Xwendevanên hêja!

Xwendevanên hêja!

الحمد لله رب العالمين والصلاة والسلام على خير خلقه محمد وعلى اله و صحبه اجمعين

Xebat di destê me de ye lê muweffeqiyet ne di destê me de ye, di destê Xweda de ye. Yanî heger di xebata xwe de em kêmasiya bihêlin yan ne xebitin di dinyayê de ‘ebd karin me sucdar bikin. Di axretê de jî Xweda wê hesabê keslanî û ğemnexwariya me ji me bipirse. Lê bi serkeftin yan têkçûna piştî xebatê ne di destê me de ye. Ku Xweda nede nade û kes merev bi vê encamê sûcdar jî nake.

Lê encam jî girêdayî bi sebeban ve ye. Rebbê kaînatê ‘alem li ser vî qanûnî afirandiye. Kesê ku rî’ayetî vî qanûnî bike wê ancama bi dilê xwe bistîne, ê ku rî’ayet neke jî bi dereca nerî’ayetkirina xwe wê encam bistîne.

Rebbê kaînatê dibêje kaînatê, bûyeran, însanan, efkaran… bixwînin. Bi xwendina kesên din li mesele û însanan ne nerin. Bixwînin lê bi navê Rebbê xwe bixwînin, ne bi navê dujminê Rebbê xwe. Heger we di jiyana xwe de netîceyên ku dibin wesîla dilşadîyê nesitend xwendina xwe di ber çavê xwe re derbas bikin. Ne ku hûn çavê xwe bera xwendinên dilnexwazê xwe bidin.

Sernivîsa me vê mesûliyeta me dixe bîra me. Ger di van kirinên xwe de em bi ser bikevin emê di noqteyekê de bighîjin hev, emê tifaqiya xwe saz bikin. Tifaqiya li ser heq û ‘edaletê

Yek ji mijarên ku demslala biharê dixe bîra me jî salvegera komkujiya Helepçe ye. Li ser bîranîna tirajediya Helepçe me ji Kemal Zirarî ê şêwirmend û sekretêrê rehberê Bizûtnawa İslamî ya Kurdistan ji bo kelhaamed meqale xwest. Wî jî em ne şikandin, bi sernavê “Helepçe, Nasnameya Xelkê Mezlûm” meqaleyek nivîsand, Xweda mukafata wî bidyê. Her wiha nivîskarê me Mehmet Baran jî li ser vê mijarê nivîsiye. Di van meqaleyan de di ser bûyera Helepçe re ehwalê qewmê Kurd, Kurdistan, ‘alema Îslamê û heta bighîje dewletên dinyayê û asta têkilîyên wan merev dixwîne. Em viya muhîm dibinin.

Hevpeyvîna xwe ya vê hejmarê me bi lêkolîner û akademisyen ‘Umer Îsma’îl re kir. Wî bi navê “Cîhanbînî Pîremêrd” kitêbek li ser Pîremêrd nivîsandiye. Vê kitêbê ku bi zaravayê Soranî hatiye nivîsandin li Başûr ji alî gelek lêkolîner û zanayan ve teqdîr civandiye. Li başûrê Kurdistanê em çûn mala wî me li ser Pîremêrd û kitêba wî pê re sohbet kir; me pirsî, wî cewab da. Di kitêba xwe de gelek aliyên veşartî yên Pîremêrd derxistiye holê, gelek noqteyên ku ğelet hatine zanîn ronî kiriye. Ji kitêba ‘Umer Îsmaîl tê famê ku jiyana Pîremêrd, pend û berhemên wî ji bo rewşa Kurda ya îro bi ders û hîkmetan dagirtî ne.

Ji kilasîkan ji bo vê hejmarê, bi munasebeta salvegera wîladeta pîroz jî me Mela Huseynê Bateî neqand. Bateî yek ji aşiqê Pêğember ‘Eleyhissalatû Wesselam e. Qesîda wi ya ku bi “Ey ne’tê tu ez ‘erşê ḥeta ferşê şehîra” dest pê dike û derheqê pesindana ‘Eleyhissalatû Wesselam de nivîsandiye jî me neqand. Qesîdekî rûhîw îrfani ye, xwendevanên xwe dibe huzûra se’adetê, mest dike.

Bi piraniya nivîskarên xwe û bi nivîsên wanî ku bi kedeke hêja hatine nivîsandin em hejmareke gelek bi qîmet û dewlemend pêşkêşî we xwendevanên wefadar dikin. Hêviya me qebûlkirina ‘emelên me ji teref Rebbê me ve û îstîfadekirina xwendevanên me ye.

Bimînin di xêr û xweşiyê de. Di gel selam û dû’ayan…


Ê Berê Qazî Muhammed di 73yemîn salvegera şehîdkirina xwe de tê bîranîn
Ê Li Pey Peyama Weqfa Evîndarên Pêxember a “Famkirina Hz. Pêxember û Tetbîqkirina Sunneta Wî”

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.