Ji tirkî: M. Zahir Ertekin
Birayên minê Siddiq û ‘Ezîz,
Madem Rîsale-î Nûr bi makîneyê dest bi întîşara xwe berbelav kiriye; û madem xwendekarên mekteban ên ku hikmetê cedîde û felsefeyê dixwînin û mamosteyên (wan) bi piranî xwe bi Rîsale-î Nûr ve digrin. Helbet divê heqîqetek wiha were beyan kirin;
Felsefeya ku Rîsale-î Nûr bi şiddet şîmaqa lê dixe û êrîşê wê dike ne ya mutleq e; belkî beşa wê ya muzir e. Lewra beşa felsefeya ku ji bo tereqiyata hunerê, ji bo kemalata însaniyetê û ji bo heyata civakî ya mirovahiyê dixebite, bi Quranê re di nav aştiyê de ye. Belkî ew felsefe xizmetkarê hikmeta Quranê ye, nikare mu’areze bike. Rîsale-î Nûr dengê xwe ji vê beşê re nake.
Felsefeya duyem, hem ji ber ku sedemê delalet, ilhad û têxistina çala tebî‘etê ye, hem jî ji ber ku bi sefahet û lehwiyatê ve xeflet û delaletê encam dide û ji ber ku bi xarîqeyên xwe yên weke sihrê, bi heqîqetên mu’cîzekar ên Quranê re mu’arezeyê dike, Rîsale-î Nûr di ekser eczayên xwe de, bi muwazeneyên bi delîl û bi hêz, bi vê beşa felsefe ya ku jihedderketî re têdikoşe, şîmaqa li wê dide; ‘eleqeya xwe ji felsefeya musteqîm û bi mifa naîne. Loma xwendekarên mekteban bêîhtîraz, bêyî ku bikevin şubhê dikevin nava Rîsale-î Nûrê, xwe bi wê digirin û divê xwe pê bigirin.
Lêbelê çawa ku minafiqên veşarî, hinek mamosteyan, bi awayekî neheq û bêwate, li hember Rîsale-î Nûrê ku bi heqîqî malê ehlê medrese û mamosteyan e bikartînin, guncavtir e ku ev heqîqet li destpêka mecmû’eya ‘Esayê Mûsa û Zulfîqarê were nivîsandin. Ji ber ku îhtîmal heye, enaniyeta ‘îlmî ya hin felsefevanan were tehrîkkirin û li hember Nûran bête istî’malkirin. Se’îd Nûrsî
Lem’eya heştan û Şu’aya Heştan tam îspat kirine ku, Îmamê ‘Elî (Razîbûna Xwedê Lê Be) di Celcelûtiya xwe de bi awayekî nêzserîhane û bi şêweyeke pir bi hêz, di ‘eynê nimreyê de, behsa Rîsale-î Nûr û risaleyên bi ehemiyet kiriye. Û Îmamê ‘Elî (Razîbûna Xwedê Lê Be), di Celcelûtiyê de, bi fiqreya
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.