Ji Pendnameya Ferîdûddîn Attar - Werger: Şeyhmus Orkin
Her çi qas ji feqîrtîyê tehltir tiştekî tune be jî
Tu bi qene‘et be her dem lawiko
Di her wextê seherê de rabe û tobe bike
Ev fersenda ku di destê te de ye bikarbîne
Xîbeta dost û cîranên xwe neke
Ji xeyrê şeytên li tu kesî le‘net neke
Ji bo her roja nû ku li alemê vebû
Divê ku tu ji gunehan birevî û tobe bikî
Her çi kesê ku ji Xweda netirse
Xweda, wî ji her tiştî dide tirsandin
Heta dikarî hewcehîya miskînan biqedîne
Da ku Xweda jî hewcehîyên te biqedîne
Hemû malên di destê te de ne emanet in
Ku di destê te de bimînin di axiretê fîzar dikî
Divê ku tu emanetê teslîm bikî
Te qet dîtîye kesekî ku li cem xwe zêr birîye?[1]
Ji dinyayê çi dimîne ey kesê emîn
Neh zîra’ qumaş û du sê qemç ax!
Te her çi di rêya Xweda de dabe ew e malê te
Kesên ku bi rizqê hindik razî bin, lutf û kerema Xweda dibînin
Dinya mîna mirarê genî ye
Ger ku tu mêrxas î dev ji wê berde
Dinya mîna dilopek e
Ger tu xêra xwe dixwazî tê bibuhre
Her çi kesê ku li ser pirê xanî ava bike
Bi wî re aqil tune ew ji dînan ye
Mu’min ku ji Xweda mal û milk bixwaze
Lewra ji bo mu’minan dewlemendî zehmet û derd e
Feqîrtî û derwêşî sefaya mu’mina ye
Ji bo ku hundirê wan bi vê şad dibe
Mal û ewladên te, li ber çavê te mîna ronîyê be jî
Ew di heqîqetê de dijmin in
Înnema ewladûkûm[2] bibîr bîne
Mahîyeta mal û milkên vê cîhanê hîn bibe
Ji bo ehlê Xweda faydeya mal û milkên dinyayê tune ye
Tu car fikra tunebûnê li cem wan tune ye
Her kî xwedîyê dilê pak û sadiq be
Ji bo wî loqmeyek nan û xirqeyek bes e
Kesê ku li pêy zêdekirina malê be
Ji ehlê se‘adetê dûr dimîne
‘Evdên Xweda di vê rêyê de canê xwe bexşandine
Hespê himmetê heta stêrka sureyya birine
Heta tu di rêya Heq de ji her tiştê neborî
Meqseda ku ji bo te divê, çawa bi dest dikeve?
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.