Legleg û hechecik

Legleg û hechecik

Selama Xweda li we be, zarokên ezîz!

Delalên dila! Selam li we be, merheba ji we re!

Dema berf hat, we nan da çûkên nav mala? We hestî jî dan pisîkên kuçeyê? Eferî ji we re. Weha li heywana jî miqate bin. Xweda ji kesê alîkarîya heywanan dike hez dike. Gelo wun hîç fikirîn bê zivistanan teyr û tebayên çolê di wê berf û pûk û pêzûnê de çawa disitirin? Xweda helbet wan jî jibîr nake. Ew jî xwe di qelşê tat û zinaran de vedişêrin. Hinek jî xwe di best û newalan de, li ber çema xwe vedişêrin. Sîstema wan a kilîmaya tebiî heye, perîkên wan nahêle ku biqefilin. Jixwe we di belgefîlma de dîtîye ku pengûen li qutûba zêde sar û seqem û sir, xwe dispêrin hev û hevudû ji qefilînê mihafeze dikin. Helbet Xwedê, ev zanebûn daye wan.

Hey me behsa heywana kir ku xwe di zivistanê çawa disitirînin, ez ji we re behsa legleg û hechecikê jî bikim. Ji xwe çîrok û gotine. Lê jibo behsa hinek firtone û rewşa hewayê bikin, ev mesele gotine. Dibên hechecikê ji leglegê re gotiye: Ma tu li vir çi dikî? Ez çûm. Her der bihar bû, gîha dida çoka meriv. Şên û şênkayî hew dibû… Legleg jî dibê qey raste û radibe berê xwe dide vî welatî. Gava tê, lê dinêre ku ne bihare ne jî gîhaye. Hê sar û seqeme. Legleg jibona xwe bisitirîne, xwe davê ber çema. Ji vê sermayê re dibêjin “pûka leglegê” Di nava Sibatê de diqewime. Lê belê jibo hinekan jî pir dijwar e zivistan. Lewra pêşîya gotiye “Guro nemir bihar hat, pîrê nemir pel û pincar hat”

Ê madem pûka leglegê qedîya, ‘înter û gîsko jî bihurin, cemre ket hewa û av û axê, kanî der bûn, çem û robar gur û bi serûber bûn… Em ketin mewsîma biharê. Bila dîsa kêfa we bê. Pêşîya çi gotiye? “Adar e, dew li dare” Yanî dema bihar tê, pez dizê, çêre û şênkayî zêde dibe, şîr û qatix pêde dibe. Dema kar û berxa dan dikin, yanî jibo diya xwe, ca xwe bimêjin, dikin barebar û baz didin nav kerî û cola pêz. Di nav ewqas mîh û bizinan de, di hukmê çend deqîqeyan de diya xwe dibînin, ji vê şîrmijandinê re dibêjin “dankirin” Wê çaxê firo jî zêde dibe. Firo şîrê ewile, qusyayîye. Gava wun dimsê bera ser din û bi kevçî bixun, hûnê bibînin bê çiqas xweş e. Şîfa be. Ji kesê diçe dotina pez re jî dibêjin “bêrîvan” Niha li vir jibo we li ser biharê şî’rek hatiye nivîsandin.

 


Ê Berê Avrupa Yetim Eli li Rihayê ji kesên feqîr û jar re alîkarî kir
Ê Li Pey Ew kesên ku Ubeydullah Durna qetil kirin ev 9 sal in ku nehatin dîtin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.