Yekîtîya Alimên Îslamê yên Kurdistanê bang li meqamên Hikûmeta Kurdistana Iraqê kirin û daxwaz kirin ku malperên înternetê yên pornografîk bên qedexekirin.
Hat ragihandin Yekîtîya Alimên Îslamê yên Kurdistanê bang li meqamên Hikûmeta Kurdistana Iraqê kirin û daxwaz kirin ku malperên înternetê yên pornografîk bên qedexekirin.
Yekîtîya Alimên Îslamê yên Kurdistanê di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “pêwîst e temamê malperên înternetê yên pornografîk bên qedexekirin.”
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ew vê yekê li ser navê “parastina ciwanan, aramîya civakê û nirxên exlaqî” teleb dikin.
Yekîtîya Alimên Îslamê yên Kurdistanê destnîşan kir malperên pornografîk tên qedexekirin ku ev malper “tesîreke neyînî li ser civak û xortanîyê dikin.(ÎLKHA)
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.