Zarokên Hêja!

Zarokên Hêja!

Ji Baxçê Zarokan 2020 Bihar

 

Me behsa biharê kir bê çiqas xweş e, lê bila haya we ji we hebe. Bihar tenê ne ger û seyr û lîstine. Dersa xwe ya Qur’anê û mektebê jibîr nekin, heyata pêxember bixwînin û nimêja xwe jî bikin. Evana wezîfên we ne. Lê em wezîfeke din jî bînin bîra we. Wun dizanin Qudsa Şerîf mescîda ‘Eqsayê qibla me ya ewil e. Lê îro di bin îşxala yehûdî û Emrîka de ye, lazim e Qudûs xelas bibe û şad bibe bi dînê Îslamê. Li ser wê beyraqa dînê Mûhemmedî bilind bibe. Zarokên wê derê jî bi dilxweşîw azade bilîzin û karibin serbest herin Mescîda Eqsayê, li wir bixwînin û em jî karibin herin Qudsa mubarek ziyaret bikin. Ji lew divê hûn jibo Qudsê û jibo zarokên Fîlîstînê dua bikin da ji bin zulma zaliman xelas bibin. Lewra:

Qudsa mubarek, qibla me ya ewil e, Qudsa mubarek birayê Mekkew Medîne ye. Qudsa mubarek hedîgara Hz. ‘Umerê Xettab û Selahaddînê Eyyûbîye ji me re. Qudsa mubarek rêya yekîtîya ummeta Mûhemmede. Qudsa mubarek, şeref û îzzeta hemî ehlê Tewhîdêye. Wun dikarin jibo Qudsê şi’ran jî binivîsînin. Hûn dizanin ku di meha Nîsanê de jî mewlûda pêxemberê me tê pîrozkirin. Em hem heyata ronya çavê xwe Hz. Mûhemmed (s.‘e.w) qenc bixwînin û baş fêm bikin û qîmeta Qudsa mubarek zanibin.


Ê Berê 4 sal ji ser Qetlîama Baqewsê derbas bû
Ê Li Pey Dehhakê Kurdistanê PKK

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.