Sêwîyên Ummeta Îslamê: Kurd

Article

              Pesn û hemdên bêjimar ji rebbê me “Xwedayê Aleman” re bin.  Ez dixwazim rewşa ummeta îslamê û digel halê kurdan a di dîrokê de bi awayekî mecazî vebêjim. Di heyama berê de ji bo neteweya îslamê tenê yek qesr hebû û di vê qesrê de gelek ode hebûn. Ev qesr serbixwe bû û bi heman awayî odeyên wê jî dilşad û bextîyar bûn. Di hundirê vê qesra hanê de her netewe û qewm di odeyeke serbixwe de jiyana xwe dibihurand. Ev jiyana wan a di çarçoveya qesrê de qet ne xemgînî bû. Her dem dilxweşî û dilşadî hebû. Di navbera odeyan de alîkarî û têkiliyên xweş hebûn. Xulase biratiya rasteqîn hebû.

Niştecihên vê qesrê ji bo ev qesra kû wan ji neyaran diparêze hilneweşe, bi tifaqî tevdigeriyan. Di nava helwesteke yekîtiyê de bûn. Ji bona ku ev qesra hanê ji aliyên dijberên wan ve neyê hilweşandin, çi ji destê wan bihata dikirin. Ango bi hemû hêz û yekîtiya xwe li hember neyarên îslamê derdiketin û nedihiştin ev qesra kû ji wan re bûye stargeh û heman awayî yekîtiya wan pêk tîne xerabibe. Ev yekîtî hêza wan xurtir dikir û neyarên wan ditirsandin. Tu neyaran nikaribû li hemberî wan serî hildin. Lewra tifaqa wan hebû.

Lê belê piştî nakokî û îxtilaf ket navbera odeyan, wê gavê yekîtiya wan belawela bû û ew qesra kû li hemberî cîhanê yekîtiya wan nişan dida hilweşiya. Ango êdî yekîtiya ummeta îslamê ji holê rabûbû û têkiliyên di navbera odeyên qesrê de an jî netewan de hatibûn birîn. Hêzên biyanî yên neyarên îslamê, ketin hundirê qesrê û têkiliyên di navbeyna odeyên qesrê de hatin qutkirin.

Bi vî awayî yekîtî û xurtbûna qesrê ji holê rabû. Her netewe û qewm bi tena serê xwe ma. Divê ji bo yekîtiya qesrê xebitîbûyan û qesr dîsa ji nû ve sazkiriban. Lê belê ketin helwestek li dijî vê rewşê û xwe avêtin neyarên xwe. Heman awayî ji bo damezirandina dewleta xwe alîkarî ji wan xwestin. Bi alîkarî û hevkariya neyarên xwe ji qesrê veqetiyan û digel vê yekê dewletên xwe ava kirin. Tenê bi vê yekê jî neqediya û piştî demekê yên ev qesra dagirkiribûn, niştecihên qesrê ji xwe re kirin kole û xwîna wan mêtin. Êdî her qewm bi neyarên xwe yên dagirker ve hatibû girêdan.

Piştî qesr hat hilweşandin, ên di odeyên qesrê de dijiyan herkesî ji xwe re xanîyek saz kir. Dema kû xwestin li ser asasê odeyên xwe xaniyên xwe bilind bikin, wê gavê kujekî odeya kurdan jî bera ser xwe dan. Di vê rewşa hanê de neteweya kurd ji odeya xwe ya bav û kalan hate derxistin. Bi vî awayî kurd bê cih û war man û li nav xaniyên kû hatibûn sazkirin hat parvekirin. Êdî kurd ne azad û dilşad bûn. Kurd ji aliyên birayên xwe û hevkarên wan ve bûbûn kole û mezlûm. Kurdên mezlûm û sêwî ji aliyê stemkar û mêtingeran ve di nava wan xaniyên kû hatibûn sazkirin de hatin dabeşkirin. Belê kurd di navbera wan xaniyên kû hatibû avakirin de hat parvekirin. Lê belê zulma li ser wan bi dawî nebû.

Xwediyên wan xaniyan qet nedihiştin kû kurdên di nav xaniyen wan de hatibûn belavkirin bigihêjin hev û bi hev re têkiliyekê deynin. Bi vî awayî neyarên kurdan xwestin ku têkiliyên di navbera kurdan de bên birîn û kurd bêhêz bimînin. Lewra neyarên dînê îslamê bi vê armanca xwe dixwestin kû kurdên mêrxas li ser xaka xwe mebe desthilatdar û xwedî dewlet. Heke kurdan li hember neyarên xwe yekîtiya xwe pêk bianiyan û bûbûna desthilatdar, wê gavê wanê ev qesra kû hilweşiyabû mîna Selehaddînê Kurdî ji nû ve sazbikirana. Di odeyên vê qesra serbixwe de her netewe di odeyên wê de ango li ser welatê xwe ewê bi awayekî azad û dilşad bijiyana. Lê belê neyarên Îslamê jî baş dizanibûn kû kurd misilman in û di dîrokê de pêşîvantiya ummeta îslamê kirine. Gelek berdêl dane û her dem têkiliyên xwe bi îslamê re germ û xurt kirine. Wek hin netewên din tucari nîjadperestiya xwe nexistine pêşiya baweriya xwe. Li gorî rê û rêça Îslamê tevgeriyane û tucarî xayîntî bi birayên xwe nekirine.

Heke kurd weke kû me qal kir li odeyên qesrê, nehatibûna belavkirin û dabeşkirin ango hêza wan nehatibûya şikandin, bêguman milletê kurd wekî peşîvanê xwe Selehaddînê Kurdî ewê pêşîvantiya ummeta Îslamê bikirana û ola Îslamê li ser rûyê erdê bikira serwer û desthilatdar. Lê belê îro milletê kurd di nav ummetê de mezlûm û sêwi maye. Êdî hewceye birayên kurdan ên misilman, wan wekî xwe bibînin û mîna birayê xwe yê rasteqîn wan pêşwazî bikin.

Îro qesra ummetê hatiye xerakirin û kurdên mezlûm li ser axa xwe li nav dewletên cûda hatiye belavkirin. Bi heman awayî têkiliyên di navbera wan de jî ji aliyên dewletên dîyar ve hatine qutkirin. Kurdên misilman li ser axa xwe, li ser welatê xwe ji mafên xwe yên însanî û îslamî bêpar mane. Divê êdî kurdên mezlûm ji aliyên hemolên xwe ve weke gef neyê dîtin. Li ser bingeha îslam û mirovatiyê, kurdan mîna xwe bibînin û li gorî vê yekê tevbigerin. Heke na ew kesên kû hemolên kurdanin, nexasim dewletên dîyar ewê li cem Xwedayê Teala berpirsiyar bin. Dawiya doza me herdem şikurkirina Xwedayê Rebbûl Alemîn e.

 

 

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

1

Gotar

Ehmed Zeytûnî

Ê Berê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.