Sezayî KARAKOÇ (Wergera ji Tirkî: Cewad QEMERÎ)
Ba tê, baran dibare, rovî di cemidin
Parçeyek êzing kulekê ronî dike
Dayika wê azade di nêv agir de
Ba tê, baran dibare, rovî di cemidin
Baran di navbeyna pişta min û wê de ne
Sitranên lêvên wê û lêvên min
Sirrek dîwane dilê min kir hezar pare
Deng tê dengê zarokên dîwan e
Sitran di nêv lêvên wê û lêvên min de ne
Qama min kin, ya wê jî kin bû
Bo ku min xelekporê wê ne ramûsa bû
Xwelîya wê ya di vê kulekê de dikelijî
Di xewê de destê min di sot her şev
Qama min kin, ya wê jî kin bû
Çavên min şîn in, çavên wê reş
Ez bi qasî gunehan sipîm e, ew bi qasî tobê reş
Destên dayika wê di nav her du destan de
Di enguşta wê de gustîlek ji rojên ronî yadîgar
Wêneyek bi dîwar de daleqandî
Bi bal neynik û şev û mazîyê ve vegerandî
Destên dayika wê di nav her du destan de
Devê tivingekî berjor e
Li ber teqandinê ye, bê gule
Ez keçeke biçûk im, ez keçeke del û dîn
Tivingek li ber teqandinê ye bê gule
Min vekişand dawa wan
Keçên ku li kapeka kayê ‘eliqandî bûn
Çi bikim dilê min ji hişkebayê Qeredaḥ dagirtî ye
Min şîrê ewil li Geyveê vexwar ji dayika xwe
Li Enqere û Çeteldaẋ ji hezar zîndanan roj lê da
Hindik mabû ez bimrim di dewsa wan
Keçên ku li kapeka kayê ‘eliqandî bûn
Pisîk xalîyan vediçirînin
Tîrrojek sor dadikevit erdê
Di çokên dayikê de taqet nîne
Serê dayikê du alî ne
Ḥukmê agir li ruḥê însan nîne
Ba nikare li perdeyên tenik hukum bike
Pisîk xalîyan vediçirînin
Seqsîyên ku di agir de vedighînin gulên sor
Xwîya dikin wek nanê sor
Dengên ẋerîb tên guhê min
Însanên ku ji hêka çukan derdikevin
Di axurê de hespekî zîn dikin
Dengên ẋerîb tên guhê min
Ez sitranek im, ez helbestek
Ez mûyê li ser rûkê Meryem im
Nefesa ‘ezîzekî min di firrîne
Destên Xweda li ser qelbê min sekinandî ne
Ez hevgihîna wê, ẋurbeta xwe me
Ez ḥesreta ‘ezîzekî
Ez mûyê li ser rûkê Meryem im
Çavên min şîn in, belê çavên wê reş
Ez bi qasî guneh sipî me, ew bi qasî tobê reş
Kulek vedimre, agir dibit xwelî
Porên dayika wê sipî
Dayika wê porên xwe vedikşîn e
Di agir de gul vedibin, selwî mezin dibin
Ardıç mezin dibin, zarok mezin dibin
Kulek vedimre, agir dibit xwelî
Dayika wê ji ruḥê xwe puf dike ruḥê min
Roja ku perrê mêşa germ dike
Dê axê bi qelêşe û der bê
Jin bi şans jî dijîn
Ger bê sitran bimînin najîn
Sitran û şev jinan hişyar dikin
Sitran û eqreb jinan hişyar dikin
Sitran û jehr jinan hişyar dikin
Êdî ez dê biçim, hespê zîn dikim
Ez dê bîranên xwe yeko yek bişewtînim
Entarîyê xwe ezê perçe bi perçe biçirînim
Û ji jûjîyê bi jehr re bihêlim
Ez dê derkevim ser kevirek
Û gulek sipî bi gerdena xwe ve daleqînim
Ez dê guleyan bi bal roja li ber ava ve birêjim
Û xwe di valahîyekî de berdim
Beḥrek di bin piyê min ve di buhure
Ez keçeke biçûk im, keçeke del û dîn
Hûn çi ji min fêm dikin
Êdî ez dê biçim, hespa min di ḥîrre
Dergûşek mûmê dixwaze, mirîyek sitranê
Beḥrek di bin piyê min ve di buhure
Çavên wê min vedixwîne, naseknim ez naseknim
Çavên min şîn in, belê çavên wê reş
Ez bi qasî guneh sipî me, ew bi qasî tobê reş
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.