Weqfa Yetîman raporta xwe ya fealîyetên sala 2018an bi raya giştî re parve kir, di raporta ku hat parvekirin de hat diyarkirin di sala 2018an de di nirxa milyonek û 173 hezar û 405 TLyan de alîkarî hatiye kirin.
Alîkarê Weqfa Yetîman Engîn Taştekînê ku raporta fealîyetan a sala 2018an bi raya giştî re parve kir derbarê mijarê de diyar kir ew wek weqfê di sala 2018an de him li nava welêt û him jî li derveyî welêt di nirxa milyonek û 173 hezar û 405 TLyan de alîkarî ji kesên jar, feqîr û yetîm re kirine.
Taştekîn di berdewama daxuyanîya xwe diyar kir Weqfa Yetîman di sala 2018an de li nava welêt ji 842 hezar û 205 kesan re û li derveyî welêt jî ji 331 hezar û 200 lîre tevde milyonek û 173 hezar û 405 TLyan de alîkarî ji kesên jar, feqîr û yetîm re kirine.
Taştekîn di daxuyanîya xwe ya ku da de destnîşan kir temamê fealîyetên wan li ser esasa dildarîyê tê kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ew alîkarîyên ku li çar alîyên dinyayê tên kirin li ser esasa vê dildarîyê tên kirin. Temamê kesên dildar û xêrxwaz dikarin beşdarî xebatên weqfa me bibin. Temamê wan alîkarîyên ku li Tirkîye, Yemen, Filistîn, Arakan, Uganda û Endonezyayê hatine kirin bi ked û desteka birayên me yên dildar hatin kirin.”
Tevde milyonek û 173 hezar û 405 TL alîkarî hat kirin
Taştekîn di berdewama axavtina xwe de qala wan alîkarîyên ku di sala 2018an de li çar alîyê hatine kirin kir û destnîşan kir xebatên wan ên alîkarîyê li Yemenê hêj berdewam dike û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Di sala 2018an de li nava welêt ji 842 hezar û 205 kesan re û li derveyî welêt jî ji 331 hezar û 200 lîre tevde milyonek û 173 hezar û 405 TLyan de alîkarîya neqdî, erzaq, bursa yetîman, goştê sor, cil û berg ji kesên jar, feqîr û yetîm hat kirin.”(ÎLKHA)
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.