Şêx Memdû’hê Birîfkanî
Pir ji dinya te xerîb im canê cana min tu ka
Dilkel û jar û keîb im canê cana min tu ka
Dilkel im sê sal temam e çav li rê yara xo mame
’Aşiqek pir mubtela me canê cana min tu ka
’Aşiq im dûr im ji ramê ’eşweyîn şîrîn kelamê
Girtî me-l vê qeyd û damê canê cana min tu ka
Girtime mame di qeyda her wekî mecnûn û şeyda
Dil bi navê te me ’hey da canê cana min tu ka
Dilkul û jar û ze’îf im mubtelê qametelîf im(1)
Ru’h fîday şama şerîf im canê cana min tu ka
Ru’h fîday werdên bixar im kuştiyê cotên xumar im
J-me’hbeta ’işqê dizar im canê cana min tu ka
J-me’hbet û cewra ’hebîba qehr û azara reqîba
Zêde kir êşa ğerîba canê cana min tu ka
Zêde bû cewr û cefa me (bela me) bêguman be’hra xema me
J-yar û dostan ez cuda me canê cana min tu ka
Bêguman dilvanî dost im sed meqaman veguhistim
Heta ez j-me’hwê veristim canê cana min tu ka
Min heta me’hû fena bû dil bi ’işqê mubtela bû
Cezbe û lerzîn û ta bû canê cana min tu ka
Lê (her) dema j-me’hû û fenayê geştîme ’halê beqaê
Can û dil her dû ma daê canê cana min tu ka
Can ji ber kezmên du sadan b-ser û feyza selewatan
Bûme mezherê sîfatan canê cana min tu ka
Bûme mezher bo cemalî we’hdeta cûd û wîsalî
Dil geha nûra celalî canê cana min tu ka(2)
Dil geha keşfa şihûdê zîkr û tew’hîda sihûdê
B-can û dil çûme sicûdê canê cana min tu ka
Can bi navê te me ’hey kir xulqê razî me di ber kir(3)
Sed şukir merza li ser kir canê cana min tu ka
Sed şukir fezla te dîsa nûr û narê Nebî Mûsa
Dil me “Tûr” e bê teyîsa canê cana min tu ka(4)
Dil kete sîrra lîqaê we’hdeta ’halê beqaê
Cinneta zewq û sefaê canê cana min tu ka
Cinneta keşfa cemalê menzîla min di xeyalê
Hadir Exlatî fîda lê canê cana min tu ka
--------------------
Ferhengok
’Işwe: Nazî, nazdarî, delal, be naz
Me’hu: Neman, mirin
Mezherê sîfata: Serkaniyên tiştên baş, serçaviya şitên baş
Cûd û wîsal: Gihşîtina hev
Hadir: Yekser, di gavê de, demildest
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.