' Îşxalkerên siyonîst bi hinceta Covid-19 îşxalê berfireh dikin '

' Îşxalkerên siyonîst bi hinceta Covid-19 îşxalê berfireh dikin '

Îmam Xatîbê Mescîda Eqsayê Şêx Îkrîme Sabrî destnîşan kir, îşxalkerên siyonîst bi hinceta Covid-19 hewl didin îşxala li Qudsê berfireh bikin.

Şêx Sebrîyê ku di bernameyeke bi navê "Coronavîrus û Qudsa di bin îşxalê de" de axivî, derbarê mijarê de destnîşan kir "Mescîda Eqsa ji bo Mislimanan bi qasî Mescîd-î Haram û Mescîd-î Nebewî muhîm e.
 
Şêx Sebrî di berdewama axavtina xwe de diyar kir îşxalkerên siyonîst bi hinceta Covid-19 îşxalê berfireh dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Gelê Qudsê dê destûr nede ku Mescîd-î Eqsa bikeve destên îşxalkerên siyonîst."(ÎLKHA)


Ê Berê Karwana Hêvîyê ya Êlihê ji malbatên feqîr û jar alîkarî kir
Ê Li Pey Karwana Hêvîyê li Bangledeşê ji bi sedan malbatî re alîkarî kir

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.