Ew ê di mehên pêşîya me de ji teref MEBê dê 20 hezar mamoste bên tayînkirin; lê belê di nava vê tayînkirinê de ji mamostetîya Kurdî re kontejan nehat veqetandin.
Ji teref MEBa ku Wezareta Perwerdehîya Neteweyî ya Tirkîyê ve ew ê di mehên pêşîya me de tayîna 20 hezar mamoste bên tayînkirin.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref MEBê hatiye belavkirin ew ê ji Fransizî 1 ji îngîlîzî 1960 ji Almanî 200 ji Erebî 190 û ji Rusî 5 mamoste bên tayînkirin. Lê belê li Kurdistana Tirkîyê ya ku nêzî 20 milyon Kurd lê dijîn ji mamostetîya Kurdî re qet kontejan nehat veqetandin.
Li zanîngehên mîna Zanîngeha Bîngol, Mûş û Artukluyê bi sedan xwendekar di beşên lîsansê yên zimanê Kurdî de dixwînin û her sal bi sedan xwendekar ji vê beşê mezûn dibin. Ev xwendekarên ku mezûn dibin ji ber ku MEB kontejan venake mexdûr dibin.(ÎLKHA)
: https://ku.ilkha.com/haber/15201/meb-kontejan-ji-mamostetya-kurd-re-veneqetand
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.