HELEPÇE, NASNAMEYA XELKÊ MEZLÛM

HELEPÇE, NASNAMEYA XELKÊ MEZLÛM

Şêwirmend û sikreterê rehbere giştî yê Bizûtnawa Îslamiyê Kurdistan. Vê meqalê ji bona kovara Kelhaamed nivîsandiye. Wergera ji ‘Erebi bi bal Kurmancî ve: Ehmed FARÛQ

Helepçe li rojhelatê bajarê Silêmanîyê dikeve. Ji Silêmaniyê 83 km. dûr e. Navbêna wê û hudûdê Îranê jî 12 km. ye. Loma ew jî yek ji bajarên hudûd tê hesibandin. Ji bajarên Îranê a ku nêzîktirî wê ye bajarê Pawe ye. Firehiya erda Helepçe 1592 km. kare ye. Hawîrdorê wê çiyayê bilind in. Li başûrê rojhilatê wê çiyayê Sorîn heye. Li rojhilatê wê çiyayê Şinerwî heye. Li bakûrê rojavayê wê çiyayê Balambû heye. Van çiyayan û der û dorên bilind rewşek xweşiktir didin bajarê Helepçe.
Bajarê Helepçe bi bajarê ‘aliman û dîndarî û edîban meşhûr bûye. Çimkî gelek ‘alimên mezin ji vî bajarî derketine. Wek Şêx ‘Ebdul’ezîz Birîsî û kurên wî Şêx ‘Usman û Şêx ‘Elî û Şêx ‘Umer û Şêx Sidîq (rehme Xwedê li teva be) ku pêşkêşên hişyarîya Îslamî bûn di Kurdistana ‘Iraqê de. Her wiha Şêx ‘Ebdulkerîmê Muderris (rehma Xwedê lê be) jî ku li gundê Biyare welidiye û ev gund bi ser Helepçe ve girêdayi ye. Li der û dorên Helepçe wek Şêx Ehmed Kake Mehmûd, Şêx Mûhemmed Berzencî û Şêx Siddîq Siriktî (rehma Xwedê li teva be) gelek ‘alimên din jî hene. Wek Ehmed Muxtar Beg û Nalî û Mewlewî û ğeyrî wan gelek şa’ir û edîp jî hene. Te’sîreke mezin ji bo malbata ‘Ebdul’ezîz heye li ser xelkê herêmê. Sebebê vê jî ev e ku ciyekî wan î dînî heye di nav xelkê de û li hember zulma nizama be’sê bûne wesîle ku xelk serhilde. Hetta hinik ji ku van ‘aliman ji bajarê Helepçe hîcret jî kirine. Çimkî nizama be’sê emrê girtina vana û emrê ‘îdamkirina Şêx ‘Usman û Şêx ‘Elî derxistibû. Û hereketa Îslamî di Kurdistana ‘Iraqê de bi rêbertiya Şêx ‘Usman hatibû î’lankirin
Jiber ku Helepçe bajarekî di hudûdê Îranê de ye û hişyariyke mezin a Îslamî di nav bajêr de hebû her daîm di hedefa nizama Be’sî de bû. Di serê adara sala 1988’an de, yanî di mehên dawî yên herba ‘Iraq û Îranê de Îranê dixwest hucûmekê bike. Bi beşdariya hinik partiyên Kurdî, taybetî jî Yekîtiya Niştimanê Kurdsitanî bandora Îranê li ser bajarê Helepçe hebû. Beriya ku eskerên ‘Irakê hucûmî ser Helepçe bikin bi çend rojan, Bizûtnawa Îslamî bi xebata rêkxistên nav xwe gihaşt hinik me’lûmatên îstîxbarî yên nav eskerên Îraqê. Li ser vê, Rêberê giştî yê Bizûtnawa Îslamî Şêx ‘Usman ‘Ebdul’ezîz mektûbek şand ji naibê xwe Şêx ‘Elî ‘Ebdul’ezîz re ku berpirsê kargeha ‘eskerî yê Bizutnawa Îslamî ye. Di mektuba xwe de beyan kir got; “niyeteke xebîs a nizama Be’sê he ye ku li hember xelkê Helepçe hinik curmên qirrkirinê û komkujî bicîbine.” Beriya ku vê mektûbê binivîsîne Bizûtnawa Îslamî hucûm dabû ser nizama B’esê. Şêx ‘Usman ‘Ebdul’ezîz gazî da wan hêzên din da ku ew jî beşdarî êrîşê nebin. Bes hêzên din ji bo ku hucûm bikin hêsîr hatibûn girtin.
Piştî bandora Îranê û hêzên Yekîtiya Niştimanê Kurdistanî li ser bajarê Helepçê, tiştê ku rêberayetiya Bizûtnawa Îslamî texmîn dikir çêbû. Si’et di yazdew pênc deqîqe yên beriya nîvro de roja 16 meha sisiya (meha adarê) artêşa ‘Iraqê dest bi êrêşê kir. Ji her aliyê asîmanê Helepçe ve bi zêdeyê deh firokan, bombê ji kîmyasala bi jehrî dagirtî bi ser bajar de barandin. Bombekirin du rojan dewam kir. Qumandariya van êrîşan ‘Elî Hesen el-Mecîd dikir ku jê re tê gotin ‘Elî yê kîmyewî, kurê apê Seddam Huseyn bû. Bajêr bu parçekî ji duman û ğazên jehrî. Soğî, ew felaket û afateke ku vê dewra me ya nû nedîtiye qewimî. Di encama vê bombebaranê de pênc hezar hemwelatî hatin qetilkirin, nêzî deh hezaran ji zilam û pîrek û zarok û îxtiyaran jî birîndar bûn.
Vê bombebaranê çiqas heywan û teyr û nebatên li ser rûyê erda herêmê hene teva kuşt û bajar hemî herimand. Bi hawayê ku tesîra wê îro jî em dibînin. Zarokên ku îro di welidin di wan de tesîra vê ğaza jehrê heye, kanî û bîrên av vexwarinê bi vê ğaza jehrî tev lewitîn. Li hember xwekerrkirina dinyayê van pêşandanê bisaw û tirs, pêşandanê ku em nizanin emê çewa bejin derketin! Zarokên di xwe de şiyar nebûn, ji ber vê ğazê. Dayik şîr dide zarokê xwe û di wê gavê de ev afat çê dibe, zarok li ber singa diya xwe dêw zarok bi hev re dibin cesed. Bav dixwaze zarokên xwe xelas bike bes tev bi hev re dibin cesed. Malbat meşğûl in bi heyata xwe ya rojane, bes tev bi hev re dibin cesed û li erdê dirêj dibin. Li vir, li wir, li wir… pêşandan hene ku nayên gotin. Bajêr bûbû wek roja qiyametê. Kesê ku dixwest xwe û malbata xwe xelaske bi sebeb giranî û kesîftiya ğazê dixeniqî. Bêhna wê wek bêhna sêvê bû, kesê ev bêhn diçûyê bi yek carî li ser alavên nefesa wî tesîr dikir wî defetisand.
Piştî ku bombebaran qediya hinek sazî û kesan xwestin alîkariya xelkên herêmê bikin, bi taybet jî kesên birîndar. Ê ku ewil ket nav bajêr û dest bi alîkariyê kir endamên Bizûtnawa Îslamî bûn. Di gel alavên alîkariyê dest bi alîkariya mûsîbetzedeyan kirin. Qefleyên tibbî jî ji aliyeki ve dixebitîn. Birîndaran neqlî nexweşxaneyên hudûd kirin di nav Îranê de. Malbatên ku xwe xelas kiribûn û derketibûn dervê bajarê Helepçe wan jî neqlî Îranê kirin, di nav Îranê de ji wan re kon û nexweşxaneyan vekirin. Îranê jî dewrek mezin bi cî anî ji bo birîndar û kesên ku reviya bûn. Anha li wir meqberên Helepçeyiyan hene.
Tiştê ğerîb û ‘ecêb, xwe kerrkirina dinyayê, a ‘Ereban û Îslamiya ne li hember vê curma qebîh. Dewletên ğerbî xwestin ku vê curmê bavêjin ser hinkî din û heqîqeta meselê biguherînin. Beyan dan ku Îranê bixwe sîlehên kîmyewî bikar aniye. Dewletên ‘Ereban yên bizdonek jî xwe dan kêlaka wan. Bi taybet jî dewletên Xelîcê yên ku bi koranî piştevanîya nizama Seddam kirin. Hal ew e Seddam jî li gund û bajarê Kurdistanê Muslumanan dikuje, gund û mizgeftên wan dihedimîne, Mushefên Kerîm dişewitîne.
Ji vê jî ğerîbtir, heta niha tu kesî ji bo bajarê Helepçe xizmetek ku têra kêmasiyan bike nekiriye. Eserên bombebaranê hê jî li ser bajêr mayine. Hê jî li hinik ciyan mal û xaniyên xerabe hene û hinik kes bi tesîra wê ğaza jehrî hê jî seqet in. Bes nexweşxaneyekî taybet ku wan tedawî bike tuneye.
Halê bajarê Helepçe ev e. Ev jî yek ji feca’eta ummeta Îslamê ye.



 


Ê Berê GAVA HERÎ PÎROZ TIFAQIYA LI SER HEQIYÊ YE
Ê Li Pey Karwana Hêvîyê ya Êlihê di van rojên zor û zehmet de ji feqîr û muxtacan re alîkarî kir

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.