Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê xwendekarên mektebekê “Meşa Tu Bi Xêr Hatî Ya Resûlullah” tertîp kirin.
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê xwendekarên mekteba Dibistana Navîn a Îmam Xatîbê ya Mehmet Akîf Ersoyê di bergeha bernameyên Mewlida Nebî de meşa “Meşa Tu Bi Xêr Hatî Ya Resûlullah” tertîp kirin.150 xwendekar di meşa ku hat lidarxistin de cihê xwe girtin û afîşên ku nav û hedîsên Pêxemberê me lê hatibûn nivîsandin veguhastin.
Meşa ku hat lidarxistin ji ber mektebê dest pê kir û heta Qada Cumhurîyetê berdewam kir. Di dema meşê de bi zimanên Erebî, Tirkî û Kurdî(Kurmancî-Soranî-Zazakî) îlahî hatin bidengkirin.
Her wisa di dema meşê de loqim û gulav ji dikandarên derdorê re û ji kesên ku ji ber wan re derbas dibûn re hat îkramkirin. Welatîyan eleqeyeke mezin nîşanî meşa ku ji teref xwendekaran ve ji bo Pêxemberê me hat lidarxistin dan.
Abdussemed Tayfunê Midûrê mektebê di daxuyanîya ku da de destnîşan kir, îro ev êş û elema ku tê kişandin cardin nîşan dide ku ka însanetî çi qas mixtacî bi Hz. Muhammed in.(ÎLKHA)
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.