SERNIVÎS - HEJMAR 45

SERNIVÎS - HEJMAR 45

Kurd De’wa Heqê Biratî û ‘Edaletê Dikin

Ew kesê ku ji bo qewmekî de’wa heq, huqûq û ‘edaletê bike gerek di destpêkê de li hember nijatperestiyê derkeve. De’wa ‘edaletê digel nijatperestîyê ne de’wa ‘edaletê ye.

‘Edalet ancak bi sazkirina biratiya nav qewman sazdibe. Gerek wesîlên biratiyê, hevdûnaskirinê û alîkariyê derkevin pêş. Evêya rêça Quranê ye. Ji dewra nubuwwetê em bigrin û heta em werin dawiya dewra ‘Usmaniyan îdarevan û dewletên Îslamî bi vê riça Quranî, hemî qewm û ‘eşîr û qebîle û xelkan di nav vxwe de hewandine, wan himêz kirine û wan bi hev ve mezc kirine. Bi însanên hemî rengû ax û welatan re têkiliyên wan çêbûne, mensûbên hemî din û ‘irqan bi rizaa xwe deselatdariya wan qebûl kirine. Herçî musluman bûn di dîn û însaniyetê de biratiya wan saz bûbû. Herçî ğeyrîmuslim bûn di însaniyetiyê de biratiya wan û muslumanan saz bûbû. Çimkî hemî kes ji Adem in, Adem jî ji axê ye. Çi reş, çi sor, çi sipî diserhevrebûn ji axê re tuneye, çimkî ax e. Bi saya vê biratî û ‘edaleta Îslamê mensûbên hemî qewm û dînan bixwe ve hatin. Ji alî maddî ve pêşveçûn, bûn maldar û xwedî mal û mulk. Ji alî me’newî ve jî edebiyat û folklora xwe pêş ve birin, geş bûn, bûn xwedî rûmet.

Di wan dewrê ku erdnigariya Îslamê bi biratiyû ‘edaletê şa dibû de, di dunyayê de hemî xelkên din jî bi hesreta biratî û ‘edaletê bûn. Mesela, Ewrûpayî di bin zulma dêr û filletiyê de dinaliyan. Çimkî biratî û ‘edalet îstîlahên Îslamî ne û ancax bi Îslamê ciyê xwe dibînin. Rabûn li Firansa îhtîlal çêkirin û gotin “bira her xelk xwe bi xwe îdare bike.” Yanî gotin, bira her qewm bibe xwedyê axa xwe. Ev gotin li xweşa hemî qewman çû, rabûn li hember deselatdaran de’wa axa xwe kirin. Qewmên Musluman jî di bin vê tesîrê de man, wan jî li hember deselatê serhildan. Çimkî vêya gotinek e li xweşa nefsê diçe.

Ji ğeyrî Kurdan, qewmên Musluman jî wek ğeyrîmusliman li ser axa xwe deselatên xwe sazkirin. Ji wan tirê ku wê bi vî hawayî serbilindtir bibin, maddî me’newî wê mezintir bibin. Ew kesên ku pêşkêşiya vê fikrê dikirin tev bûn neteweperwer, hetta bûn neteweperest. Bes bi ‘eksê texmîn û xwesteka wan rewşê tecellî kir: Ji alî siyasî û aborî ve zeîf ketin, ji ber vê yekê jî tev ji hêzên Ewrûpayî re bûn mustemleke (sömürge). Ji bin hukumraniya xîlafetê derketin, bes mecbûren hukumraniya laîsîsmê qebûl kirin. Ji aliyê din ve jî Ewrûpayîyan rabûn neteweperweriyê dan alîkî û yekîtiya Ewrûpa saz kirin. Bi vê yekîtiyê ji hemî dewletên dinyayê qewîntir bûn.

Neteweperwerî ‘esebiyeta ‘eşîret, qebîle, qewm, milliyet, reng û axê ye. Ev hal, ‘elametê paşketin û şikestinê ye. Haletekî cahili ye; di dewrên ku însaniyet rûhen dikeve û dişkê peyda dibe. Ziddê ‘edalet û biratiyê ye, di heman weqtê de ziddê însaniyetê ye. Însana cahil dihêle, ji dîn dûr dixe, hetta dujminantiya dîn peyda dike. Di bedêla ku bibe wesîla bidestxistina heqqan bêtir ji heqqan dûr dixe. Neteweperwerî, nijadperestî, te’essub, milletperwerî hemî tên ser yek me’nê. Vana istilahên ji hevveqetandina civakan e, sebebê dujminantiya navbêna birayan e. Ew kesê ku qewmekî derxe pêş di ‘eynî weqtê de qewmên din paşde dixe, wan dahf dide, wan di nezera xwe de marjînal dike, wan mecbûrî ğerîbtiyê dike.

Yek ji netîceyên wê, înqîlaba herfa ye ku Tirka herfên ‘Erebî yên Quranê dan alî û di dewsa wan de herfên latînî bicîkirin. Bi vê înqilabê em hemwelatiyê dewleta Tirkiyê ji qewmên erdnigariya xwe dûr ketin, bûn ğerîbê kultur û însanên xwe. Heger ne ev înqilab bûna niha qewmê Tirk û Kurd û Tacik û Efğan û Îran û Pakistan wê ji zimanê hev fêm bikiranan, me yê ‘Erebî zanibûna, me yê çêtir ‘ilmên Îslamî fêm bikirana, hetta me yê çêtir zimanê Ewrûpayiyan jî fêm bikirana.

Ev fikir wek vîrûsê ye, gunehekî kurewi ye. Gunehekî ji hemî gunehan mezintir e. Kî jî xwe bi vî gunehî bigre gerek Kurd xwe pê negrin. Çimkî Kurd de’wa heqê biratî û ‘edaletê dikin. Neteweperwerî jî ziddê vana ye.


Ê Berê Ji Weşankarê Kelhaamed
Ê Li Pey Şehîd Aytaç Baran

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.