Ji Baxçê Zarokan 2020 Bihar
Adar e dew li dare
Ba’rbara berx û kare
Şîv kereng û savare
Mewsîma me bihar e
De ka hilînin qocix
Leglegê daye saliğ
Hat dema firow qatiğ
Mewsîma me bihar e
Ketine her sê cemre
Derbûne kanî pey re
Wun bilîzin bihev re
Mewsîma me bihar e
Bilbizêk û pîvoka
Kereng û şakiroka
Berhev kin bi xilçoka
Mewsîma me bihar e
Piştî Adar Nîsan e
Xemla dar û beran e
Dema ‘eşq û îman e
Mewsîma me bihar e
Mewlûda pêxember e
Selewat seferber e
Şahîya li her der e
Mewsîma me bihar e
Wun sê qûç û sê gava
Bilîzin hem bi nava
Li ber berx û sûlava
Mewsîma me bihar e
Bihîv û gilyasê sor
Wan încasê zer û mor
De bixun şêrîn û şor
Mewsîma me bihar e
Piştî Nîsan Gulan e
Gelek fêkî gihane
Mişmiş çawa xuyan e
Mewsîma me bihar e
Bihar her timî xweş e
Dilê zaroka geş e
Ger û lîstin û meş e
Mewsîma me bihar e
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.