GAVA HERÎ PÎROZ TIFAQIYA LI SER HEQIYÊ YE

GAVA HERÎ PÎROZ TIFAQIYA LI SER HEQIYÊ YE

Sernivîsa Kovara Kelhaamed

Kurd dixwazin bi zimanê xwe perwerde bibin, dixwazin zimanê wan jî fermî be, dixwazin îdarevanên wan Kurd bin, dixwazin di qanûna esasî de bi Kurdîtî bên qebûlkirin, dixwazin bi navê wan qala welatê wan û ala wan were kirin û herwekî dî… Daxwazî û telebên Kurdan ji hêla siyasî û civakî ve merev kare bi vî şekli zêdetir bijmêre.
Ji roja ku xîlafet hat leğûwkirin û di pê re jî ummeta Îslamê ji hev helweşiya di nav Kurdan de van pirsgirêkên siyasî û civakî destpêkirin, heta niha jî dewam dikin.
Sebebê ku mesela Kurdayetiyê nayê helkirin, çareser nabe, daxwaziyên Kurdan nayên cî û huqûqê wan nayê rîayetkirin gelek in. Çareserkirina hinik ji wan sebeban ne didestê me Kurdan de ye, di destê deselatdaran de ye, merev kare wan sucdar bike û hesap ji wan bipirse. Hinik jî di destê me de ne, em di nav xwe de karin wan çareser bikin. Dema em wan sebeban ji holê bidin alî wê hêza me zêdetir bibe û emê bêtir nêzî hedefê bibin.
Em karin bêjin di serê wan sebeban de, xwestina alîkariyê ji emparyalîstan e ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe. Çimkî waqi’ê herêma me ev e ku; qewmên musluman ji alî siyasî û civakî ve qismen gihane heqên xwe, lê di nav wan de qewmê Kurdê musluman mehrûm maye. Li hember vê rewşê hinik kes dibêjin: “Madem hemî qewmên Musluman gihaştine heqên xwe, welew bi destê hêzên emperyal be jî bira Kurd jî heqên xwe pêk bînin.” Bi vê fêmberiyê di nav Kurdan de hinik kes û sazî bi hêzên emperyal û karmendên wan re hevkariyê dikin, ji wan alîkariyê dixwazin.
Bi hêviya ku wê telebên wan bi cî bînin, ji bo berjewendiyên emperyalîstan bi can û mal dixebitin. Hetta ji hêla bîr û baweriyê ve jî emperyalîstan musbet dibînin. Mesela fikra laîklik û marksîzmê talûke nabînin yan jî xerab nabînin yan jî di hebînin. Desalata xwe didin destê wan kes û saziyên ku dujminantiya Îslam û ‘alema Îslamê ji xwe re kirine kar û ‘emel. Selahiyetê dixwazin ji wan kesan re ku bi navê Kurdayetiyê derketine pêş lê bi deh hezaran xûna Kurdan rijandine, ji kuştina Kurdan û wêrankirina welatê Kurdistanê pê ve tu karî nakin, pêşkêşiya hemî enwa’ên xerabiyên fikrî û fi’lî dikin.
Mehrûmmayina Kurdan ji heqên wan yên siyasî û civakî ji wan re hezîmeteke ku bi îxaneta hêzên emperyal û deselattar hatiye serê wan. Lê vê fêmberiya ku dixwaze Kurdan bike xizmetkar û heskiryê hêzên ku vê îxanetê bi wan re kirine ne hezîmet bi tenê ye. Têkçûn û xerabiya wê ji hezîmetê wirdetir e.
“‘Işqa miyê ji gur re” ye.
“Dildariya mehkûmê ‘îdamê ji celladê wî re” ye.
Astenga herî mezin li pêşiya Kurdan ev e. Mani’ê herî dijwar di navbêna Kurdan û jiyaneke bi rûmet de hêviya wanî qenciyê ji dujminê wan e. Sebebê ku Kurd tişkî bi ser tişkî naxin, di her dewr û sitratejiyê de têk diçin ev nêrîn û ev fêmberi ye. Bi vî rengî ew di newalekî de, Kurdayetî jî di newalekî din de ye. Ger berjewendiyên wan tê de tune be hêzên emperyal, hindik be jî î’tîraf bi tu heqqan nakin.
Û ji bo ku Kurd bighîjin meqseda xwe gava herî qewîn xebata ji bo tifaqiya ummeta Îslamê ye. Çimkî çewa ku ‘alema Îslamê yek milletek e, ‘alema kufrê jî yek milletek e. Kurd jî ne parçeyek ji ‘alema Kufrê, parçeyek ji ‘alema Îslamê ye. ‘Alema kufrê yekîtiya xwe saz kir û hemî parçeyên wê bi serketin. ‘Alema Îslamê jî heta ku yekîtiya xwe saz neke ne Kurd ne jî parçeyên wê yên din bi sernakevin. Bi sebeb ku Kurd û qewmên Musluman yên din ji bo serkeftinê alîkariyê ji kafiran dixwazin bêhuzûrî dikeve nav wan. Kafir naxwazin ku yekîtî têkeve nav parçeyên ‘alema Îslamê. Çimkî sazbûna yekîtiya ‘alema Îslamê xerabûna yekîtiya ‘alema kufrê ye.


Ê Berê Peyama Weqfa Evîndarên Pêxember a “Famkirina Hz. Pêxember û Tetbîqkirina Sunneta Wî”
Ê Li Pey HELEPÇE, NASNAMEYA XELKÊ MEZLÛM

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.