Karwana Hêvîyê li Bangledeşê ji bi sedan malbatî re alîkarî kir

Karwana Hêvîyê li Bangledeşê ji bi sedan malbatî re alîkarî kir

Karwana Hêvîyê ya ku bi alîkarîyên ku dike tê nasîn xebatên xwe yên alîkarîyê him li nava welêt û him jî li derveyî welêt bênavber didomîne.

Karwana Hêvîyê ya ku berî niha ji ber minasebeta Remezanê xebateke bi navê “Jiyan Pêkve Xweş e” dabû destpêkirin li Bangledeşê xebatên alîkarîyê da destpêkirin û çû hewara wan kesên ku êtîm, feqîr, jar û bêkes in.
 
 
Rayedarên karwanê destnîşan dikin ew li Bangledeşê ji bi sedam malbatên feqîr û muxtac re alîkarîya xurek û erzaqê kirine û ew ê xebatên wan ên alîkarîyê bênavber berdewam bike.
 
Xebatên alîkarîyê li gorî agahîyên ku rayedar dane li herêam Modarganjoya Bangledeşê hatin kirin û ew ê alîkarî heta Îda Remezanê berdewam bikin.
 
(ÎLKHA)


Ê Berê ' Îşxalkerên siyonîst bi hinceta Covid-19 îşxalê berfireh dikin '
Ê Li Pey IHO-EBRAR li Mûşê ji bo bi dehan malbatî alîkarîya Remezanê kir

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.