Şêx Muşerref XENÛKÎ
Îro l imin xuş bû birin
Çik bûn çem û xûn û girîn
Derd û elem yek car firîn
Lewra weha xuş xeber in
Dunya temam lew bûye tav
Gul çîçikan girtin xunav
Qaz û qulung lê bûn belav
Van bilbilan lê qal û şer
Bû deng û denga bilbilan
Xuş tê kunava sorgulan
Bû xuşxuşa sahib dilan
Cahil hema lê fikirîn
Sosin li mêrgan zeyyinîn
Nêrgiz li wan xuş xuş kenîn
Xuş bû gulek bağ û cenin
Dost û evin tê da çêrîn
Mektûbekî mislê nebat
Wek kehniya ava heyat
Îro di êvarê ku hat
Hat û-j Diyarbekra şîrîn
Çendan tu mektûbek xuş î
Mislê gul û reng û geş î
Mektuba dostê mehweş î
Dost û evin û şekerin
Bihna ewan dosta-j te tê
Çendan di nêrim vê xetê
Winda dikem pir ‘illetê
Ji suhbet û wek bi firîn
Mektuba babê ‘izzetê
Bê hed xuş û pir lezzetê
Gelek bi te sebra me tê
Îro gelek em şakir în
Ya babê ‘izzeddîn xuda
Zanî ji te nabim cuda
Ne-l ser xeta ne-l bin xeta
Bê te ti ca nasebir în
Piştî evan cumle qisan
Selamekî wek her kesan
Ey şahiya her meclisan
Ji bo te ra hem hadir în
Destan di bosim daîma
Du’an bikin her daîma
Du’a dikin def’a ğema
Wellahû xeyrulğafirîn
Malê dibosin pir gelek
Wan destê nazdar û belek
Dêjin ji vê zêde emek
Nabê ku çendan-d fekirîn
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.