine ‘Hakimê Îranê)

Bi vê gorê, Têlkiyê, Şêğên Kurda û Şahên Safewîyan jî derdikevên holê. Nesla Şah Îsmaîl jî, ji Erdebîlêyê. Ji boy vê, hinek dîrokvan, jibona kalê Şah Îsmaîl (di şecera wî da) “Firuz Şahê–Zerîn-Kûlah”ra “Kurdê” dibêjin (Firuz Şah li Geylanê dewlemend û xweyî ‘erazî bû) Kurdên Rewwadî jî dibêjin; “Ji Yemenê hatine.”

Şêx û Şahê Safewîyan ne ji nesla Farisane. Faris di dewra Pehlevîyan da dibine ‘hakimê Îranê..(1925)

Şêğê Geylanê, malbatek tenê nînin. Çend Malbatin.

 

20- ZENDÎYAN: (1749-1794) Zendî ji nesla Lorane. “Lek” jî, ji wan re tê gotin. Şî’î-Caferîne. Di dewra Osmanîyan da (1584) Eyaleta Lorî, Eyaleteke Kurda ya xweser dihate qebûlkirin. Gurcistan jî di nav dabû. Duvra kete destê Safewîyan û leğw bû. Osmaniya wê çaxê ji Zenda ra digot “Ekradê Lek”. Xanedanê Zenda, ji ‘Eşîra Leka bûn. 7 Xanedan derbas bûn. Bendeyê Safewîyan bûn.

Xencî ji van Xanedan û Dewletên Kurda; gelek şağê Kurda yên Îndayî hene. Dîrokvanên misilman gere vê meselê serast bikin.

Bimînin di silametyê da. Emanetî Xweda bin.

 

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

3

Gotar

Yasîn Demîr

Ê Berê Di Dîroka Îslamê da Dewletên Kurd/Dewra ‘Ebbasîyan -1
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.