Selama Xweda li ser we be gelî zarokên ezîz û delal!

Selama Xweda li ser we be gelî zarokên ezîz û delal!

Selama Xweda li ser we be gelî zarokên ezîz û delal!

Merheba ji we re, dîsa em bi hev re. Dan pey hev Îlon û Cotmeh û Mijdar, dawî anîn li payîza xêrbar. Me rez hilanîn, dims û bastêq û kesme û mewîj û gûz û bennîw bihîv jî hilanîn. Ji we hinek çûn berrûw guhîj û te’ewan. We hinek berrûyên xwe xistin bin axê ne were? We go çima? Ezê dûre behs bikim.
Jixwe mektebê jî dest pê kir. We dest bi xwendin û dersa jî kir. Ez zanim wun hem li miellimên xwe guhdarî dikin, wezîfe û hazirîyên ku miellim û mamosteyên we ji we dixwazin, hûn li malê çê dikin. Hûn heyata pêxemberê me û Qur’anê jî dixwînin, wun limêja xwe jî dikin. Eferîn û şabaş ji we re.
Lê rojan dan dû rojan, hefte li dû hev rêz bûn, sê meh payîza me jî qedîya, ji me xatir xwest û cî da zivistanê. Na na nebêjin zivistan sar û nexweş e. Her mewsîm di wextê xwe de xweş e. Her dem bihar ba, tirî û hijîr û berrû û gelek mêwe û fêkîyên din, baş çê nedibûn, ewê tim şîn bana. Mezinên me dibên “berf xezîna erdê ye” Hûn dikarin mana wê, ji mezinên xwe bipirsin. Ne ji zivistanê be, ew bilbizêk û pîvokên biharê, ewê çawa derkevin?
De ka bêjin bê meha ewil ya zivtanê kîjana ye? Ya! Zanîn lazim e. Ji mezinan biellimin. Her sê mehên zivistanê Kanûn û Çille û Sibat in. Berîya em behsa sar û seqema zivistanê bikin, ez bînim bîra we, yên li gunda û qeza, ewên xanîyên wan ne biqalorîferin, gelo mezinên we hazirîya zivistanê kirine? Êzing û qurm û komir û ardûya xwe peyde kirine, yan na? Soba êzinga jî kirrîne ya na? Belê mezin bîra zivtanê jî dikin û kar û hazirîya rojên sar û seqem jî dikin. Bota we, qocix û qapûtê we, lepik û gorên we yên qalind, hazirin ne wilo? Haya we ji we hebe, ewçax hûn ne serma digrin, ne jî nexweş dikevin û ji mekteba xwe jî namînin. Heta tatîlê, wun ji ders û îmtîhanê xwe re jî hazirin, aferîn dîsa ji we re.
Zarokên delal! We hew dî, hewa sar bû, ba zêde gur bû, ‘ewrên reş li hev siwar bûn û bû giregirê ‘ewran, dûvre baran û şilîya pir barîya. We lênêrî ku nabe, we bilûz û fanîle li ser bejna xwe berda û hûn çûn mektebê. Hûn ji mektebê hatin, we hew dî ku li malê sobe danîne. Çawa danîne we nedî, lê kêfa we pir hat. Ewan borîyên li hev edilandî, ber qulka di diwêr de seyandî, şemedana bin sobê rexandî, binka sobê, maşe û carût, satil û êzingê li axur. Belê kar û tevgera sobê hinekî zehmet e, lê şefeqê gava we ji xew radikin, hûn dibînin ku sobe sor bûye û hundir çi germ kirîye. Şorba we yan jî hêkerûna we li ser sobê çi kelîye. Yaaa! We jî dî ku di zivistanê de û li dora sobê xweşî pirr e.
Niha ezê behsa xweşîyeke din bikim. We payîzê berrûyên xwe xistibûn bin axê. Gava berf barîya, we lepikên xwe xistin destê xwe, qocixê xwe li xwe kir, stûmal li dora sitûyê xwe gerand û bota xwe jî xistin pîyê xwe, gava hûn bi wî awayî derketin derve, ewilî we bi berfegilokan lîst, we bi berfê zilamek bilind kir, dûvre we bi gogê li ser berfê lîst û hûn betilîn, rahêjin bivir û tevrîyên xwe, herin ew cîyê we berrûyên xwe tê de veşartibûn, bikolin û hinek berrûyan derxin, bi avê bişon û dûvre bînin ber sobê. Bi kêrê çenikkî qalikên wan qul bikin û wan berrûyan deynin ser qapaxa sobê, bila li serê bimînin heta ku diqemirin, gava we dî ku teqîyan, ba ji wê cîyên we qul kiribûn derket û bû pifepifa berûyan, hinekî din jî bisekin û dûre wan ji ser sobê hilînin. Qalkê wan ên perçivî bavêjin û hundirê wan bihêlin ku hinekî sar bibin, paşê hûn dikarin bi afîyet bixun. Tew, hûn têxin nava parçek bastêqê, ewê ta’ma wan xweştir be. Çiqas xweşe ne were? Afîyeta canê we be.
Wun hinek behsa berfedimsikê dikin! Belê ez jî zanim pir xweş e. Lê temî temî, bê mezinên xwe berfedimsikê çê nekin. Hûn dikarin berfedimsika xwe têxin qeşedankê û piştî bû cemed hûn dikarin bimêjin û hêdî hêdî bi mêjtinê bixun. Lê bila haya we ji we hebe ku wun serma negrin û bi kuxik û bahor û girîbê nekevin. Lê hûn dikarin bastêqa xwe bikin parçe û wan parça li ser sobê germ bikin heta ku nerm bibin. Paşê qinê gûz û bihîvan têxin nava wan û bixun bê çiqas xweş e. Noşîcan be ji we re… Bila kalik û pîrikên we jî ji we re li ber sobê çîrok û çîranokan bibêjin. Gava li ber wê germa sobê û li ber wan çîrokan xewa we hat, wunê xweşîya zivtanê fêm bikin.
Ji we yê ku xwe şemitandin li ser cemed û li ser berfa hişk, bila li xwe miqate bin û derekî xwe neêşînin, kincên xwe zêde şil nekin û nexweş nekevin. Gava wun zêde bicemidin û şil bibin, wunê herin ber sobeyê. Hûnê xwe bidin ber germ û tîna sobê. Ewê destê we yên tevizî germ bibin, cilê we yên şil, hilm ji wan herin. Me behsa zivistanê kir, lê jibîr nekin, xweşî li alîkî, serma li alîkî, bila hûn ji ders û nimêja xwe nemînin. Dîsa dersa xwe bixebitin, nimêja xwe bikin û Qur’ana xwe bixwînin. Nimêja sibê jixwe bixêre, lê zivistanê kirina nimêja sibehê xêra wê bêtir e.
Zarokên delal! Niha em me’na vana biellimin:
Berf, xezîna erdêye: Evya gotina pêşîyaye û heqîqetekê nîşan dide. Lewra zivistanê gava berf zêde bibare û zêde li erdê bimîne, erd û ax hêdî hêdî wê berfê dimêjîne, dihilçinîne. Bi vî awayî erd û ax rewa xwe distîne û heta bihar û havîn û payîzê, zad û gîha û dar û ber xweşik têr û bêr dike. Di encamê de zad û ber û fêkî zêde û baş digihêjin û şîn dibin. Bi bereket dibin.
Bayê kur, kir çekur: Ev peyvik behsa serma zivistanê dike, nexasim di zivistanê de dema ku bayê kur peyde bibe. Jixwe ji navê wî jî eşkereye ku ev ba ji hêla bakûr ve tê û ber bi qible ve diçe. Gava ev ba rabe, heta ku disekine, her derê erdê hişk dibe. Heta berfa li erdê jî hişk dibe. Ji ğeyrî hundir û ciyên sitare, deverên din nabe ji ber sermê meriv nikare lê bisitire. Lê hinek cîhna, bayê kur nahêle ku dûyê sobê di borîyan re bikêşe derve jî. 


Ê Berê Weqfa Yetîman ji bo Îdlîbê seferberîya alîkarîyê da destpêkirin
Ê Li Pey Plana şer a sîyonîstan li Diyarbekirê hat telînkirin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.