Ji Weşankarê Kelhaamed

Ji  Weşankarê Kelhaamed

الحمد لله رب العالمين والصلاة والسلام على خير خلقه محمد وعلى اله و صحبه اجمعين

 

Her haletê kewn û mekan meznantiya Xaliqê xwe, Xaliqê ‘alemê dide nîşandan. Ev ‘alema ku ji bo xizmeta însan hatiye xuluqandin û însan bi kêfa xwe tê de teserruf dike rewşa wê ne sabit e. Ji bo însan her dem bi aramî jî derbas nabe bi tengasî jî. Belê her halet û her dem tên xuluqandin ji bo em meznantiya Wî fêm bikin û şukr û hemdê wî bikin.

Ya Rebb! Tu bi xatirê meznantiya Xwe û navê Xwe yê mestir kî, firsetê bide me da ku em meznantiya te fêm bikin û ji bo bilindkirina navê te bixebitin.

Xwendevanên hêja!

Îro dunya di fetreyek cuda re derbs dibe ku di dîroka xwe de tişkî wiha nedîtiye yan jî pur kêm dîtiye. Gîtê vîrusa korunayê li hemî deverê dunyayê belavbûye. Nexweşînek, derdekî bê derman ketiye nav ‘alemê. Kesê ku bixwaze bi vê nexweşînê re derkeve serî gerek pê nekeve. Yan na, piştî tê geriya û pê ve xelasiya jê gelek zehmet e. Wek her şerr û neqendciyan serçaviya vê belayê jî dîsa civaka kufrê ye. Civakên Xwedênenas ji ber ku hesabê axretê li ba wan tuneye ji xerabiyan û zerardayîna însanan û hemî mexlûqan li paş namînin. Xerabiyên wan, wek vê vîrusê carna di wan û temamê dunayayê diğere. Ew wezîfa şeytan dibînin. Şeytan jî, bi gotina ayetê dujminkî diyar e, ji wî bixwe re jî fêda wî tuneye.

Bes ji me muminan re her tiştê ku diqewime bixêr e. Tiştekî ku xêr tê de tunebe Xweda naxuluqîne. Ev ‘alem ‘alema kewn û fesadê ye. Heyat û mirin, çêbûn û xerabûn ayetên Xweda ne, mezinantiya Wî didin nişandan. Bi vê bîr û baweriyê me çavên xwe vekir û me div ê fetra cuda de mezinantiya Rebbê xwe cereke din temaşe kir.

Xwendevanên hêja!

Em malbata kovara kelhaamed di vê fetra nû de jî xebatên xwe bê kêmasî didomînin. Nêrîna me ya li vî haletê nû du nivîskarên me bi uslûbên xwe yî şêrîn û herikbar nivîsandine. Nivîskarê me Fethullah Yalçin bi sernavê “Ev Çi Êş e Ji Bo Çiye”, Şerîf Emîn jî bi sernavê “Ğefleta Me, Zulm a Zaliman û Heyfgirtina Bêtaran” nivîseke berfireh ji bo me nivîsand.

Her çiqas vî gîtî dunyayê tev sor û mor kiribe jî em kovara kelhaamed ji rewşên waqi’î û xebatên çandî û hunerî li paş neman. Rewşa civaka Kurdan bi xwendina xweya taybet me kir sernivîs û pêşkêşê we kir. Îro civaka Kurd bûye qistasa ‘edalet û biratiyê. Eger civaka Kurd bixwaze di mecra xwe de biherike mecbûr e li ser esasê ‘edalet û biratiyê hunermendiyê bike û civakên din jî bikşîne vê mecaryê.

Bi vê nêrînê me di vê hejmarê de ji hejmarên din bêtir cî da nivîsên zaravayê Zazayî. Belkî du qat zêdetir. Nivîsa mamosta Naîm Döner a bi sernavê “Şîîrê "Zahîdê Xelwetnîşîn" Ê Şêx Ehmedê Xanî” nivîsek berfireh û di seha xwe de mûhîmm e. Her wiha guft û goya lêkolîner Cevdet Karaman Digel Melayê Cezerî nivîsek di seha edebiyatê de balkêş û ufqên merev vedike. Ji xwe Xanî û Cezerî menbe’ên çanda evîna me ne.

Em hemî nivîsên xwe yên bi qîmet pêşkêşî we, we jî emanetî Rebbê xwe dikin.

Di gel selaman, bi hêviya du’ayan…


Ê Berê Mescîda Nebewî piştî 2 mehan ji îbadetê re hat vekirin
Ê Li Pey SERNIVÎS - HEJMAR 45

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.