Li Ser Pîremêrd û Kitêba Wî Ya Bi Navê “Cîhanbînî Pîremêrd”

Li Ser Pîremêrd û Kitêba Wî Ya Bi Navê “Cîhanbînî Pîremêrd”

Hevpeyvîn Bi Ömer Îsmaîl Re Kelhaamed

Bîsmîllahîrrehmanîrrehîm

Kelhaamed: Mamosta, di destpêkê de em dixwazin hûn xwe bi me bidin naskirin

Umer Îsma’îl: Elhemdû lîllahî Rebbîl’alemîn, wesselatû wesselamû ‘ela Resûlîna Mûhemmedîn we ‘ela alîhi we sehbîhî ecme’în. Destpêkê de ji bo hatina we û vê hevpeyvînê ez dixwazim dilxweşiya xwe ji bo we pêşkêş bikim, hûn bixêr hatin, ser çava re hetin. Navê min ‘Umer Îsmaîl Rehîm e. Di sala 1965an de li nahiya Siktan a girêdayî bi Koysancak ve welidîme. Navê ‘eşîreta me Xoşnaw e. Li wê der min xewendina xwe ya seretayî temamkir. Dûv re mala me hat vê der (Hewlêr), li vir min xwendina xwe ya dinê temamkir. Li zanîngeha Beğdayê li kulliya şerî’etê min universite temamkir. Sala 2006an de min li Bêrûdê, paytexta Lübnan li zankoya “El-Îmamul-Ewze’î” min mastir temamkir.

Ji alî siyasî, fikrî û cîhanbîrî ve jî min dîwanên şa’irên Kurdî û netewî xwendiye. Bi min re fikra netewî hebû. Di salên 80yî de fikra min ber bi Îslamî ve guherî. Di wan salan de bi cem’îyeta “birayanê Musluman” re (îxwan) têkiliyên min çêbûn, ez bûm endamê wan. Di mihelle û camiyên Hewlêr de em li ser xortan gelek xebitîn. Li zanîngehê tiştên ku hizba be’sê di xwest bi me bide kirin me nerazîbûna xwe li hember da nişandan. Di sala 86an de dema ku min sinifa duduyan temam kir ji me xwestin ku em herin kampên wan. Wê demê şerrê Îran û ‘Iraqê bû, xortan dicivandin û dibirin kampan. Em jî neçûn. Wan jî me ji mektebê avêtin. Bi sebeb ku ez bi cem’îyeta îxwan re bûm jî min hepiskirin. Ez salekê di zindana Be’sîyan de mam. Piştî ku min sûcdarî li xwe qebûl nekir ez hatim berdan. Dûv re ‘efwa ‘umûmî derket, ez dîsa çûm zanîngehê û min külliye (fakulte) temamkir.

Ez beşdarî serhildana 1991ê bûm ku ew weqt hemî xelkê Kurdistan li hember ceyşê Seddam rabûbû. Bi sebeb dorpêçkirina aborî, hemî Kurdistan wêran bûbû, xelk şerpeze bûbû, me jî wek rêkxistinekî xebatkir. Di gund û bajaran de bi çêkirina camî, xestexane, mekteb û alîkirina xelkên feqîr gelek çalakiyên me çêbûn. Her wiha çalakiyên me yên edebî, fikrî û çandî jî dest pêkir. Di sala 1994an de me hizba Yekgirtuyê Îslamiyê Kurdistan damezirand. Di kongreya sazkirinê de ez bûm endamê serkirdayetî. Di kongreya heftemîn de min îzin ji biradera xwest ku ez beşdarî karên siyasî û îdarî nebim. Fikra min li ser karên fikrî, edebî û çandî hebû. Herdû kar bi hev ne dimeşiyan, ez jî ji karên siyasî dûr ketim. Anha zêdtir nivîsandin û karên kulturel dixebitim.

Kelhaamed: Berhemên we çi hene?

Umer Îsma’îl: Nivîsa min î yekem gotarek bû di sala 1997an de derbarê hîcreta Resûlullah ‘eleyhîsselatû wesselam de. Tehlîlek bû hat weşandin di rojnama Yekgirtû de. Rojnama Yekgirtû wê weqtê zimanhalê Yekgirtûyê Îslmaiyê Kurdistan bû. Ji ber ku ez mesûlê malbendê bûm yan mesûlê ofîsê bûm weqtê minî nivîsandinê gelek tunebû. Di sala 2000an de min dest bi nivîsandinê kir. Dema ku min mastir dikir min çar lêkolîn nivîsand bi zimanê ‘Erebî. Yek ji wan li ser Kakaîyan bû, ‘adet û ‘urf û jiyana wan. A duduyan li ser karîgera ku tesîr dike di tebî’etê kesayetiya Kurdî de. A sisiyan derbarê emîrtiya Soran de li dora 50 sehîfeyî bû. Van her siya di rojnama “El-ufuq” de bi zincîri hatine weşandin. Niyeta min heye vana bicivînim û bikim kitêb. Di kovara “Xal” de, kovara “Peyama Rastî” de rojnama “Yekgirtû” de gelek nivîsên min î bi kurtî jî hene. Çend çîrokên kurt jî min nivîsiye.

Çend kitêbên minî çapkirî jî hene. Yek ji wana mastira min e, bi navê “El-umme Firru’yel-Îslamiyye (Di Fikra Îslamî de Ummet)” li Qahîrê hatiye çapkirin. Çend kitêban jî min bi zimanê Kurdî nivîsiye. Yek ji wana “Hûnerî Siyaset Le Nêwan Îbnî Zeferî Seqelî û Nîgolo Makyafîlî da”. Di wir de ez gihaştim vê noqteyê ku Makyafîlî di seha siyasî û ‘ilmê hukumranîyê de ji Îbnuzzeferê Seqelî fikrên xwe wergirtiye. Îbnî zefer jî wek Makyafîli li navçeya Seqelê jiya ye ku anha wek cezîrekî beşek e ji Îtalya ye. Kitêbek min î dinê nêzîkî 500 sehîfeyi ye behsa mîras û fikra siyasiya Îslamî ye. Kitêbek minî din bi navê “Cîhanbînî Pîremêrd” e. Pîremêrd şa’irek û nivîskarekî mezinî Kurd e, naskiriye. Kitêbek min î din bi taybet min ji bo dezgeyên hizbê, xebatkarên nav hizbê nivîsiye, derheqê peywendiyan de ye. Ez anha li ser lêkolîneke din dixebitim, li ser Hecî ‘Ebdulqadirê Koyî ku îşaallah di van nêzan de wê temam bibe.

Kelhaamed: Em dixwazin derheqê Pîremêrd û kitêba we ya bi navê “Cîhanbînî Pîremêrd” de bi we re xeber bidin. Di seride di em dixwazin bipirsin: Fikra nivîsandina kitêbeke bi vî şeklî çewa û kengî bi we re çêbû?

‘Umer Îsma’îl: Di salên 76-78an de ez di sinifa sisê û çaran de bûm min gelek kitêbên şi’ra û diwanên şa’irên Kurd xwendin. Hêmin û Pîremêrd û Bêkes û herwekî din. Di nav vanan de bêtir û gelek Pîremêrd û pendên wî li min tesîr kirin. Min wê weqtê ferq kir ku Pîremêrd zilamekî mezin e. Ji wan şa’irên ku min şi’rên wan xwend tesîra Pîremêrd li ser min ma, ê din hatin jibîrkirin. Piştî sinifa çara ku fikra min ji netewetiyê wergeriye ber bi fikra Îslamî ve ‘elaqa min ji wan şa’irên din hat birrîn, bes Pîremêrd ma. Çimkî li ba min Pîremêrd Îslamî ye, ne ku neyar e yan dûr e ji Îslamê re. Piştî ku ez ketim nav karên siyasî û partiyê jî min dem bi dem şi’rên wî dixwend. Ji min re hasil bû ku Pîremêrd bi qasî ku lazim e nehatiye naskirin, Pîremêrd ne şa’ir bi tenê ye, jê wirdetir e. Bîrmend e, efkarên wî hene. Şi’rê ne ji bo şi’rê bi tenê dinivîse. Di nav şi’ran û pendên wî de mesajên wî hene, fikrên wî hene. Ne ji bo edebî û hunerî şi’ran dinivîse. Ew şi’r û huner û edebiyatê dike wesîle û bi kar tîne ji bo ku peyama xwe bighîne. Di vir de min hiskir ku bêtir îhtiyac heye bi naskirina Pîremêrd. Kurtkirina Pîremêrd di neteweyîtiyê bi tenê de yan di rojnamenivîstiyê bi tenê de min tetmîn nekir. Ji min re çêbû ku gerek Pîremêrd şamiltir, giştîtir were naskirin. Di hinik nivîsan de Pîremêrd hatiye îthamkirin ku zilamê Îngilîza ye. Di lêkolînên min de xuya bû ku Pîremêrd ne zilamê tu kesan bû ye, zilamê Îslamê û Kurdan bû ye. Kesên ku ji Pîremêrd heznedikirin çepgir û komunîst bûn.

Kelhaamed: Wanê ku dibêjin Pîremêrd Nasyonalîst bû ji ber çi wiha dibêjin?

‘Umer Îsma’îl: Pîremêrd Kurdekî Musluman bû, ne nasyonalist bû. Xebata Pîremêrd a ji bo netewa Kurdî, siyaseta wî, edebiyata wî û şa’irtiya wî jî her ji bo Îslamiyetê bû. Bi muslumantiya xwe xizmeta Kurdan kiriye. Muslumankî Kurdperwer bû, xizmeta Îslamê kiriye, girêdayê bi Îslamê bû. Li gora Îslamê “الاقربون اولى بالمعروف” Yanî kesên nêzî we layiqtirin ji bo qenciyê ku hûn bi wan bikin. Pîremêrd jî ji ber ku Kurd bû ewil ji bo Kurdan xizmet kiriye. Di vir de lêkolîneke berfireh min kiriye. Piştî ku ez ji karê siyasî û îdarî vala bûm ez hatim min ji nû ve mîrasa Pîremêrd xwend. Pendên wî yên ku şeş sed, heftsed rûpele min hemî xwend. Ev qena’eta min piştî vê xewndina dawî bêtir şidiya.

Kelhaamed: Taybetiyên şi’rên Pîremêrd çine, fikrî yan jî edebî? Di vî warî de hûn karin çi bejin?

‘Umer Îsma’îl: Pîremêrd ne şa’ir bi tenê bû ye. Şa’irekî peyamdar bû ye. Edîbekî peyamdar bû ye. Wê peyama xwe jî di xwest bighîne hemî Kurdan. Ew Kurd jî hemî ne xwendevan û rewşenbîr bûn ku bi zimanê belağet û şi’rê bizanibin. Ji ber vê Pîremêrd şi’rên xwe sade nivîsandiye. Şi’rên xwe bi zimanekî sehl nivîsandiye da kesên ku şi’rên wî bixwînin û peyamê bixwazin fêm bikin îhtiyaciya wan bi qamûsê çênebe. Mesela hûn niha ku şi’reke klasik bixwînin lazim e hûn qamûsekî li kêleka xwe deynin. Û hem jî lazim e hûn di zimanê ‘Erebî û belağet û şi’rê de şarezabin heta ku tu şi’rekê fam bikin. Lê van tiştan ji bo şi’rên Pîremêrd ne şert in.

Yek ji taybetiyên şi’rên Pîremêrd ev e ku sade ne; zimanekî millî, kelîme û gotinên ku di nav civakê de tên bikaranîn wî jî bikar aniye. Ew ciwankarî û belağeta ku şa’irên kilasîk bikar anîne Pîremêrd jî karibû wan bikar bîne, yanî ew jî ji aliyê belağetê ve ne kêmî wan bû. Numûneyên wî ji van şi’ran jî hene, bes hindik in. Ji bo ku şi’rê wek wesîleyekî gihandina peyamê bikar aniye kilasîk ne nivîsandiye. Wî şi’rê ji bo şi’rê ne nivîsandiye, şi’rê ji bo xelkê nivîsandiye. Lê şi’rê ku ji bo şi’rê nivîsandiye jî hene.

Yek din ji taybetiyên şi’rên Pîremêrd jî ev e ku gelek îstîfade kiriye ji wan pend û hîkmetên ku di mîrasa Kurdan de hene. Mesela wan pendên ku di nav Kurdan de hene wî bi şi’rî gotiye û di nav wan de nezeriyatên fikrî û îctîma’î pêşkêş kiriye.

Kelhaamed: Rewşenbîrên Kurdan piştî Pîremêrd li mîrasa wî xwedî derketin yan na, yan jî xwedî derketina ku heye hûn kafî dibinin yan na?

‘Umer Îsma’îl: Şa’ir û xwendevanên Kurdan pêşwaziyeke baş ji bo Pîremêrd dan nîşandan. Îhtîmam pê dane û gelek qedrê wî girtine. Bes ew qedrê ku lazim e ji bo şa’irekî, bi taybet jî ji bo Pîremêrd, xwendevanên Kurdan û navendên wan û komelgeyên wan ji Pîremêrd re nedane nişandan. Her wekî Pîremêrd bi xwe di berhevkirineke xwe û Şekspîr de dibêje:

“Ferqa min ji Şekspîr ev e; min gelek bêtir xizmet ji xelkê xwe re kiriye. Di seha xwe de ez ji wî gelek li pêştir û gelek mestir im. Edebiyata min û fikra min û fêmberiya min û çanda min ji a wî gelek dewlemendtir e berfirehtir e. Ferqa me çi ye? Ferqa me ev e: Ew di nav qewmekî de ye ku Îngilîz e, ew zanin ku wê çewa qedrê edîb û bîrmendên xwe bikin. Wan ji bo wî li gundekî siyahî (tûrîstîk) jê re koşkekê ava kirine, li ciyekî aram û rihet bi xwendin û nivîsandinê tenê re meşğûl dibe. Bes ez di nav milletekî werê de me ku nizane wê çewa qedrê xelkê xwe bizanibe. Çil sal e li hindirekî me ku paca wî nehatiye vekirin. Hemî ev xizmetên ku min kiriye jî hindik maye ku ji binî ve biqeli’in.” Çepgir îro dixwazin werê bikin.

Pîremêrd di çavê şa’ir û rewşenbîrên Kurd yên din de gelek qedrekî germ jê re hatiye nişandan. Feqet bi qasî ku lazim e ‘û ciyê xwe bibîne nehatiye kirin. Çil sal di hindirekî de ma ye ku ji ciyên wiha re dibêjin qelenderxane. Qelender di eslê xwe de kelîmeyekî Hindî ye, bi me’na ciyê ‘irfan û sofîtiyû zuhdê ye. Li wir pêşwaziya xelkê kiriye. Dibêje “ev çil sal e paca wê venebûye. Min li wir ev xizmet kirine, Şekspîr jî li koşkekî siyahî jiyaye, xelkê wî zanin wê çewa qîmet bidin şa’irên xwe.”

Kelhaamed: Çavkaniyên Pîremêrd ku wî gihandine çibûne, Pîremêrd ji kîjan çavkaniyan vexwariye?

‘Umer Îsma’îl: Di kitêbê de min bi tefsîl behsa çavkaniyên Pîremêrd kiriye. Yek ji wana hucre ye. Adetê wê serdemê ev bû ku bi zaroktî çûye hucrê (feqîtiyê) û xwendinê. Di destpêkê de li mizgefta ku bapîrê wî çêkiribû dest bi xwendinê dike. Dûv re diçe li mizgeftên der û dorên herêmê dewam dike. Feqet xwendina melatiyê temam nekiriye, ne gihaştiye dereca wergirtina îcaza ‘ilmî.

Çavkaniyek din jî ev bû ku Pîremêrd ji bav û bapîrên xwe ve yanî bi binemalî her daîm bi şêxan re radibûn û rûdiniştin. Bi taybet jî şêxên Tewêle û Biyare ku şêxên neqşebendî bûn, daîm di tekyên wan de bûn. Pîremêrd di heman weqtê de dostê şa’irê mezin ê Kurd Mewlewî Tagozî bû. Ne hemweqtê hevbûn, Pîremêrd biçûk bû, bes malbata herdûyan gelek bi hev re têkildar bûn û Mewlewî jî murîd û xelîfê şêxanên Neqşebendî bû. Ev jî yek ji çavkaniyên ku Pîremêrd efkarên xwe jê wergirtiye.

Yek ji çavkaniyan jî ev e ku têkilîyên wî li gel begên Caf zêde bûye. Di meclisên wan de gelek rûniştiye. Teb’en ew mecalis jî ciyên niqaşa meseleyên fikrî, siyasî û komelayetî bûn.

Yeke din; Pîremêrd Farisî kî gelek bi kuwwet zanibû. Bi hawayê ku ruba’iyatên (çarînên) Se’îd Ebulxeyr tercemeî Kurdî kiriye. Eviya belgeyeke ku Pîremêrd edebiyata ‘irfanî Farisî xwendiye. Hinek şi’rên Mewlana Celaleddînê Rûmî jî tercemeyî Kurdî kiriye. Me’na wê ev e, Pîremêrd aşînayî şi’rên ‘irfanî-Farisî bû. Wek şi’rên Hafiz, Se’dî û Mewlana. Di dûv re ku tê İstenbol, İstenbol ew dem jî bajarkî mezinb bû, ciyê hevdîtina şaristanî û medeniyet û paytexta çanda Îslamî û çanda şerqî bû, van çandan di gel çanda xwe tevlihev kir. Pîremêrd li wê der edebiyata şa’irên Tirk dixwîne. Wek Namiq Kemal û ğeyrên wî. Wan edebiyatên ku hatine tercemekirin bi bal Tirkî ve Pîremêrd wan xwendiye. Hetta wan Romanên ku eslê wan Almanî ne û hatine tercemekirin bi bal Tirkî ve Pîremêrd wan tercemeyî Kurdî kiriye. Ev jî serçavîkî dine ji bo Pîremêrd. Yek ji serçavîyan jî ev e: Dema ku tê İstenbol û salekî li wir dimîne li fakulta qanûn ku wê çağê jê re digotin huqûq dixwîne û tehsîla universitê temem dike. Mana wî li İstenbol û têkiliyên wî yên di gel saziyên çandî û fikrî û siyasi yên wê weqtê ev jî yek ji serçavîyên Pîremêrd in.

Kelhaamed: Pîremêrd ji bo çi çûbû Istenbolê?

‘Umer Îsma’îl: Sultan de’wetiyekî ji Şêx Mustefa re dişine. Şêx jî wefdekê çêdike û bi wî şeklî diçin İstenbol. Yek ji endamên wê wefdê Pîremêrd bû ye. Ew weqt temenê wî sî sal bû ye û îş û karê Şêx wî bi cî tanî. Di nav wê wefdê de diçe cem sultan. Teb’en zilamekî zîrek û çalak bû. Piştî ku wefd vedigere Pîremêrd venagere. Pîremêrd timatiyê dike ku li wir bixwîne, xwe bighîne da ku bêtir karibe xizmetê bike. Îdî li wir dimîne. Piştî salekê dikeve çavê Sultan û tesir li sultan dike. Sultan emrekî derdixe ji bo ku Pîremêrd bibe endamê meclisa ‘alî a İstenbol. Dibe yek ji emîndarê Sultan. Sultan hewqas pê emîn e ku carekê Nasiruddîn şahê Îranê nameyek ji bo Sultan dişine. Sultan Pîremêrd destnîşan dike, dibêje bira ew wê nameyê bixwîne û ew bi xwe cewaba Nasiruddîn Şah bide. Ji alî îdarî ve jî Pîremêrd wezîfe kiriye. Li Adapazarî, Çolemirg û heft heşt qezayan qaymeqamtî kiriye. Di paşî de jî dibe waliyê Amasya.

Kelhaamed: Dema ku Pîremêrd li İstenbol bû Ustad Bedî’uzzeman jî li İstenbol bû. Têkiliyên wan bi hev re hebûne yan na?

‘Umer Îsma’îl: Pîremêrd dibêje “min ji dûr ve navê Mela Se’îd bihîstibû. Dihat li Fatihê xeberdan dikir xelk lê kom dibû, pirsan jê dikir wî jî cewaban dida. Hevalê min Xelîl Xeyalî -ku ew jî zimanzanekî Kurd bû, ez dibêjim qey ê ku cara yekem rêzimana Kurdî nivîsiye Xelîl Xeyali ye- wî nasdikir. Rojekê min ji Xelîl Xeyalî re got, tu dixwazi em herin Mela Se’îd bibînin? Wî jî got erê ez dixwazim, ka em herin. Em çûn, me dît ku bi cil û berg û sîmayê Kurdane rûniştiye, xelk jî gelek li dora wî civiyane. Me xwest ku em hinkî bisekinin da ku xelk kêm bibin. –Diyar e ku Se’îd Nûrsî jî navê Pîremêrd bihîstiye lê wî nedîtiye. Îja Pîremêrd dibêje: - Dema ez çûm balê ku min musafehe pê re kir, beriya ku Xelîl Xeyalî bêje viya filankes e û wî bide naskirin wî destê xwe li nav pişta min da û ji min rê ve got “filankes” (yanî navê Pîremêrd got).”

Me’lûm e Pîremêrd jî bi cil û bergên Kurdî bû ye, îhtîmal e ku Se’îd Nûrsî jî dema wî dîtiye gotiye hebe tunebe viya Pîremêrd e. Navê Pîremêrd eslî Tewfîq Beg e. Ew beg jî a ku li Turkîyê bikartînin ew e. Sultan ‘Ebdulhemê vî navî pê ve kiriye. Evêya cara yekem e ku Pîremêrd û Se’îdê Nûrsî hevdû dîtine. Didû re têkiliyên wan gelek bi hev re çê bûne û bêtir hevdû naskirine û bi hev re kar kirine. “Cem’iyeta Îttîhada Mûhemmedî” bi hev re sazkirine. Belgeya ku min dît navê Se’îdê Nûrsî di nav endamên cem’îyetê de ê nehemîn e, ê Pîremêrd jî bîst û pêncemîn e. Dema merev li Rîsaleê Nûr dinere di çend ciyan de behsa Cem’iyeta Îttîhada Mûhemmedî dike.

Kelhaamed: Dema ku Pîremêrd li İstenbol bû demeke gelek zor û zehmet bû ji bo dewleta ‘Usmanî, gelek zext li ser hebûn û dewlet ber bi helweşandinê ve diçû. Di wê demê de hinik fikrên nû derketibûn pêş ji bona çareseriyê. Wek fikra nejadperestiya Tirkî, fikra ummetî, fikra ‘Usmanîtî. Cem’îyeta Kurt Te’alî sazbûbû, hinek cem’îyetên ğerbiyan jî derketibûn. Di wê demê de Pîremêrd li İstenbolê çi dikir, di gel kî hereket dikir, bi kî re radibû rûdinişt?

‘Umer Îsma’îl: Fikra Pîremêd, çewa ku min di serî de jî got Îslamî bû. Yek ji sazkirên Cem’iyeta Îttîhada Mûhemmedî bû. Bi vî sebebî ew jî di gel Se’îd Nûrsî ketiye zindanê. Texmîn dikir ku wê werin î’damkirin. Pîremêrd gelek behsa Kak Ehmedê Şêx kiriye ji Se’îd Nûrsî re di zindanê de. Tekya Kak Ehmedê Şêx li Silêmanî bû. Anha jî mizgevta mezin a nav sûka Silêmanî li ser navê wî ye. Dibêje, Kak Ehmedê Şêx zilamekî gelek muslih e û xizmeta xelkê xwe dike falan. Se’îd Nûrsî jî meraq dike û dixwaze ku Kak Ehmedê Şêx bibîne. Şevkê di zindanê de Kak Ehmedê Şêx tê xewna Se’îd Nûrsî. Dibêje; “Mela Se’îd hûn namrin, hûnê azad bibin. Serfiraz bin, milletê we jî wê azad bibe. Ku bû sibe viya ji Hecî Tewfiq (Pîremêrd) re jî bêje.” Ku dibe sibe Ustad xewna xwe ji Pîremêrd re dibêje. Roja dinê jî tên berdan. Pîremêrd vê meselê kiriye şi’r. Di veytekê de wiha dibêje:

“Kak Ehmedê xoşewîstî Xwa

Zor kes bi sayê to nan exwa.”

 

Min tehlîlek kiriye li ser ku Pîremêrd çima hewqas li Turkiye mayiye. Min çend qerîne û belgeyan jî di vî warî de civandiye. Tehlîla min jî ev e: Eger çi rexne gelek hatibin kirin li ser desalata Sultan ‘Ebdulhamîd û xîlafeta ‘Usmanî jî bes xîlafet remza wehdeta muslumanan dihat zanîn û ji ber vî qasî gelek îslahat jî di vî warî de çêdibûn. Mana Pîremêrd li Turkiye ji bo piştevaniya xîlafetê bû. Madem xîlafet remza wehdeta Muslumana ye û madem qabilê islahkirinê ye pêwîst e piştgiriya wê were kirin û tu dîfa’ê lê bikî. Jibo vî qasî beşdarî îdarê bûye, qaymeqamtî kiriye, walîtî kiriye.

Pîremêrd zilamekî medenî û îdarî bû, yanî ne ‘esker bû, lê dîfa’ li kar û berê ‘eskerî jî kiriye. Min ev hîkayet halê wî nivîsiye, wî jî di çend hejmarên rojname ya “Jîn” de vê behsê kiriye. Me’lûm e dema ku Pîremêrd dizivre Kurdistanê bi navê “Jîn” rojnameyekê derdixe. Di wir de dibêje: “Me bihîst ku Yûnan çend hezar muhîmmat û hemî pêwîstiyên şer ji hukûmeta Îngilîz wergirdiye û hucûmî ser dewleta ‘Usmanî dike. (ew Îngilîza ku em dibêjin qey piştevaniya me dike.)” Pîremêrd di vê derê de gotina ku di nav qewsan de dibêje belgeyeke tekzîba komunîstan û çepgiran dike ku dibêjin Pîremêrd zilamê Îngilîzan bû ye. Pişt re wiha dibêje: “Mela Se’îd çû ji Kurdistanê gelek mucahidên ku xwe feda dikin anî. Li wir ez û Mela Se’îd bi cilên Kurdî ketin pêşiya wan em çûn me bi Yûnan re şer kir, wî eskerê Yûnan nîvê wan me di avê werkir. Ê din jî ya hatin kuştin yan jî reviyan.” Yanî heta ku hêviya Pîremêrd di îslahkirinê de hebû li Turkîyê maye. Dema ku îdî bê hêvî dibe di sala 1924an de vedigere Kurdistanê.

Kelhaamed: Qîmetên Îslamî di jiyana Pîremêrd de çiqas cî digirtin. Kesekî multezim (dîndar) bû yan na?

‘Umer Îsma’îl: Pîremêrd çi fikrî çi ‘emelî bi temamî multezimê bi Îslamê bû. Ji alî pratik ve ew bi xwe dibêje: “’Umrê min va 80 sal e limêj û rojî li min neçûye. Min araq venexwariye û karên xerab min nekiriye.” Îja meşhur e ku di Remezanan de li mizgefta Hemzağayî Mesref ku bapîrê wî ye terawîh dikirin. Êvaran îftarê di gel xelkên wir kiriye. Çewa ku me di pêş de jî behs kir yek ji damezirînerê Cem’iyeta Mûhemmedi ye. Dîfa’ li Pêğember ‘eleyhîsselatû wesselam û dînê wî kiriye. Şi’rên wî jî hemî te’bîrên Îslamî ne. Di kitêba xwe de min çend beş çêkirine. Yek ji wan, “di nezera Pîremêrd de Xweda” ye. Çewa behsa tewhîda Xweda û ‘ebdîtiya Wî û sifetên Wî dike min di wir de îzah kiriye. Beşek din “di nezera Pîremêrd de Pêğember û Pêğemberîtî” ye.

Li ser heskirina Pêğember ‘eleyhîsselatû wesselam gelek şi’rên wî hene. Ji alî ‘emelî ve jî ez karim vê bejim: Ji bo vê kitêba xwe min bi Dr. Muhsîn ‘Ebdulhemîd re xeber da. Ji min re got te karekî gelek mezin û baş kiriye. Got fi’len Pîremêrd zilamekî Musluman bû, ji Pêğember ‘eleyhîsselatû wesselam gelek hes dikir, aşiqê wî bû. Îja . Muhsîn ‘Ebdulhemîd ev hîkaya xwe ji min re got: “Ez zarok bûm, temenê min deh diwazde bû. Mewlûdek mezin çêbû li Silêmanî camîya mezin a Kak Şêx Ehmed. Xelk pir hatibûn de’wetkirin. kekê min Mamoste Nîzameddin Ebdulhemîd, min jî di gel xwe bir wê mewlûdê. Em çûn, min dît ku Pîremêrd di mîhrabê de rûniştiye. Ez zarok bûm, Pîremêrd jî kesekî diyar bû, xelkê dixwest nêzîkî wî bibe. Min jî xwe di nav xelkê ra kir heta ez çûm ba wî û li tenîşta wî rûniştim. Min jê re got, “Mamê Pîremêrd tu çewayî”. Wî jî destê xwe di serê min da û got “kurê min tu bereketdar bî”. Ez jî li tenişta wî rûniştim. Weqta ku kekê min li ser Pêğember ‘eleyhîsselatû wesselam xeberdanek bi zimanê ‘Erebî û bi hemaset kir, xelk coşiya. Min dî ku ji çavên Pîremêrd hêstir têne xwar. Piştî ku xeberdana wî qediya Pîremêrd ji keke min re got “hey ez bi qurbana wî devî bibim”.

Beşek din ji kitab min “dîn di nezera Pîremêrd de” ye. “Exlaq di nezera Pîremêrd de”. Van babetan di nav pend û şi’rên Pîremêrd de gelek bi quwwet cî digrin. Min nêzîkî 80 sehîfî ‘îrfan û tesewwuf nivîsandiye di nezera Pîremêrd de. Li ba min Pîremêrd zilamekî gelek Xwedanas bû ye. ‘Elaeddin Succadî ku dîroka edebiyata Kurdî nivîsandiye di gel Pîremêr jiyaye. Hevdemên hev bûn. Bes Pîremêrd pîr bû ew gênc bû ye, lê mu’asir bûne. Dibêje: “Şevan li qelenderxana Pîremêrd nivîskar û şa’ir û edîb kom dibûn. Gift û go û munaqeşeyên edebî û fikrî û seqafî dihatin kirin heta derngê şevê. Pişt re herkes diçû mala xwe, Pîremêrd bi tenê dima, diçû desmêjek digirt, hinik Qur’an dixwend, şevlimêj jî dikir û hê li ser nivîsandina meqala rojnamê rûdinişt.”

Kelhaamed: Çalakiyên wî ji bo ummetê hebûn an na?

‘Umer Îsma’îl: Çewa ku min di pêş de jî got mayina Pîremêrd li İstenbol ji bo piştevaniya xîlafetê û wehdeta Muslumanan bû. Ev ğemxwari ye ji bona ‘alema Îslamê. Mesela Filistîn ew weqt mesela sereke bû ji bo ummetê. Pîremêrd di çend şi’rên xewe de li ser vê meselê xeberdaye. Tiştekî dîtir jî Dr. Muhsîn dibêje: “Di sala 47 yan 48an de wefdekî ‘alema Îslamî ku serokê wefdê Beşîr Îbrahîmê Cezaîrî bû hatin Silêmaniyê. Gazî çend kesên diyar kiribûn ji kesayetên Silêmanî. Ji bo pêşkêşkirina muşkilên ‘alema Îslamî bi taybet jî Filîstîn. Yek ji wanê ku gazî kiribûnê Pîremêrd bû ye. Pîremêrd di sala 1940î de kurasekî çap kiriye bi navê “Awereşeyî Rûsî Sûr (Ava Reş a Rûsê Sor)”. Kitêbokeke biçûk e. Di wir de rixne li siyaseta Rûs kiriye ku mu’amela wê bi ‘alema Îslamê re çewa ye. Komunîstan wê demê nehiştine ku ew kurase (rîsale) were belakirin, li kur dîtine şewitandine. Bes min nusxeyek peyde kir bi paşiya kitêbê ve kiriye. Pîremêrd ew neteweperweriya ku pê re hebûye, ew Kurdayetiya ku kiriye jî bi Îslamiyetî dest pê kiriye. Weqta ku merev wesyetnama wî dixwîne merev dibêje gerek bi avzêrê were nivîsandin. Di ber sekeretê de dinivîsîne. Min ew jî xistiye nav kitêbê. Dibêje:

“Va ye ez dimirim, ez ji mirinê natirsim. Min jiyaneke baş û ‘umrekî dirêj derbaskir. Ez li gelek bajar û welatan geriyam. Min gelek mezin û padîşah dîtin. Min gelek ezyet û ta’de kişandin. Bi nîvxwedewarî ji Silêmanî derketim, bi xwendewariyekî qenc zivirîm. Di vî welatî de du çavê min hebûn; yek ê zanistî yek jî ê jîn. Min malê kesî nexwariye û ez muhtacê kesî nebûme. Min hîç mîras li paş xwe nehiştiye. Çavêm ne li dû min e. Ez bawer dikim ku dawiya min bi xêr e. Hêviya min a yekem ew bû ku ez bibinim xelkê min û qewmê min ji min bilindtir û xwendewartir û pêşkftetir be. Vêya di dilê min de ma û min nedît. Dîsa jî ez hêvîdar im ku milletê min pêş de diçe. Nesîheta min ev e: Bixwînin. Hemû tişt bi ‘ilm û fen çêdibe. Her milletê ku fennê wî tunebe derdê wî heye. Bi dû maddiyatê nekevin da ku hûn karibin bi rastî, bê muqabil xizmeta qewm û ziman û welatên xwe bikin. Dev ji dîn bernedin. Xweda û Resûlê wî nasbikin.”

Kelhaamed: di dawî de ji bo xwendekarên Kelhaamed tewsiyên we çi ne?

‘Umer Îsma’îl: Tewsiya min ev e ku xwendevanên me gelek bixwînin, heta ku ew xwendin bibe kultur. Yeke din giringiyê bidin mîras û fikra xwe, edebiyata xwe. Şa’ir, edîb û bîrmendên me yên gelek mezin hene. Wanê ku bi zimanê xwe ne nivîsandine tevlî zimanên din bûne û bi Kurdîtî nehatine naskirin. Wek Îbnû Kesîr û Îbnû Hacib û hinkî din. Ê ku bi zimanê xwe nivîsandine jî ne hatine naskirin. Wek Cezerî, Xanî, Mewlewî, Mehwî, Pîremêrd û yên din. Telebeyên doktora û mastiran bira li ser vanan teza binvîsînin. Bi zimanê Îngilîzî û ‘Erebî çend kitêb li ser wan hatine nivîsandin? Tunene.


Ê Berê Ji Rêberê Cemaata Hîzbullah peyama îdê
Ê Li Pey Salvegera fetihkirina Diyarbekirê

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.