Wergera Ji Farisî: Cevdet KARAMAN
Ew şahê ku dev bernade ji bendeyên kurmxerab
Sed curumkarên bêedebê wek te nahêle di çola bêserab
Bo vê tu mebêj lutf e, lew di lutfê mislê derya ye ew
Dêwê reş[1] direvî ji me, bes hîç terka me nake ew reb
Ji ‘aşiqê bêsebir bêçartir kî heye gelo
Lew ev ‘eşq, derdekî bêderman e dilo
Dermanê ẋemê eşq ne riya û çavtengî ye
Di ‘eşqa heqîqî de wefa û cefa nîne lo
Ev şev, ew şev e ku canê şeva ye
Ev şev, ew şev e ku hacetrewa[2] ye
Ev şev şeva bexş û nî’met û lutfa ye
Ev şev, şeva Xuda ye ku meḥremê sirra ye
Ew canê ku dostê me bû, îro bîgane bû
‘Eqlê ku tebîb bû, nuho dîn û dîwane bû
Şah gencîneyan di nuxmînin di wêraneyan
Wêraneya me jî ji gencîneyê wêrane bû[3]
Însaf dibê ku ‘eşq qenc û pakkar e
Xelela ‘eşqê her ji teb‘ê bedkirdar e[4]
Te navê ‘eşqê li şehweta xwe danîye
Bes ji ‘eşqê ta şehwetê rêyek dûr diyar e
Ey Yûsûf! Emana te di xane a peder e
Seḥra û bîrader tev li rex te helak û xeter e
Bi gur re bîbî yar, bes ji ḥesûda dûr bi mîn
Lew gurê ḥesûdîyê ji gurê berrakî beter e
Gerçê di zahir û batin de hebit çi xêr û çi şer
Tev ji ḥukmê ḥeq in digel qeza û qeder
Ez her cehdê dikim bes qeder dibêjit
Di nav îşa de hene îş ku ji ḥeddê te der
Em ‘aşiqê eşq in, Musluman yeke din
Em morîkê ze‘îf in, Suleyman yeke din
Jê bixwaze rûkî zer cîgerek pare pare
Cîhê bazara ḥerîrfiroşan li cîheke din
Di meclîsa aşiqan de heye eḥwalek dîger
Di vê badeya şerabê de heye mestîyek dîger
Ew ‘ilmê ku te ji medresê peyda kir;
Karekî dine bes ‘eşq karekî dîger
Ev fesl, fesla biharê nîne tew feslekî din e
Meẋmûrîya her çavekî ji hevgihîneke dine
Her çiqas ku bîlcumle şaxê daran direqisin
Reqsa her gulîkî şaxedar bi sebebekî din e
Me, ji bil vî zimanî her heye zimanek dîger
Ji bil cennet û cehennemê me heye mekanek dîger
Azadeê dilan her û her jîndar in bi canekî din
Ew gewherê pakê wan serkanî ji madenek dîger
Ey yê ku nig û fikrê xwe girê dide ho!
Axir te di hereketê de razek dît dilo
Bi ḥereketê qebz vediguhere bi bestî
Ava bîr û coyê ji herikbariyê bi qedrin ho
Her derwîşê ku wî xebat li ser şikestina xetayên wî
Tu zen neke ku ew xeyalpereste û li pêy hewayê dimeşî
Ew cîhê ku wan derwêşan çadira xwe lê vegirtiye hew
Ji temmamê kewn û mekanên di ‘aleman pêştir dibî
Ew piyê ku bi bal baẋê gulşena ve diçû bi sermestî
Ew destê ku qefş bi qefş guldeste qefş dikir bi destî
Dema ku qefa ecel ji nişka ve devê xwe vekir û girt
Ew dest şikest û ew pê hat birrîn hew ku te dî
Ev şev, şeva wê dewleta bê dawî ye
Ev ne şev e, hevgihîna ‘erûsên Xudaî ye
Ew gewreyê letîf, bûye dostê ehlê Tewhîd
Ev şev, xêliya ser rukê bedewên ji qenca ye
Ey ê ku dilê min purr dagirtiye jê ji semen û yasemînan!
Gelo kes heye ku wek min ji dewleta te nesîbdar bî li cîhan
Devberdana ji can û cîhanê muşkîl nîne bes bo min
Muşkîla giran ew e ku dur bimînim ez ji te digel fîraqa giran
Ger tu gîhaye weslê, beheşta bi bax tew ev e
Ger ku ji wê ketî hîcrê[5] dojeha bi dax[6] îdî ev e
Eşq e ku ji mêj ve li cîhanê her û her serpûşîde[7] ye
Ev nuxmandî xwe dertînit meydanê, ‘ecêb jî eve
[1] Mebest ji dêwê reş şeytan e
[2] Mebest ji hacetrewayê ew e ku dua tê de meqbûl in
[3] Yanî: Dilê meyê ku cîhê venuxmandina gencîneya dost û yara ye wêran bû.
[4] Teb‘ê bedkirdar: Exlaq û tebî‘eta nebaş û neqenc
[5] Hîcr: Dûrketin û veqetandına ji yarê ye
[6] Dojeha bi dax: Cehennema şewitandox.
[7] Serpûşîde: Yanî veşartî
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.