Şehîd Aytaç Baran

Şehîd Aytaç Baran

Aytaç Baranê Serokê Yenî Îhya Derê yê ku berî vê 5 salan ji teref PKKê hat şehîdkirin di salvegera şehadeta xwe de ji teref malbat û hezkirîyên xwe ve tê bîranîn.

Dema ku dîrok 9ê Hezîrana sala 2015an nîşan dida PKKyîyên dest bi xwîn û hov êrîş birin li ser Aytaç Baranî yê ku Serokê Yenî Îhya Derê û Endamê HUDA PARê û ew şehîd kirin. Ji ser şehadeta Aytaç Baranî 5 sal derbas bûn. Di 5emîn salvegera şehadata wî de şehîd bi rehmet û minnet tê yadkirin û lenet li qatilên wî tê anîn.
 
Ji zimanê malbata wî Aytaç Baran
 
 
Gulşen Barana xanima Aytaç Baranî yê ku Serokê Yenî Îhya Derê bû li Amedê di êrîşekî çekdar de hatibû qetilkirin di derbarê zilamê xwe de destnîşan kir ku zilamê wê di nava xelkê de ji ber karen bixêr yên ku kiribûn dihat naskirin û hezkirin û her wiha bi misilmantîya xwe dihat naskirin
 
Gulşen Baran derbarê Aytaç Baran de wiha ragihand: “Ji dema ku min wî naskiriye heta îro jiyana xwe fedayî îslamê kiribû. Ji feqîr û jaran re alîkarî dibir, her tim ji bona birayên xwe yên misilman dixebitî. Her tim di rêya Qur’anê de bû û hemû kes ji wî razî bûn.Ji bona zarokan digot ku pêşeroj in.”
 
 “Gelekî zêde ji zarokan hez dikir”
 
Gulşen Baran axavtina xwe ya derbarê zilamê xwe Aytaç Baran de wiha domand: “Aytaç gelekî zêde ji zarokan hez dikir. Her dema ku dihate malê kêfa xwe ji zarokan re dianî, serê wan mist dida. Dilê tu kesî nedişkand. Her tim xwesteka xwe ya şehadete dianî ziman. Ji min ji bo ku şehîd bibe dia dixwast. Di bûyerên 6 û 8ê cotmehê de dema ku Şehîd Yasîn û hevalên wî şehîd bûn gelekî xemgîn bûbû. Her tim wan bibîr dianî û kûr kûr difikirî.”
 
 “Sûcê wî misilman bûyîn bû”
 
Baran axavtina ya derbarê zilamê xwe de wiha domandin: “Zilamê min ji min xwestibû ku dema ku ew şehîd bibe wî li Goristana Derê Mêrdînê bispêrin axê. Lê belê ji ber ku cih li wir nemabû em mecbur man ku wî li goristana Yenî Koyê bispêrin axê. Dema ku me xwest ku wî li Goristan Yenî Koyê bispêrin axê me dît ku şaredarî berî niha li cem gora Şehîd Yasîn gorek vedaye. Ez nizanim çi jê xwastin, qey sûcê wî misilman bûyîn bû.”
 
“Qatilên bavê zarokên min Demîrtaş û alîgirên wî ne”
 
Baran wiha dawî li axavtina xwe anî: “Gelek caran zilamê min dipirsiyan, gef li wî dixwarin û jê re digotin ku em nahêlin ku tu li wan deran bijî. Qatilên bavê zarokên min Demîrtaş û alîgirên wî ne. Ên ku van tiştan kirine alîgirê PKK/HDPê ne. Gelo dê ji wan pêve kî neyartî li me bike.Mêrê min mutedeyyîn û dîndar bû, xebat û mucadeleya wî hebû. Ji ber van li ber çavan bû. Ez bangewazîye ji rayedaran  re dikin, bila qatilên mêrê min were dîtin.”
 
 
 “Ji ber ku yekî qenc û paqij bû Xwedê Te’ala vê mertebe jê re kir nesîb”
 
Bîrgul Barana dîya Aytaç Baran derbasê şehadeta lawê xwe de wisa got: "Weke ku min lawê xwe mezin kir tu kesên din mîna min lawên xwe mezin nekirine. Lawê min li siqaq û quçeyan mezin nebû, rûyê derve nedît, perwerdehî û terbîyekê baş min da wî.  Mekteba xwe xwend, nimeja xwe kir û Qur’anê xwend li camî û komeleyan seydatî kir û her tim li camî û komeleyan dersa Qur’anê da. Ji ber vê yekê Xwedê Teala vê mertebeya şehîdîyê nesîbe wî kir.”
 
 “Lawê min ji ber ku dersa Qur’nê didad 5 sal di girtîgehê de ma”
 
Dêya Şehîd Aytaç Baranî axavtina xwe wiha domand: “Lawê min di rêya Xwedê de gihaşt. Di bernameyên Wîladetên Pîroz de Qur’an û îlahî dixwend. Ji ber ku li camîyan dersa Qur’anê da 5 sal di girtîhehê de raza, gelek xwendevan li ber  deste wî gihaştin. Her wiha seydayê şehîd Yasîn Boruyî jî bû. Ez bangewazîyê li xwendevanên wî dikim, rêya wî bişopenin."
 
“Gelo Demîrtaş qet ji Xwedê natirse?”
 
Bîrgul Baran wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Ez ji vir bangî Selahadîn Demîrtaş dikim. Tu dihelê ku  Kurd bi hevdu pêv biçin. Tu bûyî sebeb ku zarokên lawê min yetîm û sewî man. Ne livê dinyayê ne jî li dinyaya din cihê te tune ye. Tu buyî xulamê Emrîka, tu bi ermenîyan re bûyî yek. Gelo te qet şerm û fedî nekir? Ez ji vir bangî serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan jî dikim. Ji Xwedê bitirse, tu xwedî li lawê min û zarokên misilmanan xwedî derneketî. Vê xwîna ku diherike bisekinîne. Lawê min di rêya Qur’anê de şehîd bû.”
 
Ji zimanê hevalên wî Aytaç Baran
 
 
"Aytaç Baran wekê şehîdan dijiya û tevahiya jiyana xwe di rêya Îslam û Qur’anê de xerc kiriye"
 
Muzaffer Beberê ku ji hevaldozên Şehîd Aytaç bû destnîşan kir 'ew hertim li dijî zalim, tiryak û fihuşê tekoşîn dikir, ev tekoşîn ji teref hêzên tarî ve nehatiye hezmkirin' û dû re wiha qala şehîdî kir: “Hêzên tarî her tim dijî rûşenayî û ronahiyê ne. Ji ber vî yekê Aytaçê şehîd kirin. Lê şehadeta wî bû wesîle ku tarîtî ji holê rabû û ronahî hat. Bi wesîla wî gelek kes ji belaya tiryakê xilas bûn. Kesên ku ji malbat û xizmên xwe re dijmintî dikirin dûvre gelek qenc bûn. Gelek dihat hezkirin. Kesên li hawîrdor bi şehadeta wî re wî çêtir nas kirin, exlaqê wî çêtir hînbûn. Kesên ku sedema şehadeta wî hînbûn berê xwe ji neqenciyê fetilandin. Xweda bi şiklekî baş mikafata wî dayê.”
 
 “Dema ku min xebera şehadeta wî hilgirt min got qey ava kelijandî rijandine ser serê min”
 
Beberê ku çendîn sal bi Aytaç re di girtîgehê de maye wiha axavtina xwe domand: “Ew birayê min bû. Dostê min bû. Ev nayê qalkirin. Divê ku mirov vî yekê bijî. Dema ku ez qala wî dikim miyê canê min dibe wekê şûjin. Dema ku min xebera şehadeta wî hilgirt min got qey ava kelijandî rijandine ser serê min. Me zû ve xeberên şehadetên hevalên xwe nebihîstibû. Lê dema ku me ji nîşka ve xebera şehadeta kesê ku me wî ji nêzik ve nas dikir û em her tim bi hev re bûn bihîst em gelek qeherîn û xemgîn bûn. Piştî vî şoqê hemî birayên me ji nû ve hatin hemdê xwe û mîrasa ku Aytaç ji me re hêştibû domandin. Ev jî bereketa birayên me yên şehîdan e.”
 
Beber diyar kir berîya şehadeta Aytaçî wî pê hesiyaye ku dê bibe şehîd û dû re wiha axavtina xwe zêde kir: "Ji ber vê yekê wî diyar kir heke ku ew bibe şehîd dê şefaetê li wî bixwe bike. Aytaç bi soz û helwestên xwe ekolek pir mezin bû. Ew tenê bi serê xwe mêrxas bû, ronahî bû. Ji ber vî yekê wek şîret ez ji hemî xizmên Aytaçî re dibêjim ew mîrasa ku Şehîd Aytaç ji we re hêştiye di çarçova rizayê Xweda de bidomînin. Em niha dibînin ku xwendekarên Şehîd Aytaçî vî barê bi şiklekî baş mil kirine.”
 
Ji hevalê Şehîd Aytaçî  Îbrahîm Yaz destnîşan kir ku ew hemberî birayên xwe  xwedî tevazu bû. Her wiha Yaz ragihand ku Aytaç bi hişmendiya dawet, fidakarî û wêrektiya xwe dihat zanîn.
 
 
 “Ji zarokan re jî digot ‘keko’”
 
Yaz diyar kir ku Şehîd Aytaç bi rûkeniya xwe gelek dilan fetih dikir. Dûvre Yaz wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me hedîsa ‘Dîn exlaqê xweş e’ di jiyana şehîdî de eşkere didît. Ew bi zarokan re zarok, ciwanan re ciwan û extiyaran re jî extiyar bû. Ew bi wan re bi şiklekî taybet tevger dikir.  Ji zarokan re jî digot ‘keko. Bi wan re di kolan û kûçeyan de top dilîst. Her tim digot; ‘heke em bi van zarokan re eleqeder nebin û bi wab re ranebin  rûneynin û bişiklekî mîhrîbanî û bi rehm li wan tevger nekin, exlaqê Qur’an û Îslamê hînê wan nekin dê ew têkevin axûş û hembêza dijminan.”
 
"Beriya şehadeta xwe li ser gora şehîdek wek kelegirî duaya şehadetê kir"
 
Yaz bal kişand ku şehîd beriya şehadeta xwe li ser gora şehîdek wek kelegirî duaya şehadetê kiriye û Baran li ser goristanê giriye. Dûvre Yaz destnîşan kir ku Şehîd wiha axiviye: “Dua bikin ku ez jî bibim şehîd.”
 
Yaz axavtina xwe wiha domand: “Lewra ev fitne propexendeya ku dijminên Îslamê dikirin wî pir diqeheran. Ji ber ku pir paqij bû wî van propexendeyên derew û çewt xweşê wî nediçû. Ji ber vî yekê qrmanca wî ya herî mezin şehadet bû. Ji dinê hêvîdar nebû. Me vî yekê di jiyana wî de didît. Dema ku me jê re digot; ‘ dê em beriya te biçin.’ Wî jî digot; ‘ Înşaellah dê ez beriya we biçim. Dê hûn jî werin li ser qebra min bi min re hesbîhal bikin.’ Rastî jî wisa bû.”
 
Yaz wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ya Rebbî! Şehadeta wî mibarek bibe. Me ji şefaeta wî mehrum nehêle.”  (ÎLKHA)


Ê Berê SERNIVÎS - HEJMAR 45
Ê Li Pey Mela Muhammed Seîd Varol

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.