Wergera ji Farisî: Cevdet Karaman
Ey meḥbûbê ku gulên cennetê xwînê vedixwin ji gulrû
Ferqa bejn û bala te û mû nîne bi miqdarê yek mû
Ev finda şeva tarî ye, yan pertewek ji rûyê nûranî ye
Miskek ji mika tatarî ye, yaxud rayîḥaya gîsû
‘Ecêb Bercîs[1] e ku xistine dewsa roja vê cîhanê
Weyaxud rûkê canan e ku dişibhe roja li kêleka ebrû
Ji ẋemzeyên te yên xwînrêj di herişe can û hem dil
Gelo mislê çavên te yên mestanok kes dîtîye tu cadû
Gelo yaqût bûn le’lên te yan bo me mercanê can[2]
Di daîre a nasût[3] de nebû mislê lebê te yek dilcû
Di talankirina dilan de rûkê te rût dike Harût[4]
Nêrînek ji çavên te di ẋezalê de dibin du sed ahû[5]
Dibêjin xeberên ji evîna xwe tu bo kesî hîç mebêj
Ma hîç gencîne veşartî dimîne di dezgahê Hindû[6]
Ya Xalid! Gerçê te sûxen ji belaẋet xalî nînin
Lakîn di wan de nînin zewqa ẋezelên di Xacû[7]
[1] Bi Tirkî bo “Bercîs” dibêjin Jupîter
[2] Mebest ji “mercanê can” qût û ‘xida a ruḥanî ye.
[3] Mebest ji “daîre ya nasût” ‘alema însanîyetê ye.
[4] Mebest ji “Harût” serbaz e.
[5] Mebest ji ahû ẋezal e
[6] Mebest ji “Hîndû” zatekî muetsewifê meşhûr e. İḥtîmala qewîn ewe ku ev Mewlana Hîndû ye.
[7] Di viri de mebest Xacûyê Kîrmanîyê
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.