Têderxistinok û tiştanok û mamik

Têderxistinok û tiştanok û mamik

Zarokên hêja!

We dîlokên xwe jî guhdarî kir. We dennê xwe vekir, gûz û bastêqa xwe jê derxist û anî ber sobê û li hev du par kir.. Îja wexta têderxistinok û tiştanok û mamika ye. Mezin jî tên ber germa sobê. Û ji biçûkan re tişta dipirsin, gava ku pê derxin, ji gûz û bastêq û bennîw bihîvan tiştekî didin wan. Eger wun hazir bin, vayê çend heb ji we re li jêr tên nivîsandin:


1- Tiştek xweşik heye, Xwedê ew daye, zana û ronîye, heft derî lê ye, kî nizane bêmêjîye. (serî)


2- Ji goşt û hestîye, pênc şax û bidestîye, sed û yek huner lêye, de bêjin ev çiye? (Tilî û dest)


3- Cêwîne li kêlekin, ne goştin lê nermikin, dengan kom dikin, ev çiye de fêm bikin. (guh)


4- Ji kelhê davêjim naşkê, davêjim avê dişkê (pelê cixarê)


5- Xişt mişt, çû li pey derî rûnişt (şurt, melkes)


6- Biharan bûke, havînan sûke, payîzan pepûke (dara fêkî)


7- Hilindir milindir, law ji bavê bilindtir. (agir û dû)


8- Şiva ter, li guher (mar)

 

9- Şaşik li ser sera ye, bang dide ne mela ye (Dîk)


10- Qesra sipî, bê pencere û bê derî, tê de rûniştîye bûkeke zerî (hêk)


11- Apê min tê ji deştê, barek sitrî li piştê (jîjo)


Ezîzên dila! Hinekî kêfa we hat. Niha jî emê behsa lîstikekê bikin ku di zivistanê de di serê salê de tê lîstin. 


Ê Berê Weqfa Yetîman û Kerwana Umudê kêfa malbatên êtîm û zarokan anîn
Ê Li Pey Ji ber coronayê li Herêma Kurdistanê nimêjên înê û temamê rêûresmên dînî hatin betalkirin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.