Li Kurdistana Bakûr Du Rêxistinên Sereke (Nû)

Article

Li Kurdistanê du rêxistin ên sereke hene. Rêxistinek jê Ummî ye. Umm? Umm dayîk e. Ummet; wate ya hemêza dayîk ê ye. Dayîk umm e, mala meriv umm e, gundê meriv umm e, bajarê meriv umm e, welatê meriv umm e... Kesê ummî! girêdayê bi dayîka xwe û bi welat û gelê xwe ve ye. Bi fikr û Rahman ê xwe, û bi exlaq û çand û huner û jiyana xwe weke gelê xwe ye. Bi her awayî û li her cîyû warî jiyanekî fitrî û tebîî dijîn. Bi ti awayî ji gelê xwe ne cuda ne. Bi kêf xweşîya gelê xwe kêf xweş û bi xemgînî ya gelê xwe jî xemgîn dibin. Têkilîya Ummî ya têkilîyekî bi biratîye. Ji xwe ummî, ji hevûdûre biranin.

Rêxistina li Kurdistanê ya din jî Xelk e. Xelk tê çi wate yê? Xelk yanî yên başqe, yên din yên xeynê te, yên ne ji we, yên ne ji hevûdû, yên biyanî. Xelk sekûler e. Ji exlaq û çand û jiyana gel cuda ye, tebîî û fitrî nîne. Rêxistinekî sûnî û hormonîye. Mucadela wan tev, ji bona vê yekê ye da weku gel tevê weke xwe bikine xelk. Lewra gelê ummî di nêrîna wan de nezan û kevneperestin. Dixwazin gel têxin yek şikl û şêwazê. Bi her awayî ji bu çand û exlaq û rûmeta gel biguherênin ji dil xebat dikin. Lewra xwe ji gel zanatir û li ser gel re dibînin. Ji ber vê yekê têkilîyên wan ne têkilîyên biratîyê ne. Bes têkilîyên hevaltiyê tenê ne. Ji  xwe ji hevûdû re dibêjin heval.

Di destpêka dîrokê de ev herdu rêxistin derketine pêş. Lawê Adem (sl) Habîl ummî bû, xêr xwaz bû ji her ruhberî re û girêdayê dê û bav û welatê xwe ve bû. Belê Qabîl; birayê xwe kuşt û bû xelk û ji dê û bav û jî welatê xwe dûr ket.

Her wiha Nûh jî (sl) ummî bû, bi keştiyê (bi qeweta Xwedê) ummet bi selametî ji tofanê xelas kir. Belê lawê wî bû xelk û ji keştiyê baz da û li tofanê de fetisî. Mûsa jî (sl) ummî bû. Ummet; bi esa yê xwe (bi qeweta Xwedê) xelas dike û ên xelk jî di behrêde difetise.

Di dîrokê de paşeroja ên xelk bi dûmahiyekî pur xerab têk çûne. Qabîl, çaxê xwîna birayê xwe dirêje û ji ummetê dûr dikeve bi ezabê wijdanî dûmahiya wî tê. Qewmê Nûh (sl) û lawê wî çaxê ji ummetê dûr dikevin, dawî ya wan jî bi tûfanê tê. Her wiha Nemrud û Firawn û xelk ên weke wan jî dûmahiya teva dişibihe hevûdû.

Tişta herî bala min dikêşîne evaye! Çaxê gel girêdayê bi ummetê ve, ku ev gel ên hanê reng û ziman û ola wan her çend cuda be jî, belê bi rêzika insanî hevûdû qebûl dikirin û dijberî û dijmintî bi hevûdû re ne dikirin. Li bajar ên me, di taxên me de çel pêncî mal misilman, pênc şeş mal mesîhî, du sê mal êzîdî û malek jî mûsewî tev di yek kolanê de: An jî deh duwazdeh gund misilman, pênc şeş gund mesîhî û du sê gund jî êzîdî dijîn û ji hevûdû tehl nebûn û di rêzika insantiyê de cîranti bi hevûdû re di kirin. Bivî awayî hezar sala zêde jiyan bi vê rewşê dewam kiriye.

Di vê sed sala paşî de, ew ummeta li ser tevê gela û ola siyû sîwan! Bi dijmintiya ê bûne xelk û alikariya dijminên ummetê, ev sîwan perçeperçe kirin û ummet belawela bû. Çaxê ummet diherişe tevê gel û ol ên di bin siya ummet ê de aram û ewlehiyê de dijîyan, yek carî ewlehî û êmnahî ji kesekîre namîne û tev dikevine xeter û talûkê.

Çaxê ummet qewet a wê dişikê mijok û emperyalistan weka gurên birçî kete nava vî pezê bê şivan. Vê hengamê de her yekê bona parastin û serkeftina xwe ji celadê xwe himaye xwestin. Netewên ku xwesteka celadê xwe pêk anîn û bûn weke wan; sitatûyek dane wan û ji wanare dewletek ava kirin. Belê Kurdên belengaz mane ummî, ne bûne xelk û xwestekên celada qebûl ne kirin. Ji bona vê yekê bedêlek pur giranbiha ji wan hate sitandin.  Celada; Kurdistan kirin pênc perçe û yetîmên ummetê di bin piya de eciqandin. Iro jî ji Kurda re dibên bedêl me şer bikin bona me bikujin û werin kuştin, eger hun bêjin na ew çax ev hal ji were rewa ye, sed salê din jî di bindestî bijîn.

Her çi rewş ne zelal be jî; belê me hêvî heye di rojhilata navîn de ummî bi ser bikevin, bi taybet Kurd serfiraz bibin. Ez bawerim bi serkeftina Kurda di rojhilata navîn de wê ewlehî û aştî çêbe. Bi aştî ya rojhilata navîn, wê ewlehî ji tevê insanî re çêbe.

Encam: Aştî û êmnahî ya navbera Kurda, aştî ya rojhilata navîn e. Rojhilata navîn aram û ewle be, wê cîhan tev aram û ewle be. Madem aram û ewlehî û aşîtî ya cîhan ê tev bi aştî ya Kurda ye! Ez bi bêdengiya xwe qêrîn dikin... Ey Kurdên belengaz! Dijberî û dijmintî ya hevûdû nekin, navbera xwe de aştî û ewlehî yê çêkin, da ku dinya tev bibe ciyê ewlehî yê. Aştî we teva dorpêç bike, bimênin di xêr û xweşiyê de.

 

Abdulbaqî Botî

Di debarê nivîskar de

Têhev

17

Gotar

Ê Berê Li Kurdistana Bakûr Du Rêxistinên Sereke
Ê Li Pey Kerbela me

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.