Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê harekata Tirkîyê ya ku îhtîmal e li rojhilata Feradê bê kirin de daxuyanîyek parve kir.
Ji teref Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî ve derbarê harekata Tirkîyê ya ku îhtîmal e li rojhilata Feradê bê kirin de li ser hisaba medyaya civakî daxuyanîyek hat parvekirin.
Barzanî di daxuyanîya ku li ser hisaba xwe ya medyaya civakî parve kir de destnîşan kir “Em ji bo geşedanên dawî yên li Kurdistana Rojava gelek zêde bifikar in. Em niha di pêwendîyê de ne.Em ê ji bo ku xelkê Rojavayê bi hinek bobelatên din re rû bi rû nemîne çi ji destên me bê bikin.”(ÎLKHA)
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.