Salvegera fetihkirina Diyarbekirê

Salvegera fetihkirina Diyarbekirê

Berî 1831 salan artêşa Îslamê ya ku Îyaz bîn Xanem jê re fermandarî dikir piştî ku 10 sal ji ser fetihkirina Mekkê derbas bû re herêma Diyarbekirê fetih kir û herêma Diyarbekirê bû parçeyek ji axên Îslamê.

Dema ku ew ê Diyarbekir hatibana fetihkirin Hz. Omer xelîfe bû û fermana fetihkirina Diyarbekirê da Îyaz b. Xanem. Piştî fermana ku hat dayîn re Îyaz b. Xanem  bi 8 hezar leşkeran bi rê ket û gihaşt Diyarbekirê. Kelha Diyarbekirê demeke dirêj di bin  dorpêça artêşa Îslamê de ma. Di vê pêvajoya dorpêça ku 5 mehan berdewam kir de Meyafarqîn hat fetihkirin û di encama xebatên keşfê yên ku ji teref Xalid bin Welîd ve hatin kirin ji bo têketina kelhê cihokeke avê hat peydakirin û şevekê digel 10 leşkeran derbasî Kelehê bûn û wê rojê Diyarbekir hat fetihkirin.
 
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin dema ku Diyarbekir hat fetihkirin herî kêm 25 sahabî şehîd bûn. Qebra van sahabîyên ku wê rojê di dema fetihkirina Diyarbekirê de şehîd bûn  li hewşa Mizgefta Hz. Silêman e û di wan wan de Silêmanê lawê Xalid bîn Welîd jî heye.
 
 
Piştî ku Diyarbekir hat fetihkirin re ekserîyetê gelê Diyarbekirê  bi dilê xwe bûn Misliman
 
Li gorî çavkanîyên ku wê roja dîrokî qeyd kirine piştî ku fetih pêk hat re çekên gel hatin berhevkirin û bi şikleke xweş û baş bi wan re miamele hat kirin. Tehda û ezîyet ji tu kesî re nehat dayîn û zor li wan nehat kirin da ku bibin Misliman. Di encama vê yekê piştî ku Diyarbekir hat fetihkirin re ekserîyetê gelê Diyarbekirê  bi dilê xwe bûn Misliman.
 
Ew kesên niyetxirab ên ku di dîrokê Îslamê de qisûr nabînin da ku gotinên nexweş bibêjin derheqê fetihkirina Diyarbekirê de îddîa dikin "Fetha Diyarbekirê îşxal e, qetlîameke ku tê de bi hezaran Kurd hatine kuştin e, destpêka bindestîyê ye. Kurd bi dara zorê bûne Misliman." Ev kes bi van gotinên xwe pûç û batal cardin dijmintîya xwe ya li hember Îslamê eşkere dikin.
 
 
Fetha Diyarbekir ne îşxal e, rizgarbûna ji îşxala Bîzansê ye
 
Dema ku artêşên Îslamê hatin ber Diyarbekirê, Diyarbekir di bin îşxala Bîzansê de bû. Bi pêkhatina fethê gel ji bin îşxala Bîzansê hat xelaskirin ku ji ber vê yekê fetha Diyarbekir ne îşxal e, rizgarbûna ji îşxala Bîzansê ye. Lewra bi fetha ku hat kirin gelê Kurd ê ku di destên Bîzansê de êsîr bû ji tarîtîya kufrê hat rizgarkirin û bi Îslamê muşerref bû. Weke ku ew kesên niyet xirab û derewker qal dikin li ber Diyarbekirê di dema fetihkirinê de herbeke wisa mezin jî pêk nehat ku bi hezaran Kurd bên kuştin.
 
Bi fetha Amedê xelkê kurd di navbera Rûm û Sasaniyan de dibin xwedî şeref, li herêmê mekteb û medrese ava dibin, millet dest bi xwendin û nivîsandinê dike.
 
Li gorî alimên Îslamê Resûlê Xweda, mizgîna fethê di herba hendeqê de daye. Bi fetha Amedê li herêm û Anadoluyê Îslam belav dibe. Bajarê Diyarbekirê bûye merkeza îlm û zanîn û edeb û edaletê.
 
Di dema fetihkirinê de 25 sahabî şehîd bûn. Ji ber vê yekê warê ku piştî Mekke û Medînê sahabî lê hatine definkirin Diyarbekir e.Navên wan sahabîyan wisa ye:
 
Silêman b. Xalid, Ridwan, Mesûd, Beşîr, Hamza, Amr, Şube b. Sabît, Zeyd, Zeyd, Xalid, Xalid, Numan, Muhammed, Muhammed, Abdullah, Abdullah, Abdullah, Hesen, Hesen, Kabî Zîşan, Fudayl, Malîk, Faxr, Ebul Hamd, Ebu Nasr, Muxîre.
 
(ÎLKHA)


Ê Berê Li Ser Pîremêrd û Kitêba Wî Ya Bi Navê “Cîhanbînî Pîremêrd”
Ê Li Pey Karwana Hêvîyê ya Mêrdînê ji 578 malbatî re alîkarî kir

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.