‘Ezîzên delal!

 ‘Ezîzên delal!

Ji Baxçê Zarokan 2020 Bihar

 

Biharê, heger hûn karibin, tevlî karê biharê bibin, belê hinekî zehmetin, lê wê kêfa we ji wan pir bê. Ewilî herin kar û berxa. Gava wan dan dikin, wan avdan dikin, wan xwê dikin yanî xwe didin wan li ser tatên pan û gava wan diçêrînin, li wan binhêrin, hûnê pir kêfxweş bibin.

Gava mêwên reza dibirin yanî dikesixînin, herin şitalî mezinan bikin, bi şivên mêwan bigrin daku mezin karibin rihet birînê bikin û dûre jî şivên jêkirî berhev bikin û bibin ser bena rez. Piştî we birrîn qedand, îjarê rahêjin merrê xwe û herin nav rez. Ber wan mêwên we ew birrîne, mer bidin.

Xilçê xwe hilînin û herrin li kerenga bigerin. Xwarina kerenga hem xavî pir xweş e, hem jî gava tê kelandin û paşê di nav hêka çelqandî dadikin û di rûn de sor dikin pir xweş e. Kerengê we rakirin, têxin torba xwe. Lê wexta we rakir, bi kêrê wan sitrîyê wan jêkin. Lewra gava wun wan bi sitrî bixun, ewê qirka we biêşîne.

Me behsa lîstik û karên biharê jî kir. Lê haya we ji we hebe, di serê biharê de gava ewrên reş kom dibin û dikin reqereq, bizanibin ewê baran bibare. Lê carna barana gur û guj, carna jî terez dibare. Bizanibin. Hewa ewrawî be, wun çûn ger û seyrangaha, hay ji xwe hebin. Carna lehî radibe, piran xera dike, dar û tiştan bi xwe re dibe…

Ya ewên li bajara dijîn? Helbet karê ku ew jî karin bikin hene. Karin piskilêta xwe bajon, bi gog û heftokê bilîzin, herin ger û parka, siwar bin li zirnazoq û çarqa, li baxçê xwe yan li balkon û şaneşînên xwe çîçekan biçikînin, şitlan biçînin. Ma xweşîyên biharê diqedin? Bihar her derê xweş û geş dike. Em çiqas behs bikin jî xweşîya biharê bidawî nabe. Lê bila ev car jî ewqas be. Lê heta havînê bila wezîfa we be: Pênc hedîsên pêxemberê me, pênc sûreyên kin û hedîseke di heqê Qudsa mubarek de ezber bikin û jibîr nekin. Heta hejmara havînê emanetî Xwedê bin, bi xatrê we.

 


Ê Berê Avrupa Yetim Eli ji feqîran re alîkarî kir
Ê Li Pey Karwana Hêvîyê di meha Remezanê de li derveyî welêt li gelek welatan xebatên alîkarîyê kir

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.