Kerwana Umudê ya Diyarbekirê raporta fealîyetên xwe ya sala 2019an parve kir

Kerwana Umudê ya Diyarbekirê raporta fealîyetên xwe ya sala 2019an parve kir

Kerwana Umudê ya Diyarbekirê ya ku bi alîkarîyên dike navê xwe li derdorê daye hesandin, raporta fealîyetên xwe ya sala 2019an parve kir.

Kerwana Umudê ya Diyarbekirê di sala 2019an de ji 9 hezar û 500 malbatên feqîr û jar re alîkarîyên cûrbecûr kir.

Raporta fealîyetan a komelê ji teref Serokê Kerwana Umudê ya Diyarbekirê Şahîn Elelçî ve bi raya giştî re hat parvekirin.

Elelçî di daxuyanîya ku da de derbarê mijarê de destnîşan kir, ew wek Kerwana Umudê ya Diyarbekirê di sala 2019an de ji 9 hezar û 500 malbatên feqîr û jar re alîkarîyên cûrbecûr kirine ku qiymeta van alîkarîyên ku hatiye kirin milyonek û 148 hezar û 136 lîre ye.

Elelçî di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir Xweda xêra wan xêrxwazan qebûl bike û ew ê xebatên wan ên alîkarîyê berdewam bikin.(ÎLKHA)


Ê Berê Qeydên Pêşbirka Sîyerê heta 24ê Çileyê hat dirêjkirin
Ê Li Pey 'Kurdên Sûrîyê divê pêwendîyên xwe yên bi PKKê re qut bikin'

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.