Rojnameya Doğruhaber Nûçe
Nûçeyên Dawî
Di dîroka siyasetê ya Kurdistan û Tirkîyê de siyasetmedarekî bijarte: Mehmet Yavuz
Merhûm Mehmet Yavuzê ku bi exlaqê xwe ya xweşik derdiket pêş û di oxira hedefên xwe de micadele dida; bi rabûn û rûniştina xwe di her qadê de dawetvanekî Îslamê bû.
“Hûn heta sibê jî xwe biparêzin dê dîsa qerara min neyê guhartin!”
Rojnameger Fîkret Gultekînê ku di dozên kumpasê ya FETO de digel Alîkarên Serokê Giştî yên HUDA PARê ceza stand destnîşan kir di dema parastina xwe de hakima mehkemê ji wan re gotiye “Hûn heta sibê jî xwe biparêzin dê dîsa qerara min neyê guhartin.”
“Bila mehpûsên 28ê Sibatê demildest bên berdan”
Parêzer Kaya Kartalê ku di daxuyanîya çapemenîyê ya ku bi mexdûrên 28ê Sibatê hat tertîpkirin de axivî destnîşan kir “Em teleb dikin ku mehpûsên 28ê Sibatê bêyî nîşandana hincetekî û bêyî taloqkirinekê demildest bên berdan.”
Civîna me bo azadîya Qudsê ye
Li Diyarbekirê panela bi navê “Quds û Mesûlîyeta me” li Navenda Giştî ya Îttîhadul Ulemayê bi beşdarbûna gelek alim, rîspî û nivîskaran dest pê kir.Di civînê de hat diyarkirin Civîna bo azadîya Qudsê ye.
“Quds îmana me tîne bîra me”
Nivîskar Mehmet Goktaş di axavtina xwe ya ku li Sîwereka Rihayê kir de diyar kir “Quds bi Mislimanan çavkanîya oksîjenê ye û Quds îmana me tîne bîra me.”
Mehmet Yavuzê ku nexweş e dua teleb kir
NAVENDA NÛÇEYAN - Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuzê ku nexweş e di serî de ji Yûsufiyan û bi giştî ji temamê Mislimanan dua teleb kir.
Rihayiyan di derheqê ‘Leyletul Qedrê’ de hest û ramanên xwe parve kirin
RİHA - Ji Leyletul Qedra ku di nav meha Remezanê de ye re rojek ma, Rihayiyan di derheqê Leyletul Qedra ku jê re rojek maye de hest û ramanên xwe anîn zimên.
Avahiya nû ya Weqfa Umut Kerwani bi diayan hat vekirin
STENBOL - Avahiya nû ya Weqfa Umut Kerwaniya ku bi alîkariyên ku dike rûyê kesên feqîr û jar dikenînî bi diayan hat vekirin.
“Civak bes bi edaletê li ser piyan dimîne”
Li Rihayê, Nivîskarê Rojnameya Dogruhaberê Mehmet Yavuzê ku di bernameya Wîladeta Pîroz de axavtin kir diyar kir ku civak bes bi edaletê li ser piyan dimîne.
Li Êlihê bernameya Wîladeta Pîroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin
ÊLIH - Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li Êlihê bi beşdarbûna bi dehhezaran kesan bernameya Wîladeta Pîroz hat tertîpkirin. Di bernameya ku hat tertîpkirin de hat diyarkirin ji bo heq û edalet hakim bibe divê îdare di destên kesên bi îman de be.