Ji Baxçê Zarokan 2020 Bihar

Ji Baxçê Zarokan 2020 Bihar

Delalên Dila!

 

Niha em me’na van gotinan bi’ellimin:

Çavê li derîya, xwelî li serîya. Ev, gotina pêşîya ye. Jibo kesê naxebite, parseke û çavê wan tim li destê xelkê ye tê gotin. Kesên weha tu tevgerê nakin. Xwe dixin bin minneta kesên din, qîmet û şerefa xwe dixînin. Tiştê ji destê wan tê, bi cî naynin; lê li hêvîya kesê dinin da ku alîkarîya wan bikin. Divê kesekî Musluman ğeyretê bike, bi keda xwe bixebite û bixwe. Nekeve bin minneta kesê din, qîmet û şerefa xwe nexe. Jibo qezenc û serkeftinê ne li hêvîya ecnebîyan be.

Gihaştin binê binderê. Evya jî peyvikek e. Ji bo rewşa di dema ber xelasbûnê de gihaştina tiştekî tê gotin. Xisûsen gava xwarinek bê dayîn, fêkîw mêwe bê îkramkirin, yan jî xelat û îkramek bê belavkirin, kesek di dema xelasbûnê de bigihêje ser wê dayînê, dibêje “ez gihaştim binê binderê” Ev kes her çiqas bighêje ser wê îkramê jî, tiştê qenc û delal hatine dayîn, hinek tiştên kêmqîmet bidest dixe.

 

Zarokên ‘ezîz! Niha jî bala xwe bidin van têderxistinok û mamikan. Gelo hûnê pê derxin?

Ser gelgele bin gelgele
Çav zîq e, simbêl bele

Sipî ye, ne keşk e,
guh bel e, ne mişk e,
biharan tere,
payîzan hişk e

Sê ling, sê dar
Çar ling pê da
Du ling hat û himik lê da

Hor hor e, bor bor e
Bi hesinan ode dor e

Yek e li dar
Li mal heb hezar

(Cewab: Kevroşk / şeytanok / meşk û çatme / trên / hinar)

Vêga jî em navên hinek lîstikên biharê bie’llimin.

Sê qûçik: Bi du grûban tê lîstin. Her birek li hêla xwe sê kevirên pan li pêşberî hêla din li kêleka hev dîk dikin. Yekî jî datînin pêşiya yê navîn. Kesên her grûbê bi dorê keviran davêjin qûçên hêla dinê. Kîjan grûb hemî kevirên pêşberî xwe ewilî bixîne, ew carê ew qezenc dikin. Heta pênc şeş caran dilîzin. Di her qezenckirinê de ji hêla din ya ferek sol, ya çakêt ya tiştekî din distînin.

Jimartina pêlan: Zarok diçin ber ava golê, ber birkên mezin, yan jî ber ava ku berê wî fireh be. Yek bi yek ferşikê xwe bi ser avê re davêje. Ferşikê kê bi ser avê re zêde li ser avê gêr bibe, ew qezenc dike.

Bizê! Bizê! Zarok di meha Adarê de diçin li guher û berrojkan, li bilbizêkan digerin, gelek bilbizêkan berhev dikin. Gava dibetilin, tên li ser kanîyê rûdinin. Birçî bûne, bilbizêkê xwe dixun. Lê berî bixun, bi dawîya bilbizêkê digrin, bi awayî serê bilbizêkê li jêr be û dawîya wê jî li jor be, bilbizêkê di destê xwe de dizîvirînin û dibêjin “bizê, bizê” Piştî çendakî ji bilbizêkê, parçeyê hundir der tê, yanî bilbizêk dibe du heb.


Ê Berê ​IHO-EBRAR ji malbatên muxtac re alîkarî kir
Ê Li Pey Avrupa Yetim Eli ji kesên feqîr re alîkarîya pere û xurekê kir

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.