Sohrabê Sepehrî (Wergera ji Farisî: Cewad QEMERÎ)
Ey ‘ebûra zerîf!
Manekî dêyne li bask û perran
Ta ku
Perrê hişê min
Bisoje ji ḥesûdîyê
Ey jîna şedîd!
Kokên te ji muhleta nûrê
Avê vedixwin
Ademîzad
Ji vê ḥicma ẋemgîn
Di cobarên ḥewza demê de
Roja dagirtina ḥewzê
Di xewa xwe de dibînin
Ey piçek balatirê rastîyê
Digel tevzîvedana derûnîya ‘ezîz
Mîrasa şeklên tarî diweşin ji perrên te
Îsmeta metelmayîya hilfirrînê
Wek xetekî muẋleq
Di valahîya fezayê de
Remzan belav dike
Ez
Warisê nexşê ferşê zemînim
Hem ê temmamê xetexwarên vê ḥewzê
Şeklê wê kase a paxir
Hemseferê min bû
Ji ser hîssîyatên derûnîyê ‘ezîz
Ta teraşbûna wijdanên vê rojê
Ey awirvedana hereketê!
Hicmê engûşta tekrarê
Pencera îltîhaba min qefiland
Berya vê li ser lêvên sêvê
Şu’le vedidan destên dimin
Yanî piştî wan
Rojên ku însan tev qewmê yek şaxekî bûn
Rojêndi bin sîya pelêntêgihîyê de
Li ser biriyên gir ê mizgînê bûn
Xewnek şîrin ji hişê xwe diçû
Ji ber temaşeya tîrojên sitêrkê
Xwîna însan ji komên îrfanê tije dibû
Ey ḥuzûra perîroja ewwelîn!
Ey yê ku bi hilfîrîna ji şaxekî li axê
Resmê ḥurmeta jînê
Xêz dike
Min, piştî çûna teya qeraxê şet
Dengê tûndê tîbûnê
Dibihîst
Perrê teyê ḥazircewab
Dikevit pêşîya sûala fezayê
Ademîzadî tomara dirêja întîzarê ye
Ey perrende!
Belê tu
Xala yek nuxteya di saḥîfeya îrtîcalîya ḥeyatêde yî…
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.